• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qedera Rojava li Cenêv 2 di destê PKK û PDK de ye!

Qedera Rojava li Cenêv 2 di destê PKK û PDK de ye!


nivîskar: Nezîr Silo
barkirin: Sermawêz 7, 2013, 3:34


Rojeva tevahiya kurdan bûye kongreya Cenêv a duyem. Gelek baş û balkêşe ku hemû kurd ji tevahiya Kurdistan peywendî darî vê komcivîna girîng dibin. Lê we çi çandiye , hunê wê biçînin? Di Rojava de du rêbazên cuda hetine hunandin. Ev herdu rêbaz di gelek xalan de dijî hevin û di kêm xalan de lihevkirin. Ji bo ku em karibin rastiya rewşa Rojava bi awayekî rast û baş têbighêjin, pewîste em roniyê bidin ser van rêbazên xwe li navtengala Rojava pêçane bidin.

Rêbaza Encumena Niştîmanî ya Kurdî ENKS: Di têgîna vê encumenê de bêkarî û bêkêrî heye. Xwe spartina hêzên cuda bê ku ferq û cudahiyê bixe nav wan, bi hêza gelê xwe bêbawere û herdem xwe bêhêz û belengaz dibîne, stratîjiya xwe ya tekoşînê nîne û her weha nikare xwedî tektîk be. Piraniya hêzên vê encumenê bi nav hene û yên heyî jî xaka Rojava berdana, xwe û malbatên xwe revandina Başûrê Kurdistanê  û di rêya hinek raghandinan re dixwazin xwe weke tiştek bidin diyarkirin. Karê wan ewe gilî û gazindan ji PYD û dezgihên ser wê ve bikin.

Rêbaza Tev-Dem:  rêbaza tekoşînê ye. Tekoşîna gelêrî ser tegîna berxwedana netewî dike û beyî ku gilî û gazindan bike, ser bingehê bawerî bi hêza xwe ya xweserî bi serhişkî tekoşîna xwe berdewam dike. Lê ev rêbaz di tektîkên xwe yên siyasî de ne gelek nerme, di asta diplomasî û ragihandinê de gelek bi metodên nû û serkeftî xwe libanaxe. Di têkiliyên xwe yên hundir û derve de gelek bitenê dimîne. Hêza navxwe ya afrêner di mijarên poltîk û diplomasî de aktîva nake, lewma nikare encamên tekoşîn û berxwedana xwe vegerîne destkeftên berbiçav. Di rêvebirinê de hez dike bitene be û bi metodên xwe mîna hêzek totalîter derdikeve pêş. Dixwaze ku bi têgîna xwe ya îdiolojîk civakê rêve bibe û ev yek jî rastî nerazîbûn û metirsiya beşek mezin ji civakê tê. Helbete YPG jî parçek vê rêbazêye û dînamîka wê ya bingehîne.

Ev herdu rêbazên heyîn gelek dijberin û lihvkirina wan gelek zehmete. Lewma em dibînin ku her encumenek bi polîtîkayek cuda kar dike û bi aliyekî cuda ve diçe. Ev di encamê de bandorek neyînî ser doza gelê me di rojava de dike. Ev yek dibe sedema nelihevkirinê û parçebûna refên tevgera siyasî ya kurdî li Rojava.

Lê yek xalên herî bi bandor û nîgariya rewşa siyasî kifş dike li Rojava hêzên kurdistanî ne. Bitaybet PDK û PKK. Rewşa Rojava bûye neyinika peywendiya navber van herdu hêzan. Ger têkilî û peywendiya van herdu hêzan bi hev re başbe, li Rojava jî rewş baş dibe, nakokî xwe dinxwmînin û zimanê biratiyê serdest dibe. Her çendî rêbaza tekoşînê ji hev cuda be, lê berjewendiyên netewî dikare serdest bibe ger ku ev herdu hêzên me behsa wan kirî wê yekê bixwazin.

Ev dubendiya kûr û dijwar ya hatî çandin di Rojava de dikare bibe sedema ku gelê me li vir gelek hêviyên hêvîdir bi dest neyîne û dikare bibe sedema şerkî navxweyî û têkçûna hemû hêviyên girêdayî ser guherîna rejîma Surya yê. Lewra ez vê yekê tekez dikim ku qedera Rojava, serkeftin û binkeftina wê di stuyê PDK û PKK de ye. Dîrok wê ji van herdu hêzan re vê yeke binivîse. Bi başî an bixirabî. Ger ev herdu hêz nakokiyên nav xwe ser Rojava çareser bikin wê ev yek bibe sedema lihevkirna hêzên Rojava û ev yek wê cih û hêzek mezin bide wan ser masa Cenev 2. Gelek Rojava bi lehengî û qehremanî li berxwedide û comerdiyek dîrokî dike di qurban dayîn de ser rêya azadiya xwe. Ya mayî îdî ser milê PDK û PKK ye.

 

dîtin: 353

Pêveker:

qedera rojava li cenêv 2 di destê pkk û pdk de ye