• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Olana êşkenceya li ser meytê Gerîllaya jin mezin dibe

Olana êşkenceya li ser meytê Gerîllaya jin mezin dibe


barkirin: Gelawêj 16, 2015, 6:49


Piştî ji aliyê polîsên Tirk ve wêneyên tazî yê jinekê di torbendên civakî de belav bû helwestê Kurda dereng nema û bi ji her alî ve hovîtiya di wênede derketî pêş hate şermezarkirin.
Piştî helwest zêde bûn ji aliyê Waliyê Muşê ve daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesên ev dîmen girtî û belavkirî derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Bi vê daxuyaniy dewleta Tirk aşkere kir ku li ser meytê Gerîllaya jin êşkence kiriye û bi wî rengî şehîd kiriye.

Piştî bûyerê û belavbûna wêne ji aliyê gelek rewşenbîr, siyasetvan, komeleyên civakî helwestê nerazîbûnê hate danîn.

Termê Şervana Kurd ji aliyê malbatê ve hate nasîn

Malbateke Kurd bi Komeleya arîkariya bi Malbatên xizm û kesên xwe winda kirî (MEYA-DER) ve peywendî danî. Li gorî zanyariyên Nûnerê Komeleyê Hasan Guler malbata Elturk gotine ku keça wan di şer de şehîd ketiye û ji bo Melediyê hatiye birêkirin. Piştî vêya malbat wêneyê di torbendên civakî de jî dibîne û bi wêneyê şervana ku di şer de şehîd ketî didine berhev. Bi vî rengî dighêjine wî encamî ku ev wêneyê tazî yê di torê de belav dibe keça waye. Roja 10 ê tebaxê Ekin Wan şehîd ketibû û heya malbata wê jê çêbûbû.

Birayê Ekin Wan, (Kevser Elturk) diyar kir ku ew wêne yê xwişka wî ye û ev bûyer xwînmijiye. Elturk diyar kir ku ev wêne ne xweha wî jî be, kiryara pêk hatî nemirovane ye û hovaneye.
Elturk got ku dema çûne ji bo nasîna meytê şervana Kurd, polîsên tirk her dever dorpêç kirine.

Hevseroka HDP Pervil Buldan jî got; Piştî kuştina mirovan şermezarkirin û êşkencekirina meytan hezar rûreşiya mirovatiyê ye. Bextê we zuha bibe.

KJA jî ragihand ku dê dozê vekin

Tevgera Jinên Azad KJA yê jî ragihand ku ewana dê di derbarê bûyerê de doza tawanê vebikin.
Serokê KJA Ayla Akat Ata, got ku ewana dê serdana malbata jina PKK yî bikin û bûyerê vebikolin.

Şervana Kurd Ekin Wan bi meşeke mezin û berfireh radestî axê hate kirin.

 

EKIN WAN KÎ YE?

ekin_wan2 ekin_wan3 ekin_wan06 ekin_wan7 ekin_wan8 ekin_wan9

dîtin: 550

Pêveker:

olana êşkenceya li ser meytê gerîllaya jin mezin dibe