• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Proteîna Alzheimerê Çawa Mêjiyê Me Dadigire

Proteîna Alzheimerê Çawa Mêjiyê Me Dadigire


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 28, 2018, 9:15


Lêkolînerên cihêreng bi xebata xwe vedîtin ku proteîna-alzheimerê çawa mêjiyê kesên kal û pîr dadigire, bi gotineke din, vedîtin ku alzheimer çawa pêşdikeve û belav dibe. Lêkolînerên ji Zanîngeha Maastricht (UM) û Harvard Medical Schoolê a li bajarê Bostona Amerîkayê ye dîsa têkiliya pêşketin û belavbûna proteîna-alzheimerê ya bi pirsgirêkên bîrayî/zîhnî jî tespît kirine.

Nexweşiya Alzheimerê ji cureyên cihêreng yên xurifîtiyê ya pirr rûdide ye û bi zêdebûn û kombûna du proteînan yên bi navê “amyloïd bèta” û “tau-proteîn”ê rûdide. Xebateke berê destnîşan kiribû ku zêdebûn û kombûna proteînan, çend sal beriya diyarbûna semptomên pêşin yên weke jibîr kirinê, rûdide.

Koma lêkolînerên ji UM û Harvardê ku Heidi Jacobs û Keith Johnson rêvebirên komê bûne, li Bostonê bi qasî şeş salan li ser kal û pîrên bijûn/saxlem yên ji 64 heya 90 salî bûne, xebatên xwe pêk anîne. Ji ber ku xebat bi qasî şeş salan berdewam kiriye, lêkolîner karibûne têkiliya proteînên di mêjiyê kesên kal û pîr de bi çalakî û veguherînin bîrayî/zîhnî re tespît bikin.

Lêkolîner ji bo pîvandina tau-proteînê madeyeke radyoaktîf bikar anîne ku madeya radyoaktîf li proteîna-alzheimerê digerî û dorpêç dikir û navê wê madeyê jî PET-tracer e. Bi vê awayê pêderxistine ku tau-proteîn, bi rêya girêkên di navbera şaneyên mêjiyê ku jê re madeya spî jî dihêt gotin, belav dibin. Bi heman awayê li ser proteîna amyloïd bètayê xebatên xwe pêk anîne.

Xebatkarên heya vê gavê li ser nexweşiya alzheimerê xebitîne, dizanin ku zêdebûn û kombûna proteînan, rê li ber nexweşiyên bîrayî/zîhnî vedike. Lêbelê xebata Jacobs û hevkarên wê yên Amerîkayî hevkarîgeriya di navbera proteîna amyloïd û tau-proteînê vedibîne, û dîsa tespît kirine ku hevkarîgeriya proteînan rê li ber pirsgirêkên bîrayî/zîhnî û xurifîtiyê vedike.

Xebata Jacobs û hevkarên wê karekî pirr girîng pêk anîne ku xebat, perdeya li ser nexweşiyê radike û rê li ber lêgerînên tedawîkirina nexweşiya Alzheimerê vedike. Ji ber ku xebata Jacobsê, dikare nexweşiyê beriya diyarbûna semptomên pêşin yên nexweşiyê tespît bike, Jacobs pêdivî bi berfirehkirina xebata xwe dibîne.

Jacobs wiha dibêje; “Me di xebata xwe ya pêşin de xebatên xwe li ser mêjiyê kesên di navbera 64 û 90 salî de bûn, pêk anî. Lê divê em tiştekî ji bîr nekin û li ser “teşhîsa zû” baldar bin. Ji ber vê jî em a niha li ser xebateke nû hûr dibin û dixwazin bi xebata xwe ya nû li ser mêjiyê kesên di navbera 20 heya 90 salî de ne bixebitin.”

Çavkanî: Science

dîtin: 147

Pêveker:

zanist alzheimer proteîn tedawî tau hevkarîgerî harvard um