• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Puigdemont 'Em dê di nava çend rojan de serxwebûnê ragihînin'

Puigdemont 'Em dê di nava çend rojan de serxwebûnê ragihînin'


barkirin: Rezber 4, 2017, 12:30


Serokê Herêma xweser ya Katalonyayê Carles Puigdemont ji BBC re ragihand ku ewana herî dereng hetanî destpêka heftiya pêş me, dê Serxwebûnê ragihînin.

BBC li gel serokê Katalonyayê Puigdemont hevpeyvînek pêk anî.

Puigdemont ragihand ku Hikûmeta xweser ya Katalonyayê dê dawîya vê heftiyê an jî herî dereng destpêka heftiya pêş me têkeve nava tevgerê û serxwebûnê ragihînê.

Li himber pirsa "Eger hikûmeta navendî ya Ispanya destdirêjî bike û dest daynê ser Katalonyayê, hun dê çibikin?" Puigdemont got "Evna dê bibe çewtiyeka ku hertiştî biguhere"

 

dîtin: 119

Pêveker:

katalonya puigdemont carles serxwebûn