• Têketin
  • Ziman
PDK û YNK xalên rêkeftina stratejîk serrast dikin

PDK û YNK xalên rêkeftina stratejîk serrast dikin


barkirin: Rezber 16, 2014, 2:04


Di civîneke çapemeniyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragehand ku gotûbêjên wan ên ligel polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) erênî bûn û got: ‘’Pêdiviya rêkeftina stratejîk bi serrastkirinê heye.’‘

Herdu polîtburoyên PDK û YNK’ê îro li Hewlêrê civiyan. Piştre di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de Serokwezîr û Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNK’ê Mela Bextiyar naveroka civînê eşkere kirin.

Barzanî derbarê rêkeftina stratejîk a navbera PDK û YNK’ê de got: ‘’Rêkeftina stratejîk berê hatiye kirin û pêwistiyek bû, ji bo Herêma Kurdistanê destkefteke wê ya mezin hebû, lê niha rewş hatiye guhertin û herdu alî hevdeng in li ser wêya ku divê xalên wê rêkeftinê bên serrastkirin û aliyên din jî beşdar bibin.’‘

Derbarê serdana xwe ya Bexdayê de jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Piştî ku wezîrên Kurd vegeriyan Bexdayê û sonda yasayî xwarin, em ê jî serdana Bexdayê bikin û gotûbêjeke cidî ligel Bexdayê dikin, em amade ne bi hev re rûnin û bi gotûbêjan pirsgirêkan çareser bikin.’‘

dîtin: 317

Pêveker:

pdk û ynk xalên rêkeftina stratejîk serrast dikin