• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pir zimanî wê di her qada jiyanê de hebe

Pir zimanî wê di her qada jiyanê de hebe


barkirin: Adar 3, 2015, 9:46


Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) Alî Erdemîrcî anî ziman ku vê salê wek pêngavekê dibînin û di serî de di veguhestin û danûstandinê de di her qada jiyanê de wê pir zimaniyê bikin jiyanê.

Di serê sala perwerdehî û hîndekariya nû de li Amed, Gever û Cizîrê dibistanên Kurdî dest bi dayîna dersan kirin û niha wê tiştên nû  lê bên zêdekirin.  Dibistanên ku bi xwe re nîqaşên perwerdehiya zimanê dayikê jî anîn, piştî pêvajoyeke zehmet, faliyetên xwe berdewam dikin û niha tê plankirin ku li bajarên din jî dibistanên nû bên vekirin. Hevserokê Kurdî-Derê Alî Erdemîrcî diyar kir ku di 2015’an de di serî de di veguhestin û danûstendinê de wê di her qadê de  derbasî jiyana pirzimanî bin.

WÊ DIBISTANÊN NÛ BÊN VEKIRIN

Erdemîrcî got di serê sala perwerdehiya nû de 3 dibistan hatine vekirin û niha plan dikin ku dibistanên nû vebikin û got: “Lê ne zelale ku em çend dibistanan vedikin. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de yek ji pêngavên herî girîng perwerdehiya zimanê dayikê ye û divê bikeve bin ewlehiya qanûnî. Heta pirsgirêka zimanê dayikê neyê çareserkirin ev rewşa fîîlî wê bidome.”

BI BÛYER DESTPÊ KIR

Erdemîrcî destnîşan kir ku li Gever, Amed û Cizîrê bi giştî 3 dibistan hatine vekirin û got dibistan faliyetên de-facto dimeşîne û wiha berdewam kir: “Niha li 3 dibistanan bi giştî 250 xwendekar hene. Ji van 109 li Amedê ne. Destpêka perwerdehiyê bi bûyer derbas bû. Li van dibistanan di asta qanûnî de derfet nedan me. Ji ber vê yekê jî xebatên perwerdehiyê, veguhestin, xwarin, cil û berg, mamoste û alav hemû li ser gel pêş dikevin. Sala pêş wê xwendekarên me derbasî pola duyem be, emê sala pêş xwendekarên nû jî bigirin û her wiha wê pola dayikê jî hebe.”

DEWLET DIVÊ BI AWAYEKÎ FERMÎ NAS BIKE

Erdemîrcî bi lêv kir ku dewletê destur nedaye wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta ku li dibistanê tespîta kêmasiyan kir divê carekê bêje ‘hun dikarin  perwerdeya kurdî bibînin’ ku piştre bêje ‘kêmasiyan bînin cih’. Di alî prosedurê de destur nedan ku ji me re bêjin kêmasî hene. Dibêjin vê bikin wê bikin. Ev baweriyê nade.  Derfetê me tunebe, ku derê ji me re di cih de emê wir ji xwe re bikin cihê perwerdê. Ger ku şertan haîz nabînî wê demê piştgiriya xwe bide.  Lê niha bi rastî jî li dibistana me tiştekî ku haîz be nîne. Avahî ji xwe bo perwerdehiyê hatiye çêkirin.”

BERSIV NEHATIYE DAYÎN

Erdemîcî diyar kir ku piştî lêkolînên kirine ne bersiva erênî û ne jî ya neyînî hatiye dayîn. Erdemîrcî wiha got: “Ne erênî û ne neyînî bersiv dan. Herî dawî ew jî razî bûn û niha dibistana me vekiriye. Nêzîkatiyên destpêkê tune lê qebûl jî nekirine. Sala pêş em nizanin wê çi bibe. Em nizanin ku wê gihêje statuyek nû an nan.  Sala pêş emê dibistanan zêde bikin. Ev dibe li Qers, Erzirom, Erzîngan û Dêrsîmê be. Em li gorî derfetên xwe hesaban dikin. Me biryar nedaye lê em li metropolên mezin cihên ku Kurd zêdene vebikin.”

GUHERÎNA MAKEQANÛNÎ ŞERT E

Erdemîrcî bi lêv kir ku perwerdehiya zimanê dayikê divê bigirin bin ewlehiya qanûnî. Erdemîrcî anî ziman ku ger bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin, ger ku pêvajo di asta muzakereyan de be wê demê yek ji lingên vê yên herî girîng perwerdehiya zimanê dayikê ye û got: “Divê teqez ev bigihêje statuya qanûnî. Neçarin biçin guherînên qanûnî. Neçarin pergala perwerdehiyê biguherin. Zirara vê ji kesî re tune. Bo çareseriyê piştgiriyek mezine. Em hema wisa nafikirin ku biçin çareseriya mayînde.”

PIRSGIRÊKA ME YA ALAVAN TUNE

Erdemîrcî destnîşan kir ku hêj pergaleke perwerdehiyê ava nekirine û got: “Polîtîkayek me ya perwerdehiyê heye. Di mijara metalyalan de pirsgirêk tune. Polîtîkayek me heye lê hêj me pergala perwredehiyê ava nekiriye. Metaryal û modela m eya ku xebatên dersê bên meşandin heye.  Li dibistanan mufredatek diyar heye. Ji pola çaran şûnde emê dersa Tirkî bidin ber xwendekaran. Ji bo bi hêzbûna kadroya perwerdehiyê plan û bernameyên me hene. Hêviya me eve ku pisgirêk bê çareserkirin.
Materyalên perwerdehiyê Kurdî Der û TZP Kurdî bi hev re amade dike. Niha pirtûkên pola duyem tên amadekirin. Pêşnûmeyên polên din jî amadene. Li ser modela perwerdehiyê jî lêkolîn didomin.  Nîqaşên modela du perwedehiya du ziman heye. Lê niha em bi zimanê Kurdî perwerdê didin.”

KURDÎ WÊ LI HER QADA JIYANÊ BE

Erdemîrcî wiha dawî li axaftin xwe anî: “Em sala 2015’an wek pêngav dibînin. Emê li hemû saziyên xwe pir zimaniyê pêş bixînin.  Di her qada jiyanê de emê Kurdî bikarbînin. Tabela wê bên guhertin. Emê ji sazî û şaredariyên xwe piştgiriyê bixwazin.”

dîtin: 263

Pêveker:

pir zimanî di her qada jiyanê de hebe