• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Peyva DÛŞ & DIZ di Kurd-Pehlewî û Sumerî de

Peyva DÛŞ & DIZ di Kurd-Pehlewî û Sumerî de


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Gelawêj 1, 2017, 2:19


Peyva DÛŞ & DIZ di Kurd-Pehlewî û Sumerî de

di Kurdî-Pehlewî de peyva DÛŞ ango: Bed an Xerab, ev peyv di gelek cihên din de jî roldar e, mînak:

Dûşamûxt: Bedperwerdekirî, xerabdersdayî

Dûşamûxtar: Xerab perwerdekar, bed fêrkar

Dûşbext: Bedbext, bext xerab

Dûşmet: Xeyalên bed, bedbîr

Dûşşerm: Şermezar, xecalet, bedşerm

Dûşeriz: gotina bêbiha, peyvên xerab, axaftinên bêkêr

Dûşexiv: Dûjeh, dojeh, dûzex, dozex, cehennem

Dûşburt: Bedkar, bedreftar, bed akar, îslub xerab

Dûşçeşm: Çav xerab, bedbîn, çavpîs

Dûşçîhir: Bednejad, neresen, ber berî

Dûşdîn: bedol, bêdîn, kafir

Dûşduwîsir: Çav bi nezer, nezer pîs

Dûşferg, Dûşfer regî: Bedbext, bêşens, care reş

Dûşgend: Bêhnpîs, genî û pîs, bêhnnexweş

Dûşgo: Bedgo, gotin xerab

Dûşkam: Bedarmanc, xeraphêvî

Dûşkerp: Heykel xerab, şikilxerab, bejnbed

Dûşvert: Bedkar, akar xerab

Dûşmen, Dûşmên: Dijmin, neyar

Dûşmênatî: Dijminatî

Dûşnam: Bednav, bednam, îsîm xerab

Dûşpatexşa: Padişahê xerab, şahê nebaş

Dûşmiyan: Bedmiyan, tundkar, tund islub

Dûşram: Nearam, nerehet, bedasûde

Dûşrew: Bedrew, bedrewişt, bedaxlaq

Dûşvar, Dijwar, dijvar

Dûşverz: Çandinên xerab, bedziraat

Dûşvîr: Bedbîr, fikir xerab, bêaqil

Dûşvîçar: Nezango, şaşpeyvîn

Dûşxêm: Bedasil, bêasil, neresen, ber berî

Dûşvîterg: Rêbaza xerab, bedrê

Û….

Lê berê wî di Kurdî-Sumerî de em dibînin DÛŞ wekî DIZ hatiye gotin û bikaranîn, velê di Kurdî-Sumerî de peyva DIZ zêdetir ji bo bervaj an ekskirina wateyan bûye, di her du rewş û Kurdî ya niha de bûye DIJ, lê eger em zimanê Îngilîzî binêrin dibînin ku ji bo eks û bervajiya her peyvekî (Dis) tê bikaranîn, ango heman peyv û wateya DIZ, lê tenê dengê (Z) bûye (S) ku ev du deng di hemû zimanan de carna cihê xwe digohrin û ev jî tiştekî normal e.

Ji bo niha jî em dikanin ji bo peyva (xerab) a Arebî (Dûş) bikar bînin, heriwha peyva (diz an dij) ji bo pervajîkirin û ekskirina peyv û wateyan bikarbînin, eger em ji peyvên kevin binêrin baş û durust peyva (dij) rola xwe lîziye, wek: Dijwate, dijhev û….

// Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 92

Pêveker:

peyva dÛŞ & diz di kurd-pehlewî û sumerî de