• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Obama; Kiryarên bûyî em jibîr nakin

Obama; Kiryarên bûyî em jibîr nakin


barkirin: Êlûn 4, 2014, 12:09


Serokê Welatên Yekgirtî yê Emerîka Barak Obama diyar kir ku serjêkirina rojnmevanekî dîtir yê Emerîkî ji aliyê DAÎŞ ve dê bê ceza nemîne.  Îro Serokê Emerîka Obama li paytaxta Estonyayê Talin ê daxuyaniyek da û diyar kir ku çalekiyên DAÎŞ yên hovane dê WY yên Emerîka bêzar nekin û dê dad bête rûniştandin. Obama got ku kiryarên pêk hatî ewna dê jibîr nekin û armanca wan firehe.
Ji Obama hate pirsîn ku gelo ewana dê derveyî Iraqê li Sûrî jî dijî DAÎŞ êrîşên asmanî pêk bînin an na. Li himber vê yekê Obama got ku; Armanca me diyare. Armanc ewe ku em DAÎŞ ji bo ku bo Iraqê, herêmê û Emerîka nebê metirsî hilweşînin. Hetanî em bighêjin vê armanca xwe pêdiviya me bi demê heye.
Kuştina rojnamevanê Emerîkî ku sala 2013 ê hatibû revandin Sotlff li Waşîntonê hêrseke mezin da çêkirin. Senatorê Komarparêz Lindsey Graham diyar kir ku li her devera ku endamekî Daîşê hebê dive ku bi biryar gav bêne avêtin û li Sûrî jî êrîşên asmanî bêne pêkanîn.
Ji partiya Demokrat jî heman daxwazî hatine derbirîn. Senatorê Demokrat Bill Nelson jî tê hevîkirin ku pêşniyaznameyekê pêşkeşî serokê Emerîka bike ji bo êrîş operasyonên asîmanî dijî Sûrî.
Rayedarên Emerîkî diyar kirin ku vîdeoya hatî belavkirin û têde kuştina rojnamevanê Emerîkî Steven Sotloff xuyan dike rastin. Wezîrê derve yê Berîtanya Phillip Hammond diyar kir ku ew kesê ku James Foley kuştî û yên di vîdeoya duyem de heman kese.

Emerîka di nava xwe de êrîşên asîmanî yên dijî deverên Sûriyê gotûbêj dike. Piştî ku du rojnamevanên Emerîkî hatine kuştin diyare dê Emerîka êdî giraniya xwe bêhtir bide ser rojhilata navîn û bi taybet li ser DAÎŞ.
Ji aliyê dîtir ve rêk û rêçikên ku daîş xwe xwedî dike û mezin dike û tevlîbûnên xwe çêdike vekirîne. Bi taybet xeta Ewrûpa, Tirkî û Sûrî

 

Rewanbêj

dîtin: 164

Pêveker:

obama kiryarên bûyî em jibîr nakin