• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sêmalka

Sêmalka


nivîskar: Omer Dilsoz
barkirin: Gelawêj 7, 2013, 10:44


Rojeke germ a Tebaxê. Em ligel tîşkdana rojê ji Amedê di ser riya Mêrdînê re ber bi başûrê Kurdistanê –bo dergeha Xabûrî bi rê ketin.

Kelejana tebaxê gurî jê diçû.

Em ji Kurdistana yekê ya jorî ber bi Kurdistana duyê, bo Kurdistan sêyê ketin rê û devê çem û têlên sînoran me çerixandin û rex sînor rex sînor me xwe berda nava Kurdistanê bo Kurdistaneke dî.

Em ji sê Kurdistanan di perên çemekî derbas bûn.

Erê em gihîştin SÊmalkan, ku SÊ Kurdistan lê digihîştin hev û wî û vî perê robarekî ew jêk ve dikirin.

Ez, ligel lijneyeke nivîskarên Kurd ên bakur, bi ser agahiyên ku Deriyê Sînor ê Pêşabûrî ku wek SÊmalka nav daye, ku wî aliyê derî Kurdistanek û li aliyê dî Kurdistanek dî lê serdest e û herdu alî jî ji aliyê Kurdan ve têne parastin, girtiye, çûn wê derê.

Roj 6ê Tebaxê bi wê kelegermê piştî ku me Kurdistana jorî li Xabûrî hişt û Kurdistana jêrî têperand, em gihîştin lêva Kurdistana rojava.

Me îdia ji berpirsê Gumrika Pêşabûrî Şewket Berbiharî pirsîn.

Wî got, “Ji roja ev derî vebûyî heta îro çu carî nehatiye girtin. Ev deriyekî bo hatinûçûyîna însanî ye û bi vê mebestê radibe û hîç di vî warî de nehatiye girtin. Lê belê di ser vî derî re bazirganî nayê kirin.”

Hevalên me xwest şandeyek ji Kurdistana rexê dî ya çemî jî bête wirê. Li ser vê, ji Sêmalka Rojava du kes hatin.

Wan jî piştrast kir ku deriyê Pêşabûrî ji bo alîkariya însanî vekiriye ligel vê derbirîn ku ev têrê nake, pêdivî bi dergeheke mezin heye, divê pire li ser çemî bête çêkirin. Bo bazirganiyê jî ev derî bête vekirin û wan got ku ev derî tenê heyamekê bo bazirganiyê vebûye ku hingê hinekî xelkê Rojava pê rehet bûye.

SÊmalka, di navbera herdu aliyan de bi ser botên ser çemî têkilî durist dibe. Ev bot jî zêde mezin nîn in. Zerengiya wan zêde nîne.

Li berî derî birek Rojavayî hebûn li benda destûrê bûn ku biçine rexê dî nik kes û karên xwe.

Berpirsên Kurdistana Duyê daxuyandin ku di hatin û çûyînê de çi arîşe û kêşe nîn in. Xelkê wirê bi gazin bûn.

Berpirsan dianîn ser wê yekê ku ew naxwazin Rojava ji mirovan vala bibe, lewma jî hatinûçûyîna ji wir hinekî dixin ber kontrolê.

Heçî berdevkê aliyê dî bûn, gazin dikirin ku pêdiviya wan pir zêde bi her cure alîkarîyê heye û di vî warî de zêdebarî bar dikeve ser milê vî dergehê ku Kurdistanê bo Kurdistaneke dî vedike. Çi ku tê zanîn ku hemû dergehên bo Kurdistana Rojava vedibin, ji aliyê dijminên gelê Kurd ve hatine girtin.

Bo nimûne sînorên navbera Kurdistana yekê ya li bin destê Tirkiyeyê ku wek Serxet tê zanîn, hemû dadane.

SÊmalk, sê birîn, sê Kurdistan!…

SÊmalk sê caran rûyê me bû û rondikên wê di pêlên Dîjleyê werdibûn.

Çend rast, çend neweyî, lê a dilsoj ew e ku bibe behsê xeberî ku Kurd derî li ser Kurdî bigire; welew rast nebe jî, hema ev gotin bi xwe, têra xwe cihê dax û kovanê ye.

SÊmalka, bila bibe sêmala ku sê parçeyên Kurdistanê lêk vedibin û digihine hev.

Her çi be, ronahiya me tenê bi yekitî, hevgirtî û destbidestîyê ye.

Cejna Rojiyê li SÊmalka pîroz be; û ji SÊmalka bo hemû Kurdan pîroz be!

[email protected]
Omer Dilsoz

Jêder: Yuksekovahaber

dîtin: 246

Pêveker:

sêmalka