• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Platforma Hewram: Xwezaya Hewramanê talan dikin

Platforma Hewram: Xwezaya Hewramanê talan dikin


barkirin: Êlûn 10, 2015, 12:40


Platforma Hewram : Xwezaya Hewramanê talan dikin

Rêxistina Platforma Hewram ya li Rojhilatê Kurdistanê, di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, îsal rejîma Îranê bi henceta hebûna hêzên gerîllayên Kurd li herêmê zêdetirî 12 caran navçeyên çiyayî yên Şaho û Kosalan bombebaran kiriye. Di raporê de hatiye, armanca van êrîşan şewitandina daristan û têkdana xwezaya Kurdistanê ye.

 

Di beşeke raporta Platformê de hatiye : “Rejîm rê dide kesên sîxur û çaş agir berdin daristanên Merîwan, Nûsod û Jarawa. Her wiha pêşî li çalakiyên medenî yên derbarê ziman, xweza û rêxistinên jinan digirin. Çalakvan bi vê têne tawanbar kirin ku bi kom û partiyên siyasî yên li dijî rejîmê re di peywendiyê de ne”.

 

Raport cih dide hewlên pêşxistina cerdevaniyê li bajarên Merîwan, Kamyaran, Rewanser, Şaho, Kosalan, Urmiye û Kirmaşanê: “Hêzên cerdevan û kontrgerîla zextê li gel û bi taybet kasibkarên ser sînoran dikin û bi zorê pereyan ji xelkê distînin”.

 

Di dawiya raportê de hatiye: “lazime gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi taybet herêma Hewramanê li hember vê rewşê hişyar bin. Rejîm bi rêvebirina şerê taybet, gel ji hev bêzar dike û nifaqê dixe navbera wan. Pêwîste gel bi riya torên civakî hevdu ji vê rewşê agahdar bikin”.

dîtin: 275

Pêveker:

platforma hewram: xwezaya hewramanê talan dikin