• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pêşgir û amraza RA di peyvsaziyê de

Pêşgir û amraza RA di peyvsaziyê de


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Gelawêj 15, 2017, 1:40


 

Pêşgir û amraza (ra) ku bi Înglîzî dibe (tele), yan (Ra) zêdetir ango: Ber bi aso şandin, pird, Gihandin, ber bi pêşve birin û.. ev pêşgir û amraz a (ra) di zimanê Kurdî gelek roldar e û gelek peyv û çavkaniyên nû afirandine, di niha de jî bi taybet di zarê Soranî de gelek peyv û wateyên têr û tejî ya nû pê afirandine, ji bo berçav ronî hinek mînakan:

-Rapirsî - Referandum

-Randaz - Computer

-Rabîn - Television

-Rabîs - Radeo

-Ragahî - Report (rapor)

-Ragoz - Tren (qîtar)

-Rabar – Truck, Kamyon

-Raguzar - Taxi

-Rafir - Air, Plane (tayyare)

-Rager -  Automobel, Car

-Rago - Telephone

Gelek peyvên din hene ku naxwazim li vir zêdetir binivîsim, pêwîst e zimannas û zimanhezên me ji pêşgir û amraza Ra sûdmend bin, bi taybet di zarê Kurmancî de.

ji bo nêzbûn û yekbûn û zengînbûn û rengînbûna zimanê Kurdî hem van peyên nû bikevin Kurmancî û hem jî ji hemû pêşgir û paêgir û amrazan sûdmend bin û bikar bînin bi awayekî baş û baldar.

//Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 113

Pêveker:

pêşgir û amraza ra di peyvsaziyê de

Babetên nêzîk