• Têketin
  • Ziman
Radyoyeke nû ji Kurd FM; KurdFM Pop

Radyoyeke nû ji Kurd FM; KurdFM Pop


barkirin: Adar 20, 2014, 9:16


Radyoyên torê yên Kurdfm yên nû vebûn.

Radyoya Kurdî ya Torê ku eve 4 sale bi awayekî bisporî weşana xwe li ser torê dike û bernameyên xwe yên Apple û Androîdê hene radyoyeke dîtir di bin sîbera xwe de vekir.

Radyoya KurdFm ya nû bi navê -KurdFM Pop- vebû. Radyoya ku ji alyê koma kar û projeyên nûjen yên Kurdî Hevi Media Group ve vebûyî berî bi nîv demhijmêrê dest bi weşana xwe kir. Radyoya ku di bin vê dirêjekê de www.pop.kurd.fm weşana xwe dest pê kir tenê muzîkên Kurdî yên lezgîn dê di nava xwe de rabigre. Bi taybet sitranên bi şêwazên pop, hip-hop, helperkê, house, govend, û cureyên dîtir yên muzîka lezgîn dê bo guhdarên xwe pêşkeş bike.

Rûpelê pop.kurd.fm li gorî wê hatiye çêkirin ku di telefonên destan de jî bi hesanî bête guhdarkirin û ciwan diyar bibe.
Di rûpelê radyoyê de him nexşa cîhanê xuyan dike da ku cihê guhdaran xuyan bike, him 5 sitranên dawî yên ku hatî weşandin jî xuyan dikin, him jî wêneyê sitranbêj jî derdikeve.

Li gorî ragihandina karmendên KurdFM bi boneya roja Newrozê ev radiyo vekirine û di rojên pêş me de dê radyoya tenê soranî û zazakî jî bête vekirin.

 

 

Rewanbej.com

 

dîtin: 684

Pêveker:

radyoyeke ji kurd fm; kurdfm pop