• Têketin
  • Ziman

Ramyarî - Pel 8

Pêşketinin Siyasî, Bûyer û şiroveyên Siyasî

Rezber 27, 2014, 1:11

Gotar-TC û DAIŞ: Hesabên Kobanê. Mervan Serhildan

Di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de, gelo hevkariyeke çawa heye? Tê zanîn ku DAIŞ; bi hişmendiya “suniyocîhadîst” êrîşî ser ol û baweriyên cuda dike, êrîşî ser nirxên mirovahiyê dike, êrîşî ser îradeya gelên Rojhilata Navîn dike û her wiha êrîşî ser aramî û îstikrara “hînterlanda musluman” dike. Êrîşkari.. berdewam...
Rezber 26, 2014, 1:38

Kula Kobanê… Adar Jiyan

‘Kul’ tê wateya birîna bi hicran ku qaşik digire, dixurime û zû bi zû nacebire. Belê her gav ne wekî birîna xedar a bêderman tenê, tê zanîn. Her wiha ew, wekî gelek derd û xemên giran ên ku di dil û hinavên mirov de şax vedidin jî tê binavkirin. Yanî kul, di wateya xazeyî(mecazî) de, wekî birîna nex.. berdewam...
Rezber 25, 2014, 11:51

Koban û Şengal

ZÊLÎMXAN, XÊRA KU TU DIDÎ, BILA LI BER QELEMA QENCÎYÊ KEVE!Gelkujîya Şengalê û Kobanîyê daxek na, lo hezar dax li dilê gelê me xist!Seranser gelê me ev bedbextî, qetîlîyem, komkujî ya xweye şexsî hesab dike û destê alîkarîyê dirêjî peneber û hêsîrên Şengalê û Konabîyê dike.Alîkarî ji gelek dewletên .. berdewam...
Rezber 24, 2014, 4:57

Dawud Çîçek: Roj li Kobanê hitê…

Roj li Kobanê Hiltê- Dawud ÇîçekBerxwedana şervanên YPG û YPJ li Kobanê û piştevaniya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li revendê li her çar aliyên cîhanê, dunya rakir ser piyan û bi destanên qehremaniyê yên şervanên kurd di serî de destana Ceylanan û Arîn Mîrkanan û bi dehan şervan.. berdewam...
Rezber 21, 2014, 12:05

Kobanê neket, lê siyaseta Tirkiyeyê ket !

Xelîl DalkiliçLi hember berxwedana li Kobanê înîsiyatîfa DAİŞ’ê ya êrîşkar hat şikestin. Metirsî berdewam e; lê him moralê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) û yê xelkê ku li Kobanê li ber xwe dide him jî rewş û pêwendiya derketiye holê ji îro şûnde firsendê nade ku rewşeke hên xirabtir pêk .. berdewam...
Rezber 20, 2014, 10:42

Bibûre dilê min, bibûre Serhildan | hevalê te Agirî

Bibûre dilê min, bibûre. Dizanim nivîs valaye. Dizanim ew rondikên neha di gewriya min de fetisî valane. Dizanim ev nefesa bi zorê digrim valaye. Dizanim bibîranîna te valaye. Dizanim li wêneyên te, zarokên te, hevsera te temaşekirin valaye. Dizanim. Ji ber hemî valaye. Piştî tu çûyî. Piştî ku nînî... berdewam...
Rezber 20, 2014, 2:57

Hinek têbinî ji ‘Tofan’ê

Erê… Ev mehek zêde bû di ser destanê re, dibêjim destan lê gellekî bê dilê min e ev peyv, ev têgeh. Lê birastî nizanim ez dê çi bibêjim. Ji roja ewilî belkî kêlîk bi kêlîk û ji bilî xewê -ku ew jî çi xew bû- ez dişopînim Kobanê. Bawer bikin wekî din tu tiştek nedihat ser bîra min. Welat, siyaset, hu.. berdewam...
Rezber 18, 2014, 6:59

BAHARÎN: ŞENGAL Û KOBANÎ SÊVA DEVÊ WEHÎŞAN NÎNE!..

Vê dota kurde femandar ya berxwedana bajarê Kobanîyê ya bi navê Baharîn Kendalê eva bêtirî mehekê ye tirs û xofeke mezin kirîye dilê çeteyên DAÎŞ`ê!..Ronkbirê ermenîyî mezin Xaçatûr Abovyan nivîsî ye, ku her jineke kurd bi ruhê xwe va helbestvane! Lê na, her doteke kurd ne ku tenê bi ruhê xwe va hel.. berdewam...
Rezber 17, 2014, 2:05

Êdî dem pêşxistina dîplomasiyê ye…

Rizoyê XERZÎ- Azadiya WelatPiştî berxwedana bêhempa ya şervanên kurd li Kobanê, nav û dengê vê berxwedan û tekoşîna li hemberî çeteyên hov li hemû cîhanê belav bû. Ev serkeftinên mezin ên Hêzên Parstina Gel ku di warê leşkerî de hatin kirin li hemberî hêza herî hov ya ku di demeke kurt de gelek baja.. berdewam...
Rezber 16, 2014, 2:59

Bedbextiya kurdan bêbextiya cîranên wan e.

Bedbextiya kurdan bêbextiya cîranên wan e.Samî TANJi 15’ê rezberê bi vir de bala hemû mirovên azadîxwaz li ser Kobaniyê ye. Êdî ne tenê dilê kurdan ji bo Kobaniyê hildavêje, dilê hemû mirovên azadîxwaz ji bo vî bajarî hildavêje. Di dîroka kurdan de ji bilî qirkirina Helebçeyê tu bûyerên têkildarî wa.. berdewam...
Rezber 14, 2014, 11:34

GELO EM GUNEKARIN?

Gava min gotara xwe “Nema vekirî heval-hogirê minî surmanra” malpera xweda û Facebook-êda da weşandinê, ewê rêaksîa yekşvêtî pêşda neanî. Hinek meriva destpê kirin careke mayîn jî em – rewşenbîrê êzdî nava xayîntya miletîêda gunekar kirin. Hilbet, eva bona me tiştekî teze nîne, lê ewê, ku rewşenbîrê.. berdewam...
Rezber 12, 2014, 3:32

Nûnerê Ban Ki-moon li Hewlêrê ye

Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li İraqê Nikolay Mladenov ji bo gotûbêjkirina pirsa koçberan û şerê DAİŞ’ê gehişte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.Hevdem ligel gehiştina Hewlêrê, Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li İraqê Nikolay Mladenov bi armanca gotûbêj.. berdewam...
Rezber 10, 2014, 8:55

Qedera Kurdistanê; Kobanê

Ji bo piştgiriya Kobanê û nerazîbûna li himber çeteyên DAÎŞ’ê, ev bû çend roj Kurdistan û hemû cîhan li ser niga ye. Kurd ji aliyê hestewarî ve nerehetin û nahêlin ku ti kes li cîhanê rehet be. Ji aliyekî ve çete bi hemû hêza xwe ya ku ji tirkî û dewletên wek tirkî ji qewmê rovî distîne, êrîşî ser K.. berdewam...
Rezber 7, 2014, 12:35

Dema yek heyrana qatîl û dijminê xwe be

Çiqasî em dibejin îro ne roja wêya ye ku kurd hevudin rexne bikin, berê xwe bidin hevudin û xizmetê ji dijminên xwe re bikin. Çimku şoreşa rojava ketiye sala xwe yî çaremîn, şer û pevçun ji Helebe heya Şengalê û Kerkukê bênavber berdewam dike, kesekî ku ji dil û can alîkariya kurdan bike xuyan nakê,.. berdewam...
Rezber 6, 2014, 11:16

Du sundên metirsî

Tirkiyê sund xwariye ku Kobanê bixe. Pkk jî sund xwariye ku biratiya xwe ya bi Tirkî re xirab neke.Artêşeke Kurdan heye ku eve 40 salin Kurdan hemî tiştê xwe xistiye rêka vê artêşê . Kurdan hemî hêrsa dilê xwe, kîn û rik û,lome û gazinên dilê xwe xistine vê artêşê. Ev artêş hestên dilê hemî Kurdan k.. berdewam...
Rezber 3, 2014, 1:00

Aştî ya jî Şer?

Dem û çaxên xwe xweş be gelî heval û hogiran. Demek direje ku derfetê minî nivîsandinê tunebû û min nikarîbû derkevim himberî we. Lê ji niha û pêde ezê hewl bidim bi awayekî peryodîk bi nivîsên xwe di xizmeta we de bim.Di demek wisa de ku Kobanê xwîn digrî destê min pênûsê nagre û gotin di gewriya p.. berdewam...
Êlûn 18, 2014, 10:03

Kerkuk; Beytulmuqedesa Kurdan

Alan kavalJi farsî: Dêrsim Oremar Li cadeyekî ku diçe Kerkûkê, bajarê ku çend hefteye ketiye destê hêzên Herêma Kurdistanê, herêmeke suneyan bi navê Haydice heye ku çend roj berê ala Dewleta îslamî ya Şam û Îraqê (DAÎŞ)ê lê hatiye hildan. Jeepên hêzên pêşmergeyan bi lez dizivirin, ajovanê otomobêlek.. berdewam...
Êlûn 6, 2014, 12:10

Heval Arî bêdengiya xwe xirab kir

Şervan û Fermandarê Kurd Mistefa Şefîq ku bi navê xwe yê nava PKK Arî tê naskirin li himber şirove, peyv û gotinên ji aliyê rayedarên PKK ve dijî wî hatine kirin û têne kirin bersiv da. Mistefa Şefîq an jî bi navê xwe yê dîtir Heval Arî di rûpela xwe ya Facebook ê de bersiva pevyên Endamê Konseya PK.. berdewam...
Êlûn 3, 2014, 11:05

Bihuşta kujeran | Fergîn Melîk Aykoç

Ji bo rêzdarên li welêt, yên nikanin lînkê vekin.Bihuşta kujêranLi gor hemû ol û baweriyan yê di nava şerê ol, yan jî baweriyan de were kuştin bê pirs û bersandin diçe bihuştê. Li gel wê kuştina kesên ola kujêrê xwe nepejirîne jî, mîna fermana xwedê be, hatiye helal kirin. Her çendî li gor felsefeya.. berdewam...
Êlûn 3, 2014, 10:55

Berpirsiyarê Qatliyama Şengalê kîne?

Diserîde berpirsiyarê vê qatliam û keraseta Şengalê Malbata Berzaniyan, partiya wan KDP ye, YNK e ye, Heraketa Goran û rêvebirê Başurê Kurdîstanê ne. Ez dêhnê xwe didime hin çapemenî û medya kurdan bişêwazeke nepenî KDP ê û malbata Berzaniyan bi tenê rexne û sucdar dikin, Lê her çiqasî gel ê kurd se.. berdewam...
Gelawêj 30, 2014, 5:08

Gelo kê wê lêborînê ji Êzîdîyan bixwaze?

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo kê wê ji êzîdîyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?Amêrîka decal? Ya ku ji bo berjewendîyên xwe eva sed sale bûye cendirma navnetewî? Ya ku «gopalê xwe ba dike» û niha Rojholata Navîn kirye gola xwînê, «bahara ereban» ji ber xwe derxist û ew «bahar» bûye «zivi.. berdewam...