• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pîroziya Çarşembê di kultura Kurdî da – Xelek 1 | Sozdar Mîdî

Pîroziya Çarşembê di kultura Kurdî da – Xelek 1 | Sozdar Mîdî


barkirin: Nîsan 4, 2015, 6:07


Tîrêjên Çarşembê
Xelek 1
Pîroziya Çarşembê di Kultura Kurdî da

Gel û Cultur:

Dar li ser kokên xwe radibin, gel jî li ser kulturê xwe serî hildidin, gelê ku dest ji kuturê xwe beradide tê rûxandin. Û tevî ku așên dagîrkeran bi hêz û xusar bûn, pir gel hêran û pișaftin, ew ji kulturên wan kirin, lê nikarîbûn netewa kurd bihêrana, ma kîjan așa dikare ciyayên Zagros û Toros bihêre? Ma bêjinga kîjan dagîrkerî dikare tava Yezdanê gewre ji ber cavan rake?

Erê, wek zimboleka kulturî, min pejirand ku ev zincîra nivîsandinê bi navê (Tîrêjên Çarșembê) be; da bidim xuyan ku em li ser koka xwe ne, em nehatine pișaftin, em hîn jî bi nasnameya xwe va girêdayine, û min dît a baș ewe ku Roja Çarşembê mijara xeleka yekem be, û em bersiva va pirsê bidin: Gelo ma ti taybetmendiya Çarşembê di cultura me da heye?

Tê zanîn ku roja Șemiyê roja pîroze li ba cihûan, kar têda qedexene, wena di pirtûka Tewrat da hatiy gotin. ([1]) Yekșem jî roja pîroze li ba kiristyanan, ew bawer dikin ku pêxember Îsa têda ji gornê rbû ye([2]), lê ez dibînim ku têkeliya pîroziya roja Yekșemê bi ola Misraî va heye, lewma bi zimanê inglîzî jêra dibêjin (Sunday); wate: Roja royê.

În jî roja pîroze li ba misilmanan, têda derin nimêja Inê, lê hîn berî Islametiyê jî În rojeka pîroz bû li ba ereban, serdarekî bi nave Keib bin Luey (كَعْب بن لُؤَيْ) êla Qureyș  (قُرَيْش)li șarê Mekke yê di wê rojê da dicivand û xutbe dida([3]).

Çarșembe di cultura me da:

Di cultura me ya olî da jî damarên Çarșembê kûrin, bermayên xwe di ola êzdayetiyê da mane, sala kurdên êzdî di Çarșemba yekem da ji heyva Nîsanê dest pê dike, êzdî bawer dikin ku Xweda di roja Çarșembê da melek Mîkaîl (Șê Abubekr) afirandiye, ev roja bi navê Çarşemba Sor tê naskirin, û hêjayî gotinêye ku Çarşemba yekem ji heyva Nîsanê li ba gelê Somer jî pîroz bû, vêra digotun (Ekîto)([4]), me di hin lêkolînan da gotibû ku têkeliyên nicadî û çandî di navbera Someran û pêșiyên me da hene, ev belgeya Çarşembê va têkeliyê diçespîne.

Lê mixabin Farisan- wek rewîșta xwe di dîrokê da- pirrê kultura gelên Arî, di nav da jî cultura krdan, kirin kultura xwe, û damxa bavpîrên xwe li ser danîn; Firdewsî dibêje ku padîșayê faris Hoșeng di roja Çarşembê da agir bi dsest xwe xist; lewma bû rojeka pîroz([5]).

Ji aliyê xwe da, ez dibînim ku jimar çar di kultura kurdan da girînge, damarên xwe di mitolociay me ya misra- șemsanî da kûrin, eva berî zerdeștiyê bi gelek sedsalan mitolociya gelên Arî bû, zimbola xwe xaceka her çar perrên xwe wekhev bûn, ew çar perran jî ji hêlekê da zimbola çar hêmanên gerdûnêne (ar, ba, xak, av), û ji hêla dî da jî zimbola çar aliyên cîhanêne (rojhilat, rojava, bakur, bașûr), bi gotinka dî: ev xaca zimbola yekrêziya her çar bingehan û her çar aliyan e.

Bașe, gelo ma ti diyardeyên pêroziya roja Çarşembê di jiyana me ya rojane da mane? Erê, ezê hin diyardeyan ji devera Efrinê, (Ciyayê Kurmênc) li Rojavayê Kurdistanê, pêșkêș bikim.

Hin diyardeyên Çarșembê:

  • Li gundê me (Kurzêl) dapîrên me nedixwestin rojê Çarşembê kinc werin șuștin, ev diyardeya rexnevan mamoste Heyder Omer jî, ê ku ji devera Efrîne, ji min ra çespand.
  • Çaxa ez bicûk, û ez bi serêșê diketim, daya min ez sibeha Çarşembê dibirim ba pîra Zênehem, va pîrê hinek xalî ji binê sêla nên bi pêciya xwe radikir, û xaçeka perrên xwe wekhev li eniya min neqșdikir, û hin lava (duaدعاء ) jî bi hêdî digotin.
  • Serdarê (mixtarê) gundê me nexweșiya bayênigan (Irqanisaعِرْق النَّسا) dibirî, sibeha Çarşembê nexweș dibire pesarekî li tenișta gund, û koka çawirekê (nave xwe ne di bîriya min da ye) dikola, agir bi damaran dixst, û dûman bi ser nexwêș da beradida.
  • Caxa em zarî, her sibeheka Çarşembê, min didît hin pîrekên gundê me, û pîrekin ji Ciyayê Șêrewan, li ba dareka bicûk navê xwe (Darpaçik) bû, li ser rêya gundê me û Efrinê, radiwestiyan, hin paçikên rengereng bi șaxên darê dixistin, û hin xwastek jî digotin.

Ez bawer dikim ku ev diyardeyana li hin deverên Kurdistanê ên dî jî hebin, bi taybetî jî li ba kurdên êzdî, helbet ev diyardeyana ne bê bingehin, ew ji bermayên pîroziya Çarşembê di cultura me da ne.

ristem

الصليب الميثرائي في (نقش رستم)

Bi rastî, ev pîroziya roja Çarşembê di çanda arî ya ewrupî da jî ma ye, lê bi rengekî kiristyanî; mabesta min sêrêmoniya (Çarşembeya xaliyê) ye, bi inglîzî (Ash Wednesday), ev roja destpêka (rojiya mezin)e li ba kiristyanên katolik, kiristyan di va rojê da diherin kenişte yê, li sêrêmoniyê amade dibin, keșîș (metran) bi xaliyê xaçekê li eniyê her yekî ji wan wan neqș dike.

zenehem cand

Ma pîra Zênehem û mitran ne ji cultureka hevbeș vedixwarin?

Û çi dibe bila bibe, dîvê Kurdistan rizgar bibe!

Çarşembe: 1 – 4 – 2015

Jêder:

[1] – Tewrat, sifra derketin, eshah 31, ayet 15

[2] – Incîla Luqa, , eshah 24, ayet 7.

[3]– Ditlif Nilson: dîroka erebî a kevin, rû 198. Circis Dawûd: olên ereban berî islamê, rû 337.

[4] – Lêdî Duror: Tawus melekê êzdiyan, rû 68. Hary sagz: Gewreya Așûr, rû 309.

[5] – Corc Ro: Iraqa kevin, rû 148. Emîn Ebdilmecîd Bedewî: gerek di șahnameyê da, rû 38-39.

dîtin: 497

Pêveker:

pîroziya Çarşembê di kultura kurdî da