• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qeyrana Kirimê Ewrûpa û Emerîka xistin tevgerê

Qeyrana Kirimê Ewrûpa û Emerîka xistin tevgerê


barkirin: Adar 4, 2014, 12:31


bo dagirkirin û çavdêriyê veguhestina leşkerên Rûsya berdewame.

Li himber vê rewşê Emerîka û Ewrûpa nerazîbûna xwe bi tundî aşkere kirin û keftine nava hewla ku Pûtîn ji vê biryara xwe vegerînin.

Serokê Welatên Yekgirtî yên Emerîka nêzîkî demhijmêrekî û nîvî li gel Pûtîn bi rêka telefonê peyivî, lê ji bo betalkirina veguhestina leşkeran û çavdêriya li ser Kirimê tu encam nehate girtin.

Arîşeya Ukrayîna ku hetanî neha di sikakan de xwe dida der êdî aşkere bû ku arîşe ne ya kolana ye lê belê arîşeyeke navnetewî ye. Pevçûn û şerê ku heyî di navbera hêzên Ewrûpa û Rûsya de ye. Rûsya wekî hêzekî navnetewî û wekî demên bihurî dixwaze ku Ukrayîna di dest xwe de bigre lê belê Ewrûpa jî wekî welatekî sînorê Ewrûpa dixwaze ku Ukrayîna berbi Ewrûpa ve bikêşe.

Di nava vê rakêşanê de Serokwezîra Elmanya Angela Merkel jî li gel Pûtîn kete nava peywendiyê lê hewldana Merkel jî encam negirt. Rûsya dibêje ku hetanî li Ukrayîna rewşa asayî pêk bê dê leşkerên Rûsya li Ukrayîna bimînin.
Di axaftina Merkel ya li gel Pûtîn de Merkel pêşniyar kir kuk di rêberiya AGIT ê de komeka lêkolînê ji bo Ukrayîna bête hinartin. AGIT jî diyar kir ku ji bo karekî wisan ew amadene.
Paşê Merkel û Obama jî li gel yek axifîn û Merkel nerazîbûna xwe ji bo rewşa Ukrayîna derbirî û xwest ku li himber helwestê Rûsya helwestê navnetewî bête nîşandan û diyar kir ku ev destdirêjiya Ukrayîna nanaskirina dada navnetewî ye.

Beramber van aloziyan jî Merkel dibêje ku ji bo çareseriya bi rêkên siyasî hîna dereng nîne.

Yekîtiya Ewrûpa bi tundî şermezar kir

 

Wezîrê Derve yê Birîtanî Wılliam Hague ku li Kiev ê di nava hevdîtinandeye diyar kir ku ev aloziya ku heyî aloziya herî mezin ya sedsala 21 ye. Hague got ku eger yekîneyên Rûs venekişin dê berdêlên vê yên aborî û dîplomatîk giran bin.

Yekîtiya Ewrûpa di nava talaşê deye.

Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewrûpa ji bo şirovekirina rewşê û helwestê dijî Rûsya li Brukselê bi lezgînî civiyan. Di destpêkê de biryar dan ku hevdîtinên li gel Rûsya yên ji bo vîzeyê rawestînin.Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewrûpa çalekiyên hêzên çekdarî yên Rûsya ku li Ukrayîna pêk tên wekî – Êrîş- binav kirin û bûyer aşkere nenaskirina mafê welatekî dîtin û Rûsya bi biyanoyên sixte ve wekî dagirkerê Kirimê derbirîn.  Biryar hate girtin ku roja pêncşemê civîna Serokên Yekîtiya Ewrûpa bête lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Welatên Yekgirtî yên Emerîka John Kerry jî Rûsya wisan tawanbar kir ku di sedsala 21 an de wekî sedsala 19 an tevdigere. Kerry îro diçe Kiev ê.

Li himber van pêşketinan Rûsya jî Konseya xwe ya Ewlekariyê ya Netewî kom kir.

NATO jî bi lezgînî dicive

Endamên NATO yê jî li ser daxwaza Polonyayê îro bi lezgînî di cive û metirsiyên hinartina leşkeran ya Rûsya ji bo Kirimê dê biaxifin.

 

Rewanbej.com

dîtin: 212

Pêveker:

qeyrana kirimê ewrûpa û emerîka xistin tevgerê