• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
PYD: Zilamê ku jina rojnamevan berpêng lêda endamê El-Nusre ye

PYD: Zilamê ku jina rojnamevan berpêng lêda endamê El-Nusre ye


barkirin: Êlûn 19, 2015, 4:27


Malpera fermî ya partiya Yekitiya Demokratîk  PYD’ê di beşa xwe ya Erebî de îdîa dike zilamê ku peyamnêra jin li Hungariyê berpêng lêdayî dest di kuştina dehan hevwelatiyan de heye.

Ligor zanyariyên malperê, nave wî zilamî, Osama Abdel-Muhsen Alghadab e û navbirî di sala 2004’ê de rahênerê tîma fotbolê ya Fitûwe bûye, bi dehan ciwanên kurd şahidiyê didin ku wî zilamî dest di kuştina 60 hevwelatiyên Kurd de hebûye’’.

Di berdewamiya nûçeyê de tê: ’’ Piştî serhildana şoreşa gelên Sûriyê di sala 2011’ê de bi hezaran Beisiyên şovenîst û yek ji wan jî Osama Abdel-Muhsen Alghadab di rêza ketîbeyên terorîstî yê ser bi El-Qaîdê yên weke Bereya Nusre yan grûpa Dewleta Îslamî DAÎŞ’ê de şerê  xwe bi taybet li Efrîn û Kobanê li dijî Kurdan berdewam kirin’’,

Li gor çavkaniyên herêmî jî Osama demeke kurt beriya ku ji Sûriyê derkeve endamê Bereya El-Nusre ku şaxê El-Qaîdê li Sûriyê ye bûye.

Di dawiya daxûyaniyê de tê, cihê şermê û rûreşiyê ye ku welatên Ewrûpî di bin nave demokrasiyê de deriyên xwe li ser kesên ku destê wan bi xwîna gelê Sûriyê sore û mal û halê wan talan dikirin. Herwih tîma fotbola Getafe ya Spanî navbirî weke rahênerê tîma xwe qebûl bike. Herwiha pêşwaziya tîma Real Madrid ji navbirî û hevdîtina bi wî re li jêr nave demokrasiyê, demokrasiyê tevlî terorîzmê dikin”.

dîtin: 195

Pêveker:

pyd: zilamê ku jina rojnamevan berpêng lêda endamê el-nusre ye