• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Qubat Talabanî got rewşa Mam Celal baştir bûye

Qubat Talabanî got rewşa Mam Celal baştir bûye


barkirin: Adar 29, 2014, 9:58


Qubad Talebanî yê kurê Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, ragehand ku rewşa tendirustiya bavê wî baş dibe û eşkere kir ku bavê wî dixwaze vegere Kurdistanê.

Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de behsa rewşa bavê xwe kir û got “Tendirustiya wî gelekî baştir bûye û şikir ji xweda re roj bi roj baştir dibe.” Derbarê dema vegera bavê xwe de bo Herêma Kurdistanê, Talebanî wiha axifî: “Ew bi xwe hez dike vegere Kurdistanê, lê ew dizane jî dermankirina herî baş ji bo wî ewe ku li cihê xwe bimîne”.

Derbarê tedbîrên pizîşkî û dema mana wî ya li nexweşxaneyê, Qubad Talebanî got: “Dem jê re nehatiye danîn û dermankirina wî berdewam dibe, niha di qonaxa dermankirina xwezayî de ye ji bo ku hêza xwe vegerîne.”

Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî roja 17.12.2012’an li Bexdayî rastî krîza mejî hat û pişt re ew rakirin nexweşxaneyeke Almanya û ji wê demê ve li wir tê dermankirin. Heta niha ji xeynî çend wêneyan, ti vîdeoyeke Talebanî nehatiye belavkirin.

basnews

dîtin: 282

Pêveker:

qubat talabanî got rewşa mam celal baştir bûye