• Têketin
  • Ziman
Peyva PAK

Peyva PAK


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Gelarêzan 17, 2017, 12:06


Di babeta berê de jî min amaje pê da ku di zimanê Kurdî de peyv û ramanên wateyî û heyî hene.
babeta me ya îro li ser peyva (PAK) e, 
Pak peyv û ramanekî wateyî ye, her wiha bûye amrazek bo peyvsazî û afiranfina gelek peyv û wateyan, bo berçav ronî hinek mînakan:

*Damênpak: kesekî ku karê fahîşe û bedrewiştî nake.
*Dilpak: kesek ku ti kîn û kerb û xiyabet wî/wê tune.
*Destpak: kesekî emîn û ji dizîkirinê dûr.
*Zimanpak: kesek ku buhtan nake.
*Devpak: kesek ku dijun û xebetan nabêje.
*Niyazpak: kesek ku niyet û niyaza wî/wê xerab nebe.
*Bûrdepak: kesek ku jiyana wî/wê ya bûrî pak be û xersbekar nebe.
*Pakîze: kesekî pak û bê fêl û ne xwedan tawan û xerab e.
*Nepak: xayn.
*Rûpak: kesekî ne şermezar û serbilind.
*Pakrewan, Rewanpak: şehîd.
*Pakane: ew kesê ku li ser doza xwe stan dibe û îspst dike ku ne sûcdar e.
û... 
zimanê Kurdî bi vê zengînî û rengînî ya xwe dikane sazgeha her peyv û her wate û ramanan be, peyv û ramanê Pak jî wek peyvekî roldar û nazdar dikane guleke bêhndar be di baxçeyê zimanê Kurdî de.

dîtin: 311

Pêveker:

peyva pak