• Têketin
  • Ziman
Peyva Hezar

Peyva Hezar


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Gelarêzan 16, 2017, 10:31


di her zimanê de peyv û ramanên taybet hene ku bi sedan û hezaran sal di vî çandî de cihê xwe girtiye, yan çand û buyeran peyvên taybet û wate taybet afirandiye.
zimanê Kurdî jî wek yek ji kevintirîn û zengîngirîn zimanê cîhanê xwedî gelek taybetmendiyên xwe ye, yê ku vê carê dixwazim amaje pê bidim peyva (hezar yan hizar)e. 
di zimanê îro yê Kurdî de peyva Hezar weke hejmar tê gotin, yanî deh sedî = hezar, ger em zimanê Farisî, Belûcî, Afxanî û ta Hîndistanê jî binêrin, peyva Hezar her bi heman wateya hejmarî tê gotin.
lê ger em li zimanê dêrîn ê Kurdî her ji Sumerî ta Paleyî (Pehlewî) û ta îro binêrîn dibînin ku peyva Hezar bi wateya (pirr, zor, gelek) hatiye û di gelek peyv û cihan de bi kûrî rola wê xuya û zelal e.
bo berçav ronî hinek mînakan:
*Hezarpî: navê kûrmek e ku gelek piyên wî hene, di vir de mebest hezar 1000 pî nînd belku mebest ewe ku gelek piyên wî hene.
*yan di peyvînê de Kurd dibêje: 
min hezar caran got wiha meke yan wiha bike, yanî min gelek caran got: wiha meke yan wiha bile..
hezaran slav û rêz, yanî gelek slsv û rêz..
*yan gotinekî pêşiyan heye dibêje:
kekê necar, razê bê xem û xeyal, xweda yek e û derî hezar. di vir de mebest hejmara hezar nîne belku mebest ewe xweda yek e, lê derî gelek e û pirr e..
*gotinekî din ê pêşiyan heye dibêje:
gotin hezar e, duyan li kar e, yanî gotin gelek in, lê du ji wan li kar e sûddar e..
*di kevin de ku matematîk û hehmar gelek nebûne bo hejimara pirr û herî dawî peyva Hezar hatiye gotin, ger em binêrin dibînin piştî hejimara Hezar (milyon û milyar û...) tên ku di qonaxên pêşketina metematîkê de peyda bûn û hemû jî Latînî yan Îngilîzî ne.
*hezargo: yanî pirr dipeyve û gelek gotin ba wî/wê hene.
*hezar reng e, yanî rengîn e û gelek reng û şêwazê tê de hene.
*hezar kar e, yanî gelek kar dizane.
*hezar bext e, yanî xwedî gelek bext û çans e.
û.....
di vir de armanc ewe ku ew taybetmendî û kûrî û kevonariya peyva Hezar ji xeynî rola wê di hejimara (1000) de rola wê di wateya (pirr, zor û gelek) de bê dîtin û ev teybetmendî neyê feramoşkirin yan neyê mirin... 
hêvîxwaz im ku zimannas û zimanzanên me li ser vê yekê stan bin û hindî dikarin li ser ramanên van peyvan bixebitin.

dîtin: 289

Pêveker:

peyva hezar