• Têketin
  • Ziman
Qamboçîya min

Qamboçîya min


nivîskar: Jan Agirî
barkirin: Rêbendan 9, 2019, 11:31


Ez li jûr bêşermî û lotkeya xak û nîştiman firoşeyek li ew perê dûrîya parzemîna asya dibin sêbera taca qiralekê da dibînim, şaş fêhm nekin tikaye ha qet qezda min tî, birç û bêstarên xaka mina şirîn Kurdistan nîne !

Ez li jêr berevanên jîyanek reş û rot û nîşte cihê welatek di vê tabloyê da dibînim kû qetek nan û firek av  ji bo hizrete qet tawanek xwe tune  li himber vê jarî û jêrîyê ji bilî kû pergala komelayetî rakirin û taca qiralek bilind kirin!

Ez li vir li asya dûr qambotçîya jêrî û jûrîyek dibînim
Ez li vir ez li kurdistanê çima evqas xwe nêzik vê dûrîya asya dibînim qet ez pênizanim
Kes şaş fêhm nekit qezda min qet ne nekamîya xaka mina şirîn Kurdistane !

Ez Saed taca dê kim pêlav û şekal eger jîyan evqas mabe bêçar
Ez ne che û gandî me kamboçî
Bes ma eger tu rabî
Bes ma eger tu û ez ne evqas hev-xembîn
Li cihê evqas gazind
Eger bo carek bi tinê jî tu rabî; ha bes rabî
Bihesibînin tayekê êşa giran ez girtîme û ji ber û bê hemd di axivim bila yên li jûr ne tirsin û yên li jêr jî ji xwe tiştek xwe nemane jê bitirsin
Kurdistan xaka mina şirîn her bijî !

Jan Agirî
 

dîtin: 30

Pêveker:

qamboçîya