• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Pisîng Ji Mirovan Hez Dikin

Pisîng Ji Mirovan Hez Dikin


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Pûşper 16, 2017, 10:07


Pisîng/pisîk ji mirovan hez dikin. Çend heb lêkolînerên Amerîkayî bi xebata xwe peyitandin ku pisîng ji mirovan hez dikin. Lêkolînerên Amerîkayî lêkolîna xwe li ser 38 pisîngên bejî/kovî pêk anîne. Pisîng dikaribûn xwarin, leyîstok, bêhnên xweşik an jî eleqeya mirov hilbijêrin û nîvê pisîngên kovî ji xwe re eleqeye mirov hilbijartine.

 

Dema kûçik xwediyê xwe dibînin, bi kêfxweşî û bi awayeke eşkere û vekirî bi xêr hatina xwediyê xwe dikin. Lê pisîng naşibin kûçikan û hestên xwe pirr zêde diyar nakin. Lêkolînerên ji Oregon State Universty bi xebata xwe piştrast kirin ku pisîng, ji xwarinê zêdetir pêdivî bi eleqeye mirov dibînin.

 

Lêkolîner xebata xwe li ser 38 pisîngên kovî pêk anîne. Her yek ji pisîngên kovî dikaribû ji sê mirovan, sê leyîstokan û sê bêhnên xweşik yekî hilbijêre. Lêkolîner piştî ku tevahiya pisîngan ji xwe re tiştek hilbijartine, dîsa heman proses li ser pisîngên kovî dubare kirine. Ji sedî sî û heft pisîngên kovî ji xwarinê dest bernade ne, ji sedî deh û yek leyîstok û ji sedî sê, bi tenê pisîngek, hilbijartina bêhnên xweşik pêk aniye. Lêbelê 19 pisîng - nîvê hejmara pisîngan - bi awayeke eşkere û zelal hilbijartina eleqeye mirov pêk anîne.

 

Çavkanî: Science

dîtin: 211

Pêveker:

pisîng pisîk mirov vedîtin lêkolîn zanyar xebat

Babetên nêzîk