• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pêçek Ji Zimanê Îşaretê Fahm Dikin

Pêçek Ji Zimanê Îşaretê Fahm Dikin


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 24, 2018, 2:29


Pêçekên me dişibin sungêrên kefikê û her îşaret/tevgerên ku em pêk dihînin û gotinên ku em dibêjin, yekser ji me werdigirin.

Lêkolîna nû ya li ser pêçekên heya yek salî diyar dike ku pêçekên heya yek salî li ser tevgerên me pirr hestyar in û ji îşaret û tevgerên me fahm dikin û dema em naaxivin jî pirr tiştan ji me werdigirin. Pêçek çawa zimanê axaftinê fahm dikin, bi qasî wê jî ji zimanê îşaret/tevgerînê fahm dikin. Lêkolîner encama xebata xwe ya nû di kovara Science de eşkere kirine.

Lêkolîner û dê û bavê zarokan ji berê ve dizanin ku zarok dişibin sungêrên kefikê û her tiştî dibihîzin, werdigirin. Lêkolîner bi xebata nû ya bi taybetî li ser zimanê îşaret/tevgerînê pêk hatiye, xwestine ku bizanibin pêçek bala xwe didin zimanê îşaret û tevgerînê û pê hestyar dibin an na?

Derûnnasekî ji zanîngeha Kalîforniyayê li ser pêçekên 6 mehî heya yek salî xebatên xwe pêk aniye. Di vîdyoyê de jinikek bi îşaret û tevgerên xwe hin tiştan pêk dihîne, mesela jinika di vîdyoyê de porê xwe berhev dike û li ser sînga xwe dirêj dike an jî bi destê xwe tiştekî an jî hêlekî îşaret dike. Bala pêçekên 6 mehî li beramberî pêçekên yek salî, ji sedî-bîst zêdetir li ser îşaret û tevgerên jinika di vîdyoyê de hebûye. Pêçekên 6 mehî zimanê axaftinê û zimanê îşaretê bi hêsanî ji hev vediqetandin, lê pêçekên yek salî nema dikaribûn.

Lêkolîner li ser bertekên pêçekan yên li hember zimanê îşaretê diyar dikirin, hûr bûne. Hinek îşaret biqusûr û kêmasî û hinek jî bêqusûr û kêmasî bûne. Pêçekên 6 mehî yekser bala xwe didan îşaretên bêqusûr û kêmasî ku heya wê gavê qet nedîtibûn. Pêçekên yek salî ne ewqas jêhatîbûn ku îşaretên bêqusûr û kêmasî û îşaretên biqusûr û kêmasî ji hev veqetînin. Lêkolînerên cihêreng li ser encama xebata nû wiha dibêjin; “Xebateke pirr hêja û girîng e, bi vê xebatê zanyariyên berfireh ya derbarê komunîkasyona bêpeyv û bêgotin ya bi pêçekan re eşkere dibin. Dîsa bi vê xebatê rê li ber îmkanên nû yên bi zarokên kerr re vedibe. Meriv zarokên kerr çiqas zû fêrî zimanê îşaretê ya bêqusûr û kêmasî bike, ewqas baş e.”

Çavkanî: Science

dîtin: 183

Pêveker:

zanist pêçek zarok ziman Îşaret axaftin xebat

Babetên nêzîk