• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Profesorê Navdar FEYZOYÊ EGÎT 70 Salî ye

Profesorê Navdar FEYZOYÊ EGÎT 70 Salî ye


nivîskar: Pirîskê Mihoyî
barkirin: Befranbar 28, 2015, 7:18


Van rojan matêmatîkzanê Rûsyayêyî bi nav û deng, doktor-profêsorê zanîstîyê yê fîzîko-matêmatîkayê, akadêmîkê Akadêmîya Rûsyayêye teybetzanîyê, serokê kafêdra analîza matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê, endamê Yekîtîya Amêrîkayê matêmatîkzanan, karmendê bi sîyanet yê Dibistana Rûsyayêye bilind, berpirspyarê kovara zanîstîyê ya bi navê «Bangîna Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê ya ser navê akadêmîk Pêtrovskî» (beşê «Teybetzanî û zanîstîya bingehîn») FEYZOYÊ EGÎT ŞEMOYAN ji bo 70-salîya xwe pîrozbayan ji heval-hogiran û rêxistinên fermî werdigre, yê ku emekê mezin rêtîye bona pêşvebirina zanîstîya matêmatîkayê, xasma têorîya spêktral ya fûnksyayên komplêkse werguhêz.

Eger pesin tê tûnebe, mirov dikare bi heqî bêje, ku navê Feyzoyê Egtî ne ku tenê di nava goveka fireh ya zanyarên dewletên Sovîyêta berê da, lê usan jî li gelek welatên cîhanê dîhare. Ewî bi dehan caran kêlmên zanîstîyê li ûnîvêrsîtêtên naskirî yên Rûsyayê, Amêrîkayê, Almanyayê, Şwêdyayê, Îtalayê, Norvêgyayê, Fransayê û welatên dinê xwendîye û li ser pirsên analîza matêmatîkayê sekinîye.

Feyzoyê Egît 28-ê kanûna paşin sala 1945-an li gûndê Baysizê (navçeya Talînê li Ermenîstanê) di mala Egîtê Reşîtê Şemo da ji dayîkê bûye. Pêşîyên binecîyên vî gundî nêzîkî 190 sal berê di dema şerê rûsa-tirkan yê salên 1826–1828-an da û piştî girêdana peymana Tûrkmançayê ji deşta Eleşgirê, bi taybetî ji Eyntabê (Kurdistana bakur) koçberî vira bûne. Eva gunda gûndekî êzîdîyayî herî kevnare li Herêma Ermenîstanê. Ji gûndê Baysizê gelek zanîyar derketine: doktor-profêsor Feyzoyê Egît, doktorê dîrokzanîyê Memoyê Xalit, doktorên zanîstîya fîzîko-matêmatîkayê Paşayê Mihoyî, Hesenê Egît û Dewrêşê Cewo. Dengbêjê beyt-serhatîyan Egîtê Têcir û dengbêjê naskirî Memoyê Silo jî ji vî gundî bûn. Bi dehan xort û keçên Baysizê îdarên xwendina bilind kuta kirine û îro di warê cihê-cihê da kar dikin.

Li destpêka sala 1950-î mala bavê Feyzo cîhguhastî gundê Horomê (navçeya Artîkê) dibe, li ku jî ew sala 1962-a bi qîmetên bilind dibistana navîn li serhevda tîne. Hema wê salê jî Feyzo li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewlete li fakûltêta mêxanîkayê-matêmatîkayê tê hildanê. Sala 1966-an ew bi êkstêrn (ji demê zûtir) întamên xwe dide û carekê ra ji kursa 3-an derbazî kursa 5-an dibe. Tiştekî balkêşe, wekî di nava dîroka Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da Feyzoyê Egît xwendekarê duemîn bû, yê ku ji demê zûtir zonko kuta kirîye. Feyzo dewsa 5 salan Ûnîvêrîstêt nava 4 salan da li ser hevda anîye, lê akadêmîk, matêmatîkzanê navdar Sêrgêy Mêrgêlyan nava 3 salan da.

Sala 1966-an Feyzoyê Egît xwendina xwe li aspêrantûra Ûnîvêrsîtêta Lênîgradêye dewletê dûmayî dike.
Sala 1971-ê ew têza xwe ya zanîstîyê ya bi mijara «Hinek pirsgirêkên parkirinê di nava aqar-goveka fûnksyayên analîtîk da» amade dike û diparêze. Ew 26-salîya xwe da navê doktorê zanîstîyê yê fîzîko-matîmatîkayê werdigre.
Lê sala 1983-an Feyzoyê Egît lêgerîn-têza xweye dudan ya doktorîyêye li ser qedera duemîn ya bi mijara «Faktorîzasîya, raberkirina întêgral û îdêalên fûnksyayên analîtîk» amade kir û bi rûsipîtî li Sankt-Pêtêrbûrgê parast.

Feyzoyê Egît ji sala 1973-an hetanî sala 1993-an karmendê zanîstîyêyî sereke yê Înîstîtûta matêmatîkayê ya Akadêmîya Ermenîstaêneye zanîstîyê bû. Wê demê ewî usan jî li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê li kafêdra têorîya fûnksîyan û analîza fûnksyonal dersbêjî dikir, di destpêkê da wek dosênt, lê dû ra wek profêsorê wê kafêdrayê.

Feyzoyê Egît sala 1993-an bi malê va ji bajarê Yêrêvanê cîguhastî bajarê Braynskê (Rûsyay) dibe û wê salê da heya roja îroyîn ew serokvanîyê kafêdra analîza matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê dike.

Fezoyê Egît xûdanê bêtirî 130 xebatên zanîsîyê ye, di wê jimarê da usan jî çend lêgerînên fûndamêntal yên di warê analîza matêmatîkayê da.

Ewî gelek caran grantên Fonda Rûsyaye lêgerînên fûndamêntal, Wezîreta Rûsyayêye perewerdê û zanîstîyê, Ûnîvêrsîtêtên Norvêgîyayê, Şwêdyayê, Îtalyayê û welatên mayîn wergirtîye.

15 doktoran li ber destên Fezoyê Egît têzên xweye zanîstîyê yên dereca fîzîko-matêmatîkayê amade kirine û parstine.

Ji bo keda mezin ya di nava pêşvebirina zanîstîya fiziko-mamtêmatîkayê profêsor Feyzoyê Egît gelek caran hêjayî hurmetname-xelatên Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê, Wezîreta Rûsyayêye perewerdê û zanîstîyê û berpîrsyarîya Herêma Braynskê bûye.

Wê ev gotara me nivîşkan be, eger em li ser malbeta profêsorê hêja û navdar Feyzoyê Egît ranewestin û çend gilîyan nenvîsin. Dê û bavê wîye rehmetî–Qerqaşa Huseyn û Egîtê Reşît ji gundê Baysizê bûn, ji qebîla stûrkan. Wana 10 zaro mezin kirin, 5 kur û 5 jî qîz, ji kîjanan pêncan xwendina bilind dest anîne.

Malbeta feyzoyê Egît ra dibêjin, malbeta matêmatîkzanan. Birayê wîyî mezin–Eskoyê rehmetî fakûltêta matêmatîkayê ya Înstîtûta Lênînakanêye amadekirina dersdaran kuta kiribû, salên dirêj ewî dersên fîzîkayê li têxnîkûma çêkirinê ya bajaê Hrazdanê (Ermenîstan) dida, pêra jî cîgirê midûrê wê bû. Birakî Feyzoyî dinê–Hesen fakûltêta matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê xilas kiribû, dû ra ewî têza zanîstîyê xwey kir û bû doktorê fîzûko-matêmatîkayê. Sed mixabin, ew sala 2002-a bi trajîk çû li ser dilovanîya xwe. Kurê Hesen–Miraz çend sal berê fakûltêta matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê li ser hevda anî. Birakî Feyzoyî dinê–Silêman Înîstîtûta Yêrêvanêye polîtêxnîkê, lê xûşka wî–Sûsanê fakûltêta matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê di dema xwe da kuta kirine.

Xanima Feyzoyê Egît– Naza Hecî Cewarî jî matêmatîkzane (ew dota profêsor Hecîyê Cindî ye). Ewê jî Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê xilas kirye, gelek salan dersbêja matêmatîkayê bûye, lê salên dawî li Ûnîvêrsîtêta Brayanskêye dewletê dersbêjî dikir. Niha ew kar nake.
Feyzoyê Egît û Naza Hecî du zaro mezin û perwerde kirine. Kurê wan–Romo Ûnîvêrsîtêta Sankt-Pêtêrbûregêye dewletê temam kirîye, doktorê zanîstîya fîzîko-matêmatîkayê ye, vê gavê li Amêrîkayê kar dike. Lê qîza wan–Sonê doxtira zarokane, ew doktora doxtirzanîyê ye, li bajarê Vladîmîrê dijî û di nexweşxanê da zarokan qenc dike.
Îro Feyzoyê Egît û Naza Cewarî du nevîyên kurîne delal bi ruhê netewperwarîyê derbîyet-tore dikin, yên ku vê gavê di dibistanê da bi serfirazî dixwînin.

Em bi dil û can profêsor Feyzoyê Egît ji bo rojbûyîna wî pîroz û bimbarek dikin, sehet-qewatê, temenê dirêj, jîyana aramî û bextewarîyê wî û malbeta wî ra dixwezin.

dîtin: 296

Pêveker:

profesorê navdar feyzoyÊ egÎt 70 salî ye