• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Peyv û amraza GUZAR di peyvsaziyê de

Peyv û amraza GUZAR di peyvsaziyê de


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Gelawêj 9, 2017, 11:05


Peyva GUZAR di peyvsaziyê de

Wek em dizanin di zimanê Kurdî de gelek pêşgir û paşgir û amrazên peyvsaziyê hene, îro behsa me li ser peyva (Guzar)ê ye, peyva Guzar hem weke peyv û hem jî weke amrazek roleka mezin û taybet û nawaze dibîne ji watedan û sazkirina peyvên nû.

Peyv û amraza Guzar ango: (Xizmet) yan xizmeta giştî, mînak:

-Xizmetguzarî (Service)

-Firyaguzarî (Emergency)

-Hanaguzarî (Ambolance)

-karguzar, kesê ku karê sazî yan ofîsê dike yan her derekî dike

-Pakguzar, kesê ku pakijiyê sazî yan ofîsê dike yan her derekî dike

-Raguzar (Taxi)

-Sermayeguzarî (Investment)

-Geşt û Guzarî (Travel and Tourism)

vana çend mînakek bûn ji bo berçav ronî û agahiyên zêdetir, giring e zimannas bizane ku peyv û amraza Guzar li ku der bikar tine û çawa bikar tine.

Hîn gelek wate û peyvên din mane ku pêwîstdarê Guzarê ne, di demên dahatî wê karên mezintir û zêdetir li ser vê peyv û amrazê bê kirin.

//Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 182

Pêveker:

peyv û amraza guzar di peyvsaziyê de