• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qeşmerê Qesrê (Her Tişt Ji Bo Kursî Ye)

Qeşmerê Qesrê (Her Tişt Ji Bo Kursî Ye)


nivîskar: Mihemed Guler
barkirin: Befranbar 24, 2016, 11:53


Gotina demokrasî, azadî û maf û hiqûq di devê her kesî de tê bikaranîn. Her kes li gorî xwe van rêgezan heya dawiyê pêktîne, yan jî li gorî pêwîstiya xwe pêk tîne. Her kes li her derê van gotinan bilêv dike. Lê ya rastîn jî herî zêde siyasetmedar û polîtîkavan van gotinan tînin ser ziman. Ji kesê herî humanîst, mafperwer, azadîxwaz û hiqûqnas heya kesê herî dîktator, yekdest, despot û çewsîner bikar tînin. Ji ber ku ev gotinane deng ji gel digirin û temenê desthilatdarî û seltenetên xwe dirêjtir dikin. Ji ber ku tişta herî zêde pêwîstiya gel pê heyî jî ev tiştin. Her siyasetmedarê ku dema ji gel deng dixwaze dizane kîjan tona deng bikar bîne û çi bibêje. Her siyasetmedar û partiyên siyasî reqîbên xwe reş dikin û xwe weke rast didin nîşandan. Lê di hemû sîsteman de gel temaşeyê rû û sîmayên nû dike. Ji ber ku yên din bi dehan caran hatine ceribandin û encam nehatiye girtin. Ji ber vê yekê rû û wehdên nû balkêştire. Vaye AKP û Recep Tayyîp Erdogan jî di sala 2002’an de bi vê dirûşmê derketin ser dika siyaseta çalak. Jixwe weke tê zanîn Erdogan ji beriya bibe serokê AKP’ê jî siyaset di qad û meqamên cuda de kiribû. Weke Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Lê di sala 2002 an de bi parolayek ji partiyên din cudatir derket ser dika siyasetê. Partiyên din hemû diman ser û rûyê hev ve, Erdogan bi desteka cemaetê û qada navnetewî bi serê xwe bû desthilatdar, hemû partiyên din pasifîze kir, kir partiyên tabeleyê û di bin bendê de hişt.

Erdogan weke partiyên din gotinên rojane bikar ne anî, ol xist navenda siyaseta xwe. Ji ber ku piraniya Tirkiyeyê û Kurdistanê Mislimanin Erdogan jî piranî bi gotinên Îslamî eyar dida siyasetê. Tim bi komî li ber deriyê mizgeftan daxuyanî dayîn ji bo wî dihat wateya kontrolkirina gel. Erdogan li hember pirsgirêka Kurd jî pir polîtîkayên şer bikar anî, şerên pir dijwar meşand. Di nava gel û civakê de zextên pir tûnd pêk anî. Di dema Erdogan û AKP’ê de salane bi sedan zarok, jin, ciwan û hwd… ji aliyê polîs û leşkeran ve dihatin kuştin. Erdogan tim digot ez pirsgirêkê weke yên ji beriya xwe çareser nakim û rêbazên wan şaşin. Bes Erdogan jî rêbazên 90’î li gorî roja me rojane kir û li ser gel û civakê pêk anî. Di zêhniyet û feraseta Erdogan de sultaniya Osmaniyan û xelifetiya Îslamiyetê heye. Ango çi dike ji bo wê armancê dike. Erdogan ji bo vê armanca xwe her kesê derdora xwe firot. Heya ew kesên ku weke şêwirmend û aqilmendên wî bûn jî firot. Ji ber ku Erdogan digot sibe ev kesane jî wê bibin bela serê min. Erdogan her kes ji bo xwe tehlûke dît. Lê ji gel û raya giştî re nedigot ev kesane dijî planên minin. Digot ev kesane aramiya welat dixin tehlûkeyê û di nava dewletê de dewletê çêdikin. Bi vî awayî ew kesên li gel xwe jî pasifîze kirin. Jixwe em dizanin ji dema ku AKP avabûye heya niha gelek endamên sazkar yên AKP’ê ji partiyê qut bûne. Hemû jî dibêjin AKP êdî ne li ser wan sozên xwe yên berê dayîne. AKP ji aliyê yek kesî ve tê rêvebirin, kesên din jî neçarin ku pêk bînin û nikarin qebûl nekin. AKP û Erdogan her ku çû hemû sazî û dezgehên dewletê xistin bin destê xwe de. Di nava sazî û dezgehan de kadroyên muxelîf hemû tasfiye kirin. Niha AKP û Erdogan bi serê xwe dewletê birêve dibin. AKP rêveberiya Tirkiyeyê weke mafê xwe dibîne û li gorî wê tevdigerin. Didizin, digirin, dikujin, xirab dikin ango her tiştê ji bo xwe rewa dibînin. Weke tê zanîn di dema hikûmeta AKP’ê de gelek dizî hatiye kirin, tenê çend ji van hat xuyakirin. Lê ew ji oqyanusê ne dilopeke jî. Erdogan bi xeyala serokatiya bi modela DYE’yê diraze û her tiştî ji bo vê xeyala xwe dike. Ango bi sîstema serokatiyê dixwaze rayeya Serok-komartiyê û Serokwezîriyê û gelek rayeyên din di destê xwe de kom bike û ji vê re jî dibêje Demokrasiya Pêşketî. Lê Erdogan’ê kû sîstema serokatiyê dixwaze, sîstema me ya xwerêveberiya herêmî ya dişibe sîstema eyelet û dewletên DYE’yê tehlûke dibîne û li dijî derdikeve. Weke kû ji vê jî tê fêhmkirin Erdogan ne demokrasiya DYE’yê hemû raye di yek destekî de komkirina wê dixwaze û li gorî wî ev demokrasiya pêşketiye.

Erdogan piştî ku ji serokwezîrtiyê derbazî serokkomariyê bû, nedixwest cihê xwe yê partiyê jî berde. Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de hemû qanûn û hiqûq binpê kirin û ji bo partiyeke derket qadan deng geranê. Bi vê yekê qanûna pêwîste serokkomar di heman astê de nêzîkatî li hemû partiyan bike binpê kir, hemû partî bi taybet jî HDP kir armanc ji bo ku di bin benda hilbijartinê de bimîne got. Ne weke serokkomar weke serokê partiyê tevdigeriya, ne weke serokkomarê tevahiya gelên Tirkiyeyê weke serokkomarê AKP’yiyan tevger dikir. HDP’ê hesabên wî yên serokatiyê di 7’ê Hezîranê de xirab kir. Jixwe AKP’e di hemû polîtîkayên xwe de bin ket, bi taybet jî di polîtîkaya derve de. Polîtîkaya derve ya bi parolaya bi cîranan re sifir pirsgirêk bû, bû bi hemû cîranan re tijî pirsgirêk. Ji ber ku planên Erdogan yên serokatiyê û yên AKP’ê yên bi serê xwe hikûmet avakirinê xira bû. Weke gurê har li hemberî Kurdan li her cihî dijminahî meşand. Li Rojava li dijî Kurdan li pêş çavê hemû cîhanê piştgiriya çeteyên dijminê mirovahiyê kir û weke welatek fermî nas kir. Di nava Tirkiye û qaşo Dewleta Îslamî de dîplomasî danîn. Erdogan bi karanîna van çeteyan xwest ku destketiyên Kurdan têk bibe. DAIŞ’ê bi xwe jî nezanî çima êrîşî Kurdan dike. Jixwe êdî hemû dinyayê dît ku Tirkiye piştgirya DAIŞ’ê dike. Ji ber ku DAIŞ’ê di nava Tirkiyeyê de sazî, komele û weqf vekiriye.

Di van rojên dawiyê de Erdogan û AKP ya ku êdî bi serê xwe ne desthilatdare lê naxwaze fêmbike di bin navê têkoşîna li hember DAIŞ’ê de li hember Kurdan û hêzên demokrat şer daye destpêkirin. ‘Pêwîste gelê Tirkiyeyê baş bizane zarokên wan ne ji bo parastina welat têne kuştin, ji bo parastina selteneta Erdogan û qesrê têne kuştin.’ Li hemberî DAIŞ’ê şerek formalîte, li hember Kurdan qirkirineke siyasî, leşkerî, çandî û xwezayî ya pir dijwar dimeşîne. Ango dibêje eger ez nebim serok, ez nekaribim di qesra xwe de bi aramî razim û AKP bi serê xwe nebe desthilatdar bila her tişt bişewite, wêran bibe. Weke ku tê fêmkirin ev operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî ji bo rayên nijadperest li ser bingehê xwînê bigire ye. Weke em dibînin Erdogan naxwaze bi ti awayî hikûmeteke koalîsyon li gel ti partiyekî çêbibe ji bo wê yekê pêvajoya kaosê da destpêkirin. Eger ku cenaze bên her du milan wê bi vê yekê dengê xwe bilind bike û di hilbijartinekî pêşwext de dîsan bibe desthilatdar û wê xeyalên xwe yên serokatiyê pêk bîne. Weke ku ji beriya hilbijartinê jî me weke dirûşme bikar anîbû! “Emê te nekin serok”, lê ji bo roja me ya îro mirov dikare bibêje, “Em hêjî te nakin serok”, “Emê şer bi te nedin kirin.”. Bi hêviya welatekî ji ber azweriyên keseke wêran nebe, li ser cenazeyên ciwanan deng neyê standin, kesên dizîkirîn û bûyîn sedema xwîna mirovan rijandinê ceza xwe bigirin. Gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi hev re azad û wekhev jiyan bike. Êdî ev erdnîgarî ne bi xwîn û kuştinê bi bûyerên xweş deng li cîhanê belav bike…

dîtin: 750

Pêveker:

qeşmerê qesrê her tişt ji bo kursî ye

Babetên nêzîk