• Têketin
  • Ziman
Rastî û Xiyalperestî!

Rastî û Xiyalperestî!


nivîskar: Jan Agirî
barkirin: Hêzîran 4, 2019, 12:39


Rastî û Xiyalperestî !

Ji bo ditina du tiştên mina hev û lêbelê ji hev cûda peşbînî  têkirin kû mercên van du tiştan ji hev du qetandine û hîştîye Cûda bimîne  yêk jê xomalî û ya dinjî managiranîye.

Xomalî tê zanîn kû hebûna suriştîye ûrgêna wî tiştî ye wecûda/fîzîk     (wec û da, wec dayîn /bi wec) e. Ji bo mînak zêr, mermer, dar, gîya whd.

Managiran jî bi çend pênav anjî ya baş ewe mirov bêje Kelhe an ew tiştên reng û şêweya tiştekî wergirtibin lê bi xwe bixwe nexwedî cewherek bi wecbin ger jî wecdarîyek xwe hebe tê qenaetkirin kû ne dûvdirêj bê.

Dibînin ku li dijî kurdan şerek xomalî û şerê managiran ji alîyê hêzên dagirkerên Kurdistanê ji milê Sûrîyeyê, Tirkiye, Îran û Iraqê ve yê tê kirin.
Mirov dikare bêje ku Xomalî şerê bi Sîlehan, managiranî jî şerê devkî, nivîskî û wêneyî an dîtbar e.
Gûman nîne di her du şeran de Kurdên tenişta ereb, tirk û eceman li dijî Kurdan û Kurdistanê şer dikin yên hene û Mişene.

Lê belê li gor ku tê zanîn û gotin jî ji barsivikirina teknîka nûjena înternet û alevên wê mîrov bi awayekî eşkere û dîyar dibîne Kurdên şerê Managiran ango bi devkî, nivîskî û dîtbar û heta der sincî jî di wata navên şer yên min îşaret kirineda li himber hevdû yên ku dimeşînin jimara wan ji yên mil bi milê dijmin li himber Kurd û Kurdistanê şerdikin ne kêmtire.

Xomalî û Managiran îmkane mirov bêje du tiştên mina hev û lêbelê ji hev cûda kû di hêla hewcedarî û cewherî ango giranbihayîda du tiştên li dijî hevbin. Cîhê gotinêye mirov bêje navek din jî ji bo vê pê asê bête dîtin.

Xwedê /Xoda ne tiştekî wisa ye ku mirovan keşifkiribe.
Lê carek din bi navê Xwedayê mezin û girîng ol û mirov hatine mezinkirin û bilindkirin û di vê xoleka ez vê mijarê dinivîsim cejna Remezanê ya ola Îslamê ye.
Kurd li gorî agahiyên hatine aşkerekirin ji sedî nod yên berê xwedanê Bajarê Sûdî-Erebistanê Mekê û Medînê.
Ji berê Zerdeştîbûn Kurd û niha jî ji gayî goh jî nemane ser ola Zerdeştiyê.
Ol girînge ne girînge an çend û ji bo çî girînge ew mijarek dine.
Lê Xomalî zêrê û bi taybetî ji bo Kurdên ku doza mafê xwe û yê Kurdistanê dikin tiştekî wisa ye ku ji hemû gotin û jiryarekê dibore.
Ji bo wê dilê min qet bi tiştê min û dijminê min nêzîkî hev dike nayê.

Jan Agirî

 

dîtin: 22

Pêveker:

rastî xiyalperestî