• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pêşeroja Şengalê û Êzdîyan | Îlhan Kizilhan

Pêşeroja Şengalê û Êzdîyan | Îlhan Kizilhan


barkirin: Gelawêj 22, 2014, 10:25


Çiqas ev mijar ji hinek mirovan û partiyên Kurdan dûr xuya be jî, divê niha li ser vê mijarê were gengeşe kirin. Êzdî û milletê din li Şengalê niha di nav vê karasatê de hewldana jiyanmayinê didin û hê jî tênegihiştine çi hatiye serê wan. Ez bawerim çi kesê ku bi xwe ev jenosîd nedîtibe, nikare bi tamamî êş û tirsa kûr ya wan mirovan fêm bike. Kî ji me dizane mirina mirovatiyê, heywanetî û hovîtiya wan terorîstan fêm bike? Ji xeyna xemgînî, dilêşî û gilogirî, ez nizanin çawa ye ku li ber çavên min serê zarok û hezkiriyên min were jêkirin. Ez nizanim çawa ye ku di destê min de zarokek ji ber birçîbûnê bimire. Ez nizanim ku çawa ye keça min ji destê min derxin û bi xwe re bibin. Ez nizanim, nizanim û naxwazim zanibim, ji ber ku baweriya min ya ku hinekî mayî jî wê winda bibe.

Sal li ser sal, nifş li ser nifş dîsa travma, birîna derûnî kete dilê wî milletî û ti car sedî sed derman nabe.

Niha hestên Êzdiyan bilind û tevlîhev in, bêçareyî xwe wek siyeke reş di nav Êzdiyan de belav kiriye. Ew dîsa ketin wê baweriyê ku bi tenê ne, wek hercar bûnê sêwiyên gerdûnê û ti car ew ji wan fermanan xilas nabin. Vê karesatê hundirê dilê Êzdiyan şikand.

Min di nav malbatên Êzdiyan li Ewropayê de dît ku ew mirovên berê rûken, kêfxweş, dilgerm û mirovperwer cawa hatine şikandin. Di her maleke Êzdî de tazî û şîn derbas dibe. Zarokên wan behsa DAIŞê û mirinê dikin. Mêrên Êzdiyan ku bi jêhatîbûn û bêtirsiya xwe bi nav û deng in, wek şêrekî bi birîn û di qefesê de xuya dikin. Min van rojan dît ku çawa jin û mêrên zane, jîr û serbilind bedenê xwe li hev tewandibûn û li ser hev bi roja digiriyan. Ne kar, xwarin û vexwarin, wek gêjan û nîv mirî ji xwepêşandanekê diçin xwepêşadaneke din. Min dît ku hêvî û baweriyên wan çiqas şikestine; bûne wek bazekî bê bask. Min dît û ez wan wêneyan ti caran ji bîr nakim!

Jixwe li Kurdistanê rewşa Êzdiyan bi tamamî awarte ye û ti gotin jê re tine ku mirov bikaribe vê rewşê şirove bike. Wexta mirovatî bimire mirov wê çi bêje?

Lê ev dem jî wê derbas bibe û jiyan wê dom bike. Lê Êzdiyên beriya 3yê Tebaxê neman, hemû mirin. Ji bo Êzdiyan demeke nû bi Êzdiyên guhertî destpêdike. Êzdî belkî ji Kurdên Misilman û partiyên Kurdan re tiştekî nebêjin, lê ew niha Kurdîtiya xwe, nêzîkbûna xwe bi mirovên Misilman û pêşeroja xwe didin ser mezînê. Êzdiyan niha destpêkirine û hertiştî di nav xwe dikin lêpirsînê. Ez niha bibêjim encam wê ne li gorî dilên gellek mirovan be!

Êzdiyên ku bikaribin ji Kurdistanê derkevin ewê herin û ti caran venegerin, belkî wiha dilê hinek kom û şexsan jî rihet bibe. Jixwe wan nedixwest ku Êzdî, Xiristiyan û hemû olên ne Misilman ji Kurdistanê derkevin?

Êzdiyên ku nikaribin derkevin, wê bi hinek alîkarî dîsa vegerin Şengalê û bi tirsek ji der û dorên xwe jiyana xwe dom bikin. Jiyaneke herdem bi tirs çiqas xirab be, van rojan Kurdan jî bi tirsa ku DAIŞ êrişî Hewlerê, Duhokê an jî Kerkûkê bike dîtin. Êzdî çiqas nebêjin jî, herdem di nav tirsê de dijîn. Himberî xwişk û birayên xwe yên Kurd jî bi tirs û guman in.

Bi serpêhatiyên ji jenosidên borî û ya niha Êzdî wê bi kû derê ve herin?

Hewildanekê di nav Êzdiyan de li Kurdistanê û diyasporayê destpêkiriye. Li gorî hinek Êzdiyan du rê hene: Yek; pirraniya Êzdiyan wê ji Kurdistanê derkevin û herin cem Êzdiyên ku li welatên xerîb dijîn. Belkî hinek kêm an zêde bimînin, lê demdirêj Êzdî wê li Kurdistanê wek niha Xiristiyan û Cihûyan tine bibin.

Rêya duyem ewe ku êdî Êzdî li Kurdistanê an jî ligel Bexdayê bêyî xwedî statuyeke fermî qebûl nakin. Rasterast Êzdî êdî ji bo Şengalê ketine nav hewldaneke ji bo otonomiya Şengalê. Li gorî wan, gava pêşî divê Şengal ji aliyê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) ve were parastin. Paşê Şengal dikare bibe wek wilayetek û bi xwe waliyê xwe hilbijêrin. Dawî jî Şengal divê girêdayî Hikûmeta Kurdistanê an jî girêdayî Bexdayê xweseriya xwe ragihîne. Da ku Êzdî bikaribin wek civak û ol bi Xiristiyan, Tirkmen û Misilmanan re bi xwe îdareya xwe li Şengalê ava bikin.

Ev konzept ji aliyê rewşenbîr, siyasetvan û peşmergeyên Êzdiyan ve maqûl tê dîtin. De ka emê bibîn ka Hikûmeta Kurdistanê li ser vê konzeptê çi difikire. Ez niha jî dikarim bibêjim ku ev konzept kêm zêde wê ji aliyê PKKê ve were qebûlkirin û wê ji ber gellek sedeman piştgiriya Êzdiyan bike. Êdî Hikûmeta Kurdistanê îro çiqas bi şerê li dijî DAIŞê ve mijûl be jî, (ez wek her Kurdekî hêvî dikim ku nehêle yek terorîst li axa Kurdistanê bimîne), divê konzepta xwe ji bo Şengalê eşkere bike. Hikûmeta Kurdistanê dixwaze ku Êzdî ne tenê wek oleke resen ya Kurdan, na, lê wek komeke taybet ya civakî û olî bike xwedî statûyekê û alîkariyê bike ku Şengal di nav Kurdistanê de bibe xwedî otonomî? Êzdiyan biryara xwe daye. Biryara we çi ye?

 

RÛDAW

 

dîtin: 276

Pêveker:

pêşeroja Şengalê û Êzdîyan Îlhan kizilhan