• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
NY: Ji 3 jinan jinek rûbirûyê tundiyê dibe

NY: Ji 3 jinan jinek rûbirûyê tundiyê dibe


barkirin: Gelarêzan 25, 2013, 6:36


Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî di tevahiya cîhanê de nîvê wan jinên ku rubirûyê destdirêjiya rêgezî dibin ji 16 salî biçûkturun.

Neteweyên Yekbûyî bi boneya 25 Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan  daneyên nû aşkira kirin. Li gor van daneyan li cîhanê ji 3 jinan yek di demekê jiyana xwe de rûberûyê tundiyê an jî destdirêjiyê dibe. Her weha ji wan jinên ku naçarê destdirêjiya rêgezî dibin nîvê wan li jêr 16 saliya xwe de ne.

Dîsa li gor van daneyan ji 4 jinan jinej di serdema ducaniya xwe de duçarê tundiya fîzîkî an jî ya rêgezî dibe. Li tevahîya cîhanê hejmara keçên ku ji jêr 18 salî de dizewicin jî 60 milyon 603 jinin. Ev jin di nava wan welatan de ne ku tundiya di nava malbatê de ne qedexeye.

Ji van daneyan jî aşkira dibe ku karîgeriya qaçaxçitiya mirovan jî herî zêde li ser jin û keçane. Her sal li tevahiya cîhanê 800 hezar jin bi rêya qaçaxcitiya mirovan dihêne veguheztin.  80 ji % wan jî keçên ciwanin.

Rapor dibêje  79 ji % van rastê destdirêjiya rêgezî dibin. Neteweyên Yekbûyî di vê çarçoveyê de helmetekê bi navê  ‘Unite’ an ku Yekbibin, li dijî tundiya ser jinan radigehîne. Ji ber hindê jî îsal 25 Mijdarê weke roja porteqalî îlan kir û daxwaz kir ku hemû der vî rengî bihête boyaxkirin.

Werger Zeyad Brûsk

 

dîtin: 268

Pêveker:

ny ji 3 jinan jinek rûbirûyê tundiyê dibe