• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pêşeroja Sûriyê

Pêşeroja Sûriyê


nivîskar: Elî Roj
barkirin: Rezber 6, 2015, 10:06


Rewşa ku îro li Sûrî tê jîn, rewşekî sîlo û nediyare, ji ber ku qaşo herkes li çareseriya pirsgirêkê digere, lê hemû hêzên ku li çareseriyê digerin, ji çareseriyê gelekî dûrin. Ji xwe rewşa Sûrî di serî de dihate naskirin ku wê ne mîna rewşa tu welatên din be. Ji ber ku Sûriya bandora xwe li ser herema rojhilata navîn tevahî heye û ew mîna navenda gihiştina çiqarê gelek hêzên ku desthilatiya xwe li ser herem û cîhanê didine meşandin e. Ango dema ku em rewşa heyî şîrove bikin, pêwîste ku em li Sûriyê cihê her hêzekî di vê teraziyê de diyar bikin, ji ber ku şerê  îro li ser axa Sûriyê tê kirin şerê hêzên navnetewî ye. Her hêzekî dixwaze hêza xwe û bandora xwe li ser heremê û cîhanê bide nîşandan. Di serî de Emrîka û piştî ketina reyal sosyalîzimê û derketina wê li ser qada navnetewî mîna hêza tekane ya ku cîhanê bi rêve dibe û tu hêzên din nikarin li beramberî wê bisekinin. Ev ji milekî ve û ji milekî din ve jî dewleta Rosiya ya ku hin bi hin hêza xwe komî ser hev kir û îro dixwaze cihekî xwe di biloqa navnetewî de bigre û ji bona parastina baragehên xwe yê di rojhilata navîn û di serî de li Sûriya, îro dixwaze mîna hêzeke ku hesabên mezin jêre werin kirin xwe nîşan bide.  Di rewşa heyî de, li milekî Rosiya, Sûriya, Îran û beşek ji Îraqê mîna biloqekî derdikevin holê. Di rewşa heyî de û di bin navê şerê DAIŞê de, hemû hêzên heyî û li gorî çiqar û bercewendiyên xwe cihê xwe di vî şerî de digrin. Heyanî neha emrîka di asta yekemîn de dihat û hemû hêzên heremî di nav de jî Turkiya xwe li gorî rewşa heyî dîzayîn dikirin. Lê îro bi ketina Rosiya li ser xetê û bi rengekî aktîf û cihê xwe di vî şerî de girtin, êdî du biloq derketin holê ev herdû biloq her çend di henek xalan de çiqar û siyaseta wan hevdû nagirin, lê di mesela mayîna Beşar li ser textê desthilatiyê heyanî demeke nediyar hemfikirin. Di vê rewşa heyî de wê gelê Kurd cihê xwe di kîjan biloqê de bigre? Gelê kurd wê xeta siyemîn ya ku di destpêka şoreşê de ji bona xwe bingeh girtî bigre, an wê li gorî rewşa heyî cihê xwe di yek ji van herdû biloqan de bigre. Di vê rewşa heyî de ya giring ew e ku ji van herdû biloqan kî bi rengekî rast nêzî pirsgirêka Kurd dibe û ji bona çareseriya wê amedeye. Li gorî ku tê xuyakirin herdû biloq dixwazin ku gelê Kurd tevlî xwe bikin û vê carê jî herdû biloq amedene ku destekeke ber bi çav jî bidin. Di rewşa heyî de ji ber ku ji bilî YPG û YPJê tu hêzên din yên ku bawerî bi wan were kirin li holê tunene, ji ber vê yekê herdû biloq jî hewceyî gelê Kurdin.

dîtin: 226

Pêveker:

pêşeroja sûriyê