• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Parlementoya Kurdistanê karên xwe yên li Kerkûkê rawestandin

Parlementoya Kurdistanê karên xwe yên li Kerkûkê rawestandin


barkirin: Gelarêzan 9, 2017, 3:17


 

Parlamentoya Kurdistanê ofîsa xwe ya li Kerkûkê veguheste Hewlêrê û karên xwe da sekinandin.

Ofîsa Parlamentoya Kurdistanê ya Kerkûkê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber xirabiya rewşa parêzgeha Kerkûkê û hebûna metirsiya li ser karmendan, wan biryar dane ofîsa xwe ya ya li Kerkûkê veguhezine nav avahiya serke ya Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê.

Ofîsa Parlamentoya Kurdistanê ya Kerkûkê herwiha radigihîne, ku heta rewş asayî bibe wan bi awayekî demkî karên xwe jî dane sekinandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li hember rûmeta Ofîsa Parlamentoya Kurdistanê ya Kerkûkê bêrêzî û destdirêjî hatiye kirin. Piraniya dosya û kelûpelên ofîsê hatine talankirin û birin. Herwiha nûneratiya Parlamentoya Kurdistanê nekariya ala Kurdistanê jî li ser ofîsê bilind bike.”

Hêjayê gotinê ye, ku roja 16ê Cotmehê çekdarên mîlîsên şîe yên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, bi piştgiriya pasdarên Îranê, êrîşê ser Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî kirin. Piştî vekişandina hêzên pêşmerge yên ser bi aliyekê ve, ev herêm bi temamî ketin bin destê hêzên Iraqî.

Tê gotin, ku hêzên Iraqî û bi taybetî jî çekdarên şîe, li Kerkûk, Xurmatû û deverên din, sivikatî bi nirx û bahayên kurdan dikin, malên wan dişewitînin û talan dikin.

Yekem karê çekdarên iraqî daxistina alên Kurdistanê û xirakirina wêne û navên pêşmergeyên şehîd bû.

 

Zeyat Brusk 

dîtin: 46

Pêveker:

parlementoya kurdistanê karên xwe yên li kerkûkê rawestandin