• Têketin
  • Ziman
Peyva Cem

Peyva Cem


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Gelarêzan 16, 2017, 10:45


Gelek gerek û pêwîst e ku zimanasên Kurd pajek ji karên xwe yên zimanî peyçûna peyv û ramanên kevinar û kevinşopa peyvan be.
çun ku Kurd weke gel û miletekî herî kevin a vê deverê ku bi baweriya min Kurd ji mesela netew û milet mezintir û berferehtir e, zêddtir weke nejadekî ye, ger em binêrin paşmayiyên hemû xelkên vê deverê yan pirraniyan her ji Sumerî, Gotî, Xorî, Lulubî, Kaşî, Mîtanî û... heta olên Mîtra (Mîhra), Manî, Zerdeşt û Med û Medya, ta îro Kurd komgeha hemû wan xelk û ol û ziman û şunasan bûye û niha jî di firezimanî, fireolî, fireferheng û çandî û... Kurdan de binêrî dibînî her yek ji wan xwedî taybetmendiya xwe ne.
îro em behsa peyva (CEM) dikin di zimanê kevinar û kanîwarê Kurdî de.
peyva Cem di Kurdî ya kevin de bi wateya "rûniştin, civîn, kombûn, hatine ba hev" hatiye, di ayina Yarisan'ê de bo civîn û kombûna kesatiyên olî û xelkan gotine  Cem a me heye, peyva Cem  ta niha jî di gelek peyvan de xwe nimayiş dike û roldar e, mînak:
*Cemser
*Sercem
*Cem a nan xwarinê
*Encemen, Encûmen
*Cemedan, Cemedanî
*Cemawer, Cemhûr
*Cemhûryet
*Karcem

*Cem, ba, tenîşt, tek, kin, nik.
*Cemîn, Cevîn, Civîn. TB: di zarên K û Kurdî û Farisî de jî dengên (m.v.w.b) cihê xwe digoherînin.
û... 
helbet peyva Cem tu pêvendî bi (Cem') a Arebî neye û tu neye, peyv xwedî dîroka hezar salan e
bervajî zimanên din jî jê sûdmend bûne.
loma gelek pêwîst e bo çirr û pirr kirin û zengînî û rengînî ya zimanê kevinar û pîrozê Kurdî wekî gelek û her peyvên din ên Kurdî awirek li peyva Cem jî bidin û rola wê karîgertir û sengîntir bikin û bikin gulek ku gelek baxên peyv a kevin û nû pê bê xemilandin.

dîtin: 249

Pêveker:

peyva cem

Babetên nêzîk