• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
“Peymana Mayflower “ û mijara Kurdistanê

“Peymana Mayflower “ û mijara Kurdistanê


nivîskar: Kadir Amaç
barkirin: Gulan 16, 2016, 12:22


Girseyên(kolonî) ji welatên Ewrûpa koçî Emerîka bûn, di dîroka dagirkeriyê de wekî jêr dagirker destpêkê xwe birêve birine. Yê ku ev maf dayî wan “Peymana Mayflower“ bûye. Di vê wateyê de Kurd, li makewelatê xwe hezar sale têne dagirkirin û wekî gel hîna jî nikarin xwe li gorî yasayên dagirkeriyê jî birêve bibin. Dema ji vê yekê em bikevin rê ji bo em bo doza Kurdî sûdeka rewşenbîrî bidin û gotûbêj bikin sûd di wê yekê de heye em rêvingiyeka kin ji bo şêwazê xwerêvebiriya girseyên Emerîka û encamên wê yên azadiyê pêk bînin.

Di sedsala XVII. de piraniya koçberên hatî Emerîka Ingilîz bûn. Li gel vêya ji bo deverên wê yên navîn Hollandî, Siwêdî û Elman bicih bûbûn. Li Başûr jî koleyên Efrîqî, Îspaniyên wekî koloniyan belav bûyî, Îtalî û Portekîz hebûn. Lê belê Keyseriya Mezin ya Berîtanî, ji ber dûrbûna Okyanosa fireh dibê sedem ne dikarî çavdêriya xwe li ser Kolonîyên Emerîka bike.

myflower_compact1

Koloniyên Emerîkî di dîroka siyasetê de cara yekem bi mercê girêdayî Keyseriya Berîtanî bimênin dest bi pêkanîna xwerêvebirinê kirin. Her Kolonî an ku girseyê hikumetek ava kiriye û her Koloniyê bi vê hikumeta avabûyî xwe birêve biriye. Koloniyên Emerîkî di dîroka 11 ê Mijdara 1627 ê de ji bo xwe baştir birêve bibin û xwe bêhtir di nava ewlekariyê de hîs bikin, li serdorê saziyeka siyasî kom bûne û bi rêka vê saziya siyasî ji bo „Avakirin û sererastkirina Yasayan, Biryarnameyan, Rêvebirnameyan, Destûrên bingehîn, pejirandina erk û astan „belgeyeka jêr ya bi navê “Peymana Mayflower“ pejirandine.

“Bi navê xwedê, Amîn!

Em, yên li jêr kaşeya xwe heyî, beniyên parezvanê ola me, Hêjayî rêzgirtinê Keyserê Îrlanda, Fransa û Berîtanya mezin Keyser James, bi destûra xwedê;

Ji bo şerefa Welatê me û Keyserê me, ji bo pêşdeçûna baweriya mesîhiyê û serkeftina xwedê sund dixwin ji bo avakirina Koloniya yekem ya aliyê Bakurê Vîrjînyayê bikevin rê; Em bi hemî dilnizmî û girêdana xwe ve derdibirin û radighênin; ku van derbirîn û gotinên xwe bi serê xwe an jî beramberî hev li pêş xwedê bi cih bînin; ji bo aramî û pergala me, ji bo pêkanîna armancên li jorê qala wan hatî kirin di bin sîbera rêxistineke sivîl de bêne cem hev; yasayên wekhev û bi dad, ferman û destûrên bingehîn li gorî berjewendiyên giştî yên Koloniyê derbixin. (1)

Ev şêwazê xwerêvebirinê „Peymana Mayflower“  dê çand û zanebûna teritoryal (leşkeriya xwebexş, herêmî), desthilata siyasî û xwerêvebirinê bi Koloniyên Emerîka daba bidestxistin. Ev zanebûn û çanda xwerêvebirinê ya Koloniyan bidest xistî dê 13 Kolonî gihandibane hev, Netewa Emerîka ava kiribane û ev netew jî gihandibane serxwebûnê.

myflower_peyman_rewanbej

Dema em qala dîroka Serxwebûna Emerîka bikin, bibîrneanîna Thomas Paine dê bibe bêdadiyeka mezin. Thomas Paine; Zilamekî hizir û ramanê ye yê hizrê Serxwebûnê dayî cîhana zeyn û dil ya 13 Koloniyên Emerîkî û di heman demê de zana yê Siyasetê ye yê rêka serxwebûnê pêşanî serkirdeyên siyasî yên wekî Samuel Adams, Thomas Jefferson û Benjamîn Franklîn daye.

Çirûska yekem ya dê qutbûna Koloniyan ji Ingilîzan pêk baniya, Netewa Emerîkiyan ava kiriba û ew berbi Serxwebûnê ve biribane 5 ê Adara 1770 yî pêk hatibane. Dê hebûna leşkerên Ingilîzan li Bostonê hemwelatiyên Emerîka adiz kiribane. Dijminatiya navbeyna Koloniyan û leşkerên Ingilîzan ji nû ve werçerxiya tund û tujiyê. Çalekiya bê xisar ya bi avêtina leşkerên Ingilîz ya gloka berfê her çû werçerxiya êrîşeke girseyî.  Fermandarê Ingilîz fermana gulebaranê da. Piştî dukel belav bû hate dîtin ku sê Bostonî li ser berfê mirî dirêjkirîne. Ev bûyera wekî „Komkujiya Boston“ ketî dîroka siyasî ya Emerîka wekî mînaka  „Bêbextî û zilma Ingilîzan“ di hiş û mêjiyan de cih girt.

Qutbûna duyem; Generalê Ingilîz Thomas Gage agahî werdigre ku Koloniyên Emerîkî li bajarê Concord, barûd û kelûpelê leşkerî kom dikin. Ji bo dest deynê ser wan, yekîneyeke leşkerî ya bihêz xiste tevgerê. Leşkerên Ingilîz piştî tevayî şevê rêk meşiyan 19 ê Nîsana 1775 ê gihane Lexingtonê. Berbangê di nava yek xulekê de rastî 70 çekdarên Koloniyan hatin yên „Minutemen“(Xwulekî) dihatin binavkirin.

Armanca koma „Minutemen“ ew bû ku şermezarkirineka bêdeng pêk bînin; lêbelê Fermandarê Ingilîzan John Pitcairn qêriya û got; „Belav bibin serhildêrên heram! Kuçikên beredayî!“. Pêşengê koma Minutemen Fermandar John Parker destpêkê ji leşkerên xwe re got, dema li ser wan neyê reşandin ew gula navêjin. Dema Emerîkî şûnve dikişiyan dengê guleyekê hat û leşkerên Ingilîzan gule reşandine ser koma Minutemen a. Piştî vêya „Ingilîz ketin êrîşa sîxa û heşt kes kuştin, deh kes jî birîndar kirin.“ Bi gotina navdar ya Ralph Waldo Emerson ku bi hizrên xwe yên transandantal(asta bilind) ji bo serxwebûna Emerîka gav avêtine fîlozof Nitzche jî heyrana wî ye ev bûyer „Dengê çekê bû ku li tevayî cîhanê hate bihîstin“(2)

myflower_peyman_rewanbej2

Albert Memmi gotiye; „ Dagirker jêrdagirkeran ji mafê herî hêja yê bo piraniya mirovan hatî bexşîn bêpar dihêle. Jiyan û desturên dagirkerî li ser jêrdagirkeran di sepêne, gelê bindest neçarî şerê azadiyê dihêle. „ (3)

Di vê wateyê de, ne Dewleta Kurdan ne artêşên wan yên bi pergal, ne dewleteke desteka bide wan û ne jî gelekî birayê wan heye. Lêbelê siyaseta navnetewî û beyannameya dada navnetewî,  pêkanîna şerê neteweyî yê Kurda û avêtina dewletên dagirker ji welatê xwe mafekî rewa yê misoger dibîne.

Dema em ji vê yekê dikevin rê pevçûnên desthilatiya siyasî û nijadî yên qurm girtî çiqasî ji rastteqînan dur be, li gorî nêrîna avakirina civakî jî ewqas nêzîke. Di vê wateyê de pirtûka bi navê “Netewe û sînor“ ya Stefanos Yerasîmos ez hînî vê rastiyê kirim; Tu welat û tu gel bêyî şerkirin azad nebûye. Wekî Hegel gotî; „Berê dewleta kesekî tune bû, lê neha Dewleta her gelî heye.“ lê hêja Hegel ji wê yekê ne hayedar bû ku gelê Kurd bê dewlete. Bêguman ya ku pirsa  „Ji bo gelekî çima divê sînor hebin, çima divê desthilata siyasî hebe“ pirsiye û bersiva herî baş jêre daye, felsefeya siyasetê ye, civaknasiya siyasetê û zanista siyasetê ye. Di vê wateyê de wekî Karl Doehring gotî; „Dewlet ne xirabe; xwezayî ye. Tiştê desthilata wê rewa dike dad û mafdarî ye“(4)

Di vê wateyê de rewşa Kurdan ya siyasî û terîtoryal çiye? Li gorî vêya di cîhana nûjen de koletî rabûbe jî, di pêşbirka gelan de li ser xaka xwe ya makî, hîna tenê yek gel heye ku wekî kole dijîn. Bêguman ew gel Kurdin. Ji ber welatê wan di jêr dagirkeriyê de ye, zimanê wan qedexe ye, desthilatiya wan ya siyasî jidest wan hatiye girtin û hîna nexşekî wan ya Kurdistanê ya sînorê xaka wê li ser nexşa cîhanê pêşan bide û aleka Kurdistanê ya di nav civakên gelê cîhanê de li ba bikeve tuneye. 

Dema rewşa Kurdan ev be tiştê herî zêde mirov dide hizirandin beşeke giring ya Kurdan jîna jî bi çavê demokratan li dagirkerê xwe dinerin, wana wekî bira dibînin, bi hizrên nîgaşî ve destê xwe yê biratî û aşîtiyê dirêjî wan dikin û di navbera xwe de jî gelek nakokiyan dijîn, ji hev xeyidî û dijberî hevin, li himber maf û dada hevdû rêz nagrin. 

Di vê wateyê de dewleta Tirk di pêşbirka dewletan de, gelê Tirk jî di pêşbirka gelan de, amêra herî nijadperest herî fermangir e. Mirov dikare di pêşangeha zanista cîhanî û pêşangeha wê ya siyasî de bibîne ku tu carî desthilatiya xwe bi tu gelî ve, bi tu hizrê ve bi tu baweriyê parve nake. Her çend hemî berdestên zanistî û ayetên olî yên di derbarê welatê Kurdan û gelê wê yê şerpeze de ji wan re hatibin pêşkeşkirin jî, herdu jî di wê astê de serkutkerin ku rastiya welatê Kurdistan û hebûna ontolojîk ya gelê Kurd napejirînin. 

Ya duyem jî hetanî roja îro em rastî tu encamnameyeke dadwerî û yek berdesteyeke zanistî ya wisan nehatine ku Dewleta Tirk dilxwaziya parvekirina desthilata siyasî ya navbera herdu gelan ya belgenameya maf û dadê ji xwere mînak bigre, û lêburîna xwe ji gelê Kurd û welatê Kurdsitan bixwaze. Ji ber di kodên zeyna çanda dewleta Tirk de çanda lêburînxwestinê, çanda demokrasiyê, çanda parvekirina desthilata siyasî bi gelên dîtir re di asta wekhev de tune.

Têgihiştinbarên dewlet û siyasetê yên demên bihurî Jean Bodin û Niccolo Machiavelli dibêjin ku di kevneşopa dewleta Tirk ji kesekî lêburîn naxwaze. Her weha ji têgihiştinbarên netewê yên nûjen Antonio Cassese, Richard Folk, Ernest Gellner, Stefanos Yerasimos û Roskîn jî di heman hizîr de ne. Wekî dî Îbnî Haldun, Alî Şerîatî, Evvart Gladstone, Charles Darwin û civaknasên dîtir yên wekî wan dibêjin Erebêb bedewî û kovî ne, Tirk hov û fermanbêjin, Fars gelekî wisane perestvanê rabihurîna xwe ne. Stefanos Yerasimos  dibêje „Rêzeçiyayên Toros û Zagrosan sê gelan, Ereb, Fars û Tırkan ji hev qut dike, Ev çiyayên ku Kurdan ji bo xwe kirine war û mesken di heman demê de sînorê van sê gelan jî diyar dike.“ (5)

Li gel parçebûna Împaratoriya Ewustirya“Macaristan, Osmanî û Rusya êdî pêvajoya netewbûna gelan destpê dikir. Di nava bi dehan dewletên netew yên di nava sînorên van sê împaratoriyan de ava bûyî, axa Kurdan derveyî vîn û xwesteka wan bi rêkên dîplomasiyê yên veşartî (Skykes-Picot û Lozan) ji bo Tirk, Ereb û Farsa hate dayîn. Bi vî rengî soysebata herî mezin ya bête serê gelekî hatibû serê gelê Kurd.
Dixwazim mînakeka herî baş ya wisan derbibirim ku rewşa derûnî ya azadiyê û şerpezeyiya gelê Kurd ku li ser xaka xwe ya makî vedibêje. Di kanaleka televizyonê ya belçîka de çîroka malbateka Cihû ya ji Belçîka vegeriyabûn Îsraîlê bi balkêşî min temaşe kiribû.

Malbata Îsraîlî ya ew nîv sedsal bû li Belçîka jiya bûn çîroka xwe weha digotin;
“Me li Belçîka xwe di nava ewleyiyê de hest ne dikir. Dema min zarokên xwe rêdikirin dibistanê, dema min ew ji dibistanê werdigirtin, her roja me di nava tirsê de dibihurî. Lê vê gavê ez xwe sedî sed ewle dibînim, li her dîmenê ez dixwazim temaşe dikim, li her tiştî, her mirovî dikarim binêrim û qîr bikim; ji ber ku evder welatê mine…“

Di dewleta bi demokrasiya herî baş tête rêvebirin ya cîhanê de ya paytexta Ewrûpayê de malbateka Îsraîlî xwe di nava ewlekariyê de hest neke, xwe azad nebîne, Kurd li jêr desthilatiya dewletên herî hov, herî barbar yên cîhanê de dê bi rewşekî derûnî ya çawan de bijîn em dikarin têbighêjin.

Wekî encam; çawan ku demokratikkirina teroristên DAÎŞ ji aliyê Kurdan ve û bi wan re di nava mercên wekhev û yekmaf de wekî bira jiyankirin çawan ne pêkane, di heman demê de demokratikkirina Dewleta Tirk û civaka nijadperest ya Tirk, bi wana re di mercên wekhev û yekmaf de wekî bira jiyankirin jî pêkan nayê dîtin.

 

Kadîr Amaç
KADIR AMAÇ KÎ YE?

Berhemên Çavkanî;

Kaynak Eserler

1“ Frances Whitney,  Xetên giştî yên Dîroka Emerîka, Navenda Nûçeyên Emerîka/Enqere, 1965  

2“ Frances Whitney, age, Rûpel 41,42 

3“ Albert Memmi,  Dîmenê Dagirkeriyê, Dîmenê yê tê dagirkirin Versus Kitap Îstanbul 2009, Sayfa 96

4“ Stefanos Yerasimos, Gel û Sînor, İletişim Yayınları  

5“ Stefanos Yerasimos, age,  Rûpel 16,  117 

 

Wergêr: Agirî Soran

dîtin: 1043

Pêveker: