• Têketin
  • Ziman
Petra Wurzel; Ez bi dil û can li ba Pêşmergeyên Kurd im | Husên Duzen

Petra Wurzel; Ez bi dil û can li ba Pêşmergeyên Kurd im | Husên Duzen


barkirin: Hêzîran 22, 2014, 12:34


Husên Duzen (BasNews): Petra Wurzel, xanimeke alman û dosteke kurdan e. Pirtûka wê Rojbaş bi dehên salan ji gelek kesan re bû alîkar daku kurdî fêr bibin. Em bi Wurzel re li ser amadekirina pirtûka wê Rojbaş, mamostetiya wê ya kurdî û gelek tiştên din axifîn.

H. Duzen: Petra xan, gelek sal derbas bûn. Tu dikarî dawiya tiştê ez niha bibêjîm bînî: A, B(ê), C(zê)…?

P. Wurzel: Ma tu dixwazî bibêjî: A, B(ê), T(ê), S(ê), ezê herime medresê, ezê herim bixwînim, çavê tirkan derxînim, heyfa kurda hilînim? Yê ku ez li mala Osman Sabrî fêrbûme?

H. Duzen: Erê. Bi rastî, min got piştî ewqas sal dibe ku te ji bîr kiribe. Kengî û çawa tu fêrî vê metelokê bû?

P. Wurzel: Sala 1983’an ez çûm Şamê da ku fêrî zimanê erebî bibim. Ji xwe wê demê min tirkî dizanî û ji bo zimanê kurdî li tu deveran kurs tunebûn. Û ji ber ku min bursa weqfekê ji bo kurseke ziman li welatekî biyanî di pêşbaziya zimanan de qezenc kiribû, min biryara xwe da ku ez herim Sûriyê. Wextê ku ez li wêderê bûm ez çûm serdana Osman Sabrî jî. Ew hîn dijîya. Li mala wî ez ‘‘A, Bê, Tê, Sê’‘ fêrbûm.

H. Duzen: Rahmetiyê Osman Sabrî bi xwe ev ji te re gotin?

P. Wurzel: Na, li ba wî jinikeke ciwan hebû, ez bawer im keça wî bû û bi qasî ku tê bîra min navê wê Kewê bû, lê ez baş nizanim. Berî ku em razên, em bi hev re rûnuştin û wê ez elimandim.

H. Duzen: Biqasî ez dizanim ji alî dê û bavê ve tu têkiliyên te bi kurdan re tune ne, ne wiha?

P. Wurzel: Erê rast e. Bavê min koçberekî ji Şlêziya Jorîn (Oberschlesien) bû, diya min li Bremenê hatibû dinyayê, lê mala wê jî koçberên Prusya Rojhilat (Ostpreussen) bûn. Ez bixwe wekî keçeke Bremenî mezin bûme û hê jî xwe wekî Bremenî dibînin. Herçiqas jî hevalên min dibêjin ‘‘keça kurda’‘ yan jî ‘‘bûka kurda’‘ ya ku ‘‘ji me zêdetir kurd’‘ e.

H. Duzen: Tê bîra min demeke dirêj, gelek kesan digot, tu keça rahmetiyê Hemreş Reşo yî. Ez bi xwe jî ketibûm şikê, ka gelo rast be.

P. Wurzel: Hemrêş Reşo yek ji mamosteyên min bû. Bi alîkriya Zozan Mönch-Bucak min ew nas kiribû û ew ji bo pêşvebirina kurdiya min gelekî bû alîkar.

H. Duzen: Tu ne tenê baş bi kurdî dizanî, lê belê tu nivîskara pirtûkeke dersa zimanê kurdî yî jî, ku li Almanyayê pirtûka herî bikêrhatî di vî warî de tê hesibandin. Mereqa te ya ji bo kurdî çawa dest pêkir?

P. Wurzel: Ji bo bersivdana vê pirsê pêwîst e ez ji serî ve dest pê bikim: Berî juntaya leşkerî ya sala 1980’yî li Bremenê gelek havalên min ji Tirkiyê hebûn. Piştî juntayê min dît ku ew bûn du beş; beşek ji wan li dijî juntayê bû yê din jî junta diparast. Temenê min hîngê 17 bû. Min baş fam nekir bê ji bo çi ew herdu komên hevalên min piştî juntayê wiha ji hev ketin. Min dît ku yên li dijî juntayê ne kurd û yên ku ew diparstin tirk in. Heta hîngê ez tirkî fêr bûbûm û min hemû tiştên ku di navbera hevalên min ên ji Tirkiyê dihatin nîqaş kirin fêm dikir, lê sedemê wê nakokiyê nediket serê min û agahdariyên min li ser kurdan qet tune bûn. Ez çûm kutûpxaneya bajêr û min hinek pirtûkên li ser kurdan ji xwe re peyda kirin. Min dît ku tu têkiliya kurdî bi tirkî re tune ye. Û ji ber ku min dixwest ez nakokiya di navbera kurd û tirkan de baş fêm bikim û bi mirovan re bi xwe bipeyvim min biryar da ku ez fêrî zimanê kurdî bibim.

H. Duzen: Hevalên te yên tirk, çi kirin? Kêfa wan ji vê mereqa te ya nû re hat?

P. Wurzel: Na, pir hêrs bûn. Anîn wê astê ku ez tehdît jî kirim. Yekî bi navê Şukrî hebû nêzîkî ‘‘gurên gewr’‘ bû; bi rêya hevalekî min ê din bi min da zanîn ku ger ez dest ji Kurdan bernedim ew ê li min bixe. Her hal min dest ji Tirkan berda.

H. Duzen: Piştre te çi kir?

P. Wurzel: Min Yayla Mönch-Bucak li Brêmenê nas kir. Wê hinek nav dan min û got ku ez karim bi wan re bikevim têkiliyê. Yek ji wan Hemreş Reşo bû… Wek ku tu dizanî wan salan pirtûkên dersê yên ji bo kurdî tune bûn.

H. Duzen: Ez ne şaş bim ji bo te jî pirtûka Celadet Alî Bedirxan bû alîkar.

P. Wurzel: Na, na hîngê ew (bi elmanî) hê derneketibû. Ji bo ez fêr bibim sê tişt di dest min de hebûn: 1) Pirtûka Kamuran Alî Bedirxan. Yeke biçûk bû, di nav weşanên Hevra de derketibû û ew hê jî li ba min e. 2) Ferhenga J. Blau û 3) Kitêbên zarokan yên ku li Swêdê derketibûn.

H. Duzen: Mebesta te ew pirtûkên zarokan yên ji Swêdî wergerandî, wek ên Astrid Lindgren, Pîpiya Goredirêj û yên din e?

P. Wurzel: Di destpêkê de tenê pirtûkeke Mahmut Baksî hebû, lê yên Astrid Lindgren û hwd. piştre ketin destê min.

H. Duzen: Erê, pirtûkek rahmetiyê Mahmut Baksî bi navê Zarokên Îhsan hebû, ez bawer im navê yekê jî Zozan bû. 

P. Wurzel: Erê, tu rast dibêjî, niha hat bîra min. Min bi alîkariya wan pirtûkan dest bi fêrbûna zimanê kurdî kir. Lê pirsgirêkeke gelekî mezin jî ew bû ku hemû ferheng û materyalên din tenê kurdî-(zimanekî biyanî) bûn, ango ez dixwazim bibêjim wextê ku min dixwest hevokekê bibêjim ku min yek-du peyv nedizanî tu derfet di destê min de tunebû ku wan xeberan wergerînim kurdî. Sedema ku min çima ewqas hiş û mejiyê te xwaribû jî ew bû. Ji min re hergav kurdek ji bo wergerandina xeberên kurdî pêwîst bû.

H. Duzen: Baş tê bîra min, ne tenê peyv bûn, an ‘‘xeber’‘ ji qewlê te ve. Bêtir ergatîv û hevokên ne reel bûn babeta gotûbêjên me. Ez û hevalekî wê demê di Hewarê de li ser ‘‘Bingehên Gramêra Kurmancî’‘ dixebitîn. Pirsyarên te baş bi kêrî me jî dihatin. 

P. Wurzel: Erê, rast e, lê ez bawer im ku wan deman ez hê ne gihaştibûm hevokên ne reel. Lê wan deman hêdî hêdî pirtûkên din li ser zimanê kurdî derketin wekî pirtûkên ku te berê jî got, Pipiya Goredirêj û hwd.

HD: Gelo wergera wan pirtûkên Lindgren hîngê çawa bû?

P. Wurzel: Wergera wan pirtûkan ne baş bû, ji ber ku kesên kurdînas wan deman pir kêm bûn. Ji xwe wan salan dersên zimanê kurdî yên BARAN jî di her hejmara Dengê Komkar de derdiketin û li Komela Komkar li Bremenê kurseke zimanê kurdî dest pê kiribû. Ez jî beşdarî wê kursê bûm.

HD: Erê hingê kek Kemal Burkay bi navê Baran ew Dersên Zimanê Kurdî derdixistin ku di sala 1988’ê de wek pirtûk hatin weşandin.

P. Wurzel: Erê, rast e. Min jî ne dizanî ku Kemal Burkay xwe li pişt navê BARAN vedişêre. Rojekê ez rûniştim û min rexneyek li ser pirtûka wî nivîsand û da Weşanên Komkar, da ku ji BARAN re bişînin. Ne rexneyeke neyînî bû lê hinek pêşniyarî û fikrên baş ji hêla xwendevaneke kurdî ve bûn. Piştî ku min ew şand yekî ji wan ji min re got ku BARAN Kemal Burkay e û min gelek fedî dikir ku min ew rexne nivîsandibû. Bi salan şûnda min Kemal Burkay li deverekê dît û min fêhm kir ku ew qet ji min ne qeherîbû, lê belê kêfa wî gelek ji rexneya min re hatibû.

H. Duzen: Piştî lîseyê tu hat Hamburgê ne wiha? 

P. Wurzel: Berî ku ez bêm Hamburgê min salekê li zanîngeha Bremenê mamostetî xwend lê kêfa min pir jê re nedihat. Pişt wê re ango piştî çûna Sûriyê, ya ku min li jor behsa wê kir, sala 1983 ez hatim Hamburgê, ji bo ez li wir Îranîstîk bixwînim. Ji xwe jê pê ve tu dizanî.

H. Duzen: Tê bîra min tu zehf jêhatî bû. Her ku te ez li Mensayê didîtim te ez di bin pirsyaran de dihiştim. Eşkere bû ku tu bi hemû hêza xwe di nav kurdiyê de bû.

P. Wurzel: Erê, di beşa îranîstîk de mamosteyekî bi navê Gropp hebû. Wî bi taybetî babeta ergatîv ji farisîya kevin baş zanîbû, loma gelek tiştan ez ji wî jî fêr bûm.

H. Duzen: Bi qasî tê bîra min, wan salan tu bi komek jinên kurd re jî xebitî.

P. Wurzel: Ez nizanim, gelo tu Beatrix Wietholt nas dikî? Wê ji bo xebata xwe ya dîplomayê nîv salekê li Karakoçanê (Dep) derbas kiribû. Rojekê wê ji min re got va komek jinên êzdî hatine, tu karî kursa xwendin û nivîsandinê bidî wan? Ez ne şaş bim sala 1985’an bû. Ez ji wan jinan gelek tiştan fêr bûm, ji ber ku wan ji kurdî pê ve bi tu zimanên din nizanîbûn, ev ji bo min derfeteke mezin bû. Bi kurtahî ez dikarim bibêjim, ew materyalên destpêkê, axaftinên min û te yên mensayê, xebata bi wan jinên êzdî re bûn alîkar ku kurdiya min baş bû.

H. Duzen: Te hingî dest bi dana dersên kurdî jî kir, ne wiha?

P. Wurzel: Min hinek not girtin û ew mîna dersan nivîsandin. Min dixwest ku ez bibînim bê mirov dikare bi wan dersê jî bide. Min li taxa Wilhelmsburgê sala 1986’an 87’an kurseke zimanê kurdî da. Di nav şagirtên min de diya Evîn Annegret û jina Nebî Kesen Anke jî hebûn. Min dît ku ew dersên ku min amade kiribûn bi kêr tên, ez li ser wan bêhtir xebitîm.

Piştî wê min careke din li Hannoverê jî dersên zimanê kurdî dan û fikra çêkirina pirtûkeke kurdî hîn bêhtir pêş ve bir. Wek tu dizanî piştre jî ji wî karî pirtûka ‘‘Kurdisch in 15 Lektionen’‘ derket.

H. Duzen: Piştre jî tu çû Kölnê?

P. Wurzel: Ez bawer im tê bîra te, min sala 1984’an zilamê xwe naskir. Dilê me ket hev. Ew jî sala 1987’an çû Kolnê. Min dawiya sala 1988’an da dû wî. Sala 1990 jî em zewicîn. Ji hîngê ve em bi hev re li Kölnê dijîn. Kurê me Dara Marc û keça me Arîana Mehrîvan hene.

H. Duzen: Xwedê wan bi dê û bav mezin bike. Kurdiya wan çawa ye?

P. Wurzel: Sipas. Pir mixabin zarokên me tenê bi elmanî dizanin. Lê ew jî ji ber hinek sedemên taybetî ye ku ez naxwazim li vir behsa wan bikim.

H. Duzen: Çapa 1. a “Kurdisch in 15 Lektionen” jî li Kölnê derket.

P. Wurzel: Erê ew sala 1992 bû.

H. Duzen: Û çapa 2.?

P. Wurzel: 1997 bi navê Rojbaş ji hêla weşanxaneya Dr. Ludwig Reichert Verlag ve hat weşandin.

H. Duzen: Çi guhertin di nav van herdu çapan de hene?

P. Wurzel: Di destpêkê de kesên ku dixwestin kurdî fêr bibin hemû ji pîşeyên sosyal bûn, wekî karkerên sosyal, abûkat-parêzer, hinek mamoste û alîkarên derdora dêrên elman. Ji ber vê yekê babetên ku min hilbijartibûn jî zêdetir ew babet bûn ku bala wan dikşand. Ango di navenda babetan de pirsgirêkên kurdên li Elmanyayê hebûn, ne çîrokên li ser jiyana gundiyên kurd li Kurdistanê, li ser mî û bizinan, cotkarî û belengaziyê, wekî di pirtûka Baran de ya ku zêdetir li ser jiyana li Kurdistanê sekinîbû. Lê di navbera salên derbasbûyî (1992 -1997) de kesên ku dixwestin fêrî zimanê kurdî bibin jî guhertine; êdî hevaltiya navbera kurd û elmanan di navenda xebata me de bû wekî mîsal, li şûna jinikeke ku di ‘‘Kurdisch in 15 Lektionen’‘ de daxwaznameyeke kincan dide dagirtin, êdî di pirtûka ‘‘Rojbaş’‘ de jinikek heye ku nû tê Elmanyayê û dixwaze ji xwe re kincên nû û nûjen bikire û li ser wê meseleyê bi hevalên xwe re dipeyive. Wekî din min hinek dersên nû û babetên nû jî lê zêde kirin û bi vî awayî pirtûk berfirehtir kir, bû 20 ders.

H. Duzen: Çapa 2. bi dorfirehî hat belav kirin.

P. Wurzel: Erê, ez bawer im ji bo nasandina pirtûkê weşanxaneya ‘‘Reichert Verlag’‘ jî çêtir bû, ji ber ku ew weşanxaneyeke bi nav û deng e ku rêzeke pirtûkên dersan ji bo hinek zimanên ku kêm têne elimandin wekî yewnanî û erebî jî derxistibûn û ew weî weşanxaneyeke zimannasiyê tê nas kirin.

H. Duzen: Piştî şerê Xelîcê, wan salan ji nişkê ve kurd ketin rojeva dunyayê. Gelek almanên ku heta hingî tenê di pencereya Tirkiyê re kurdan mêze dikirin, neçar man ku bi kurdan ve bêhtir mijûl bibin û hinekan ji wan jî xwest ku kurdî fêr bibin. Di demeke wiha de ‘‘Rojbaş’‘ gihişt hewara me.

P. Wurzel: Erê rast e, him ‘‘Kurdisch in 15 Lektionen’‘, him jî piştre ‘‘Rojbaş’‘ gelekî bi kêrî wan mirovan hat…

H. Duzen: Jê pê ve li zanîngeha Essenê bi pêşkêşiya xanima Johannes Meyer Ingwersen, Rosemarie Neumann we bi dirêjahiya salan kursên kurdî dan.

P. Wurzel: Erê, di navbera salên 1993 û 2001’an de min li zanîngeha Essenê bi angajmana giranbiha ya Rosemarie Neumann kursên ‘‘intensiv’‘ yên zimanê kurdî didan. Mamosteyên wan kursan ez û Zerdeşt Haco, Ahmet Begik û hinek kesên din bûn.

H. Duzen: Yek ji wan jî Husên Kartal bû, ji ber rojekê rêya min bi wir ket û ez bûm mêvanê derseke wî.

P. Wurzel: Ji xwe herkes dibêje ku ew jî di nav wan de bû, lê ji ber ku min ew nas nedikir, ew mesele qet nayê bîra min. Yê ku tê bîra min tenê ev e: Dema ku min li zanîngeha Essenê dest bi fêrkirina kurdî kir Johannes Meyer Ingwersen, yê ku berî min yekî ji elmanan bû ku pir baş bi kurdî dizanî, hîn dijiya, mixabin destpêka salên 2000’an çû ser heqiya xwe. Di destpêkê de gelek kes ji tevahiya Elmanyayê dihatin dersên me. Ji bo kursa pêşî me got 20-25 kes dikarin beşdar bibin, zêdeyî 50 kesî serî lê dabû û Rosemarie hema rabû ji deverekê derfet dît û kurseke din da meşandin a ku ji aliyê Zerdeşt Haco ve hate dan. Me dît ku daxwazeke pir mezin ji bo dersên zimanê kurdî heye û di destpêkê de beşdarên elman û kurdên ku bi kurdî nedizanîn û beşdarên ku tenê dixwestin fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibin bi hevre xwendin. Paşê me ew kurs ji hev veqetandin û êdî kursên ji bo xwendin û nivîsandina kurdî û yên zimên cûda bûn.

H. Duzen: Niha tu hê dersên kurdî didî?

P. Wurzel: Ji ber hin sedemên taybetî ez êdî mamostetiya kurdî nakim, lê bi qasî ku ez dizanim kursên kurdî li zanîngeha Essenê piştî navberekê bi çend salan hê jî berdewam in.

H. Duzen: Petra xan, piştî ku pirtûka te ji ewqas kurs û mamosteyan re bû alîkar, ewqas kes pê fêrî kurdî bûn, ez dixwazim niha bipirsim bê çi bû sedem ku te pirtûkeke wiha nivîsand?

P. Wurzel: Ez bi xwe ji aliyê ziman û rêzimanan ve gelekî jêhatî me. Ji ber ku min ew tecrûbe carek kiribû (bi zimanê latînî) ji bo min fêrbûna zimanekî bê mamoste tiştekî hêsanî bû. Lê min dizanî ku piraniya mirovan nikarin bê mamoste û bê program fêrî zimanekî bibin. Loma min dixwest ku tecrûbeyên min bi kêrî mirovên din jî bên. Ji xwe kesên ku dixwestin fêrî zimanê kurdî bibin roj bi roj zêdetir dibûn.

H. Duzen: Te pirsgirêka rêbazê çawa çareser kir? 

P. Wurzel: Wextê ku min beşa îranîstîkê xwend, rêbazên baş ji bo fêrkirina zimanan ketin destê min. Bi berhevkirina hinek pirtûkên dersên zimanan wekî ya farsî û ya paşto û bi zanîna xwe min rêbazeke fêrkirina zimanê kurdî ders-bi-ders pêk anî û di hinek kursan de ceriband. Lê belê têkiliya min bi hinek kurdên jîr û jêhatî re jî hebû, û bi nîqaşkirina ser dersên xwe min programa xwe her ku çû kemiland.

H. Duzen: Kî bûn ew kurdên ‘‘jîr û jêhatî’‘ ?

P. Wurzel: Li ba me hinek kurdên Cizîra Botan hebûn, min pirsên ka gelo bi vî yan jî bi wî warî tê gotin bi wan re niqaş dikir. Wekî din hinek mamosteyên kurd wekî ‘‘Mamoste Fettah’‘ jî alîkariya min kiribûn. Armanca min ne fêrkirina kurdîyeke ‘‘nivîsandî’‘ bû, mebesta me zêdetir kurdîyeke zindî bû. Ew jî yek ji pirsgirêkên herî mezin di navbera min û kurdan de bû. Hemû kesên kurdîzan ên ku min nasdikirin kurdîyeke safî dixwestin, digotin bila her tişt kurdî be. Ango tu peyveke tirkî yan erebî nedihat pejirandin. Lê wan deman hê televizyona kurdî tune bû û kurdiya nivîsandî pir nedihate zanîn. Loma min riyeke di navbera kurdiya nivîsandî û ya zindî ya ku min li ba jinên êzdî dîtibû ji xwe re hilbijart, ango kurdîyeke ku ji hêla herkesî ve tê fêhm kirin.

H.Duzen: Û çavkanî? Di pirtûkê de diyar e ku pirtûka Qenadê Kurdo jî û ya Celadet Bedirxan jî li ber destê te bûn.

P.Wurzel: Çavkaniya min zêdetir pirtûka Celadet Bedirxan bû ji ber ku min rêbaza Qenadê Kurdo pir neeciband. Ji hêla zanistî ve pirtûka Bedirxan ji ya Kurdo çêtir e, ji ber ku ew zimanê kurdî bi hemû taybetiyên wî şirove dike û ne bi berhevkirina bi zimanekî din ve, Kurdo zêdetir li gora zimanê rûsî şirove dike.

H. Duzen: Van salên dawî hinek xebatên din jî di vî warî de hatin kirin. Tu bawer î ku karîbûn ji ezmûnên te sûdê werbigrin?

P. Wurzel: Ez hergav dibêjim ku pirtûka min tenê destpêkek e, ango karekî ‘‘pîyonîr’‘ e. Niha dora yên din e. Yên ku piştî min dixwazin pirtûkeke zimanê kurdî yan jî li ser rêzimanê kurdî û hwd. binivîsînin bila kerem bikin. Ez bi kêfxweşî ji wan re dibim alîkar jî. Bila werin û ji min bipirsin, bila werin dersê ji xeletiyên min derxînin û tiştekî hê baştir pêk bînin. Lê ji min ewqas e…

H. Duzen: Tu tucarî çûye Başûrê Kurdistanê?

P. Wurzel: Erê ez par çûm Kurdistana Başûr. Parlamentoya Kurdistanê ez û hinek rojnamevanên elman vexwendibûn û ez li vir dîsa dixwazim spasî Bahoz û Sîrwan bikim ku wan ez di nav wan kesên taybetî de hilbijartim.

H. Duzen: Tu rûdanên li Rojava û Başûr çawa dibînî. Tu bawer dikî ku di demeke kurt de Kurdistaneke ser bi xwe bê damezrandin?

P. Wurzel: Ez bi dilekî hêvîdar li bûyerên Kurdistana Rojava û Başûr dinêrim û nûçeyan dişopînim. Ez bawer im ku bi vê rewşa han firsendeke mezin ji bo Kurdistaneke serbixwe ketiye destê kurdan. Ez bi dil û can li ba pêşmergeyên kurd im û serkeftinê ji wan re dixwazim.

H. Dozen: Sipas ji bo vê sohbetê.

P. Wurzel: Spas xweş.

BASNEWS

dîtin: 837

Pêveker:

petra wurzel; ez bi dil û can li ba pêşmergeyên kurd im | husên duzen