• Têketin
  • Ziman
Pirtuka Çiya Mazî “Ez çûm ku neçûm ku” DERKET

Pirtuka Çiya Mazî “Ez çûm ku neçûm ku” DERKET


barkirin: Nîsan 7, 2015, 4:52


(Pirtûka 1. ya bi arîkariya Rewanbêj ya Çiya Mazî bi navê ‘Ez çûm ku neçûm ku’ di weşanên Berbang de derket, pirtûka duyem ya Dêrsîm Oremar vê carê di weşanên J&J de derdikeve)

Pirtûka ‘Ez çûm ku neçûm ku’ bi alîkariya Rewanbêj’ê derket…!

Pirtûka nivîskar Çiya Mazî ku nivîskarê Malpera Rewanbêjê ye jî, bi navê ‘Ez çûm ku neçûm ku’ di weşanxaneya Berbang’ê de derket. Wekî malpera me soz dabû ku her 6 mehan carekê ji nivîsên nivîskarekî me, em dê pirtûkekê derxin. Di demek kurt de û ji ber ku nivîsên ger û geştê yê Çiya Mazî amade bûn, pirtûk hat amadekirin û ji alî weşanxaneya Berbang’ê li Stenbolê hat weşandin.

Di pirtûkê de nivîsên gerê û çalakiyan hene. Ji xwe wekî gellek xwendekarên me û yên ku nivîskar nas dikin dê nivîsên vê pirtûkê jî di bîra wan were. Çiya Mazî nivîsên xwe yî geryanê ji sala 1996’an heta 2014’an tomar kirine. Ji Duhok û Hewlêrê bigire heta bi Amade. Ji Stenbolê bigire heta Çiyayê Mazî, Çiyayê Bagokê, Mêrdînê, Qoserê, Şemrexê, gellek bajar û dever, çalakî, serdana nexweş û pirtûkfiroşan bûye mijara nivîsên Çiya Mazî.

Carcaran helbest nivîsiye bi wan hestê gerê Çiya Mazî û carinan wekî çîrokan vegotina xwe hûnandiye di nivîsên vê pirtûkê de.

Bi taybetî gerên Duhokê, Hewlêrê, Laleşê, Geziya Stenbolê û gellekên din balkêş in. 2 nivîsên ku li ser Serhildanên Taksîm û Geziya Stenbolê ku Çiya Mazî di nava çalakiyê de du rojan geriyaye û tevlî nivîsên dîwaran û durişmeyên girseyan ev nivîs amade kiriye û wekî bi awayekî zindî pêşkêşî xwendevanan kiriye. Van nivîs û gotarana hemû ji sala 1997’an heta îro di rojname, kovar û malperên înternetî yên kurdî de hatine weşandin.

Herwiha em di wê baweriyê de ne ku nivîs û pirtûkên bi vî rengî, yên bîranîn, geryan û gotarên nivîskar, rewşenbîr û wêjevanan û bîranînên wan pir kêm bi kurdî hene. Bi vê projeya xwe û bi alîkariya nivîskaran em dixwazin ev proje bibe destpêk û mînakek ji bo raya giştî ya zimanê kurdî. Û gellek malper û karsazên kurd dikarin mînakên wisa pêk bînin û bibin sponsor ji bo nivîskar, weşanxane û pirtûkên kurdî çap bikin. Ji ber gellek carî gazin tê kirin ku weşanxane pirtûkên nivîskaran nikarin çap bikin an jî nivîskar derfetê nabînin. Ev jî rewşa civakê ye ku em jî bawer dikin bêderfetiya fînansê gellek astengiyan çêdike û faktoreke giring e ji çapkirin û belavkirina pirtûkan re. Bila ev ji vê yekê re jî bibe mînak û destpêk wekî xalek ji çareyan.

Wekî xaleke giring ya din jî ev e; Çiya Mazî di vê pirtûkê de navê xwe guherandiye û ‘M. Çiya Mazî’ nivîsandiye. Û dîsa em hêvîdar in ev berhem ji xwendevanên kurdî re bibe bêhnfirehiyekê û ji hezkirên nivîsên ger û geştê re bibe diyariyek.

REWANBÊJ

 

Hinek ji nivîsên pirtûkê ev in:
Bîranînek aşiq û mirtibî

Nostaljiyek Diyarbekirê

Ez çûm Taksîm û Geziyê

Ji Stenbolê ber bi Duhokê ve

Û ez li Duhokê bûm

Gera Laleşê

Vegera Bakurê Kurdistanê-Gera Qoser, Mêrdîn û Amedê.

Ez çûm Pîrxetap

Ez çûm Kadikoy

Du hunermendên kurd li Mêrdînê warek ji xwe re ava kirine.

Ez çûm ‘Şahiya Ciwanan ji bo Rojava’

Li Stewrêya Mêrdînê namzetekî nivîskar

Şaredar Gulbeyaz Guneş

Xweşikiyên kêlên gorîstana Cizîra Botan.

Gerek li Birca Belek

Ez jî çûm wî gundî- cihê tevkujiya Çilkaniyan

Mêrdîn – Mêrsîn

Li her derê Ehmedê Xanî hebû

Ez çûm şaredariya Şemrexê

Li Stenbolê meşa mezin

Îro sersal e û li Mêrdîn im

Mamoste ez bi kurmancî re zeft kirim

Kîjan civak ?

Ezê çawa nenivîsim? Ez çûm Qoserê

Ez çûm şahiya Newroza Stenbolê

Peyarêk- Diyariya bîstsaliya nivîsandina min a bi kurdî.

Gotarên salên 1996- 2000’î

Çiyayê Bagokê

Çiyayê Mazî û tasek ava cemidî

Li alîkî şer û ceng e li alîkî şox û şeng e

Mazot, dimsa nûjen

Welatê ‘çî min jê’ Mêrdîn’

Ser mahsereyan û çinîna tirî

 

Cîhên ku Pirtûka ‘Ez çûm ku neçûm ku’ lê peyde dibe:

 

Malpera Rewanbêj: Almanya

Amedê: Pirtûkxanamed – Li nik mala dengbêjan, İlkiz çarşi

Mêrdîn: Leylan Kafe-Kitap- Bajarê kevin

Stenbol- Pirtûkfiroşiya Medya Kitabevî- kolana İstiklal, Pasaja Elhamra

Şahmaran Kafe- Kolana İstiklal, Sadrî Alışık sokak

 

Cihê ku hûn karin bi rêya Internetê jê bixwazin:

 

Pirtûkakurdî, malpera pirtûkfiroşiyê, İnternet.

e-rûpel- Malpera pirtûkfiroşiyê

İdefix, Prefîx, D&R malperên pirtûkfiroşiyê

Bi Mailan: Weşanxaneya Berbangê: [email protected] ; [email protected]

 

ezcumku_necum_ku

dîtin: 791

Pêveker:

pirtuka Çiya mazî “ez çûm ku neçûm ku” derket