• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rastîya veşartî û derewên azad…

Rastîya veşartî û derewên azad…


nivîskar: Îkram Oguz
barkirin: Gelarêzan 29, 2017, 6:29


Mehekî berê min dest bi xwendina pirtûka Swetlana Aleksîyewiç a bi navê “Secondhand-Zeit, Leben auf den Trümmern des Sozialismus – Dema Desttengîyê, Jiyana li ser kavilên sosyalîzmê“ kiribû.

Pirtûkeke qalind û hêja…

Pirtûkeke bê leheng…

Nivîskar, dengên ku hatine guhê wê, nivîsandine û bi xwendevanê xwe ra parve dike.

Dengê mirî û zindîyan.

Mirîyên ku bi destê Stalîn hatine kuştin û zindîyên ku bi surgunîya Sibîryayê va xwe ji destê wî xilas kirine…

Çend roj berê xwendina min qedîya, lê belê, bi xwendina pirtûkê va hinek bîranînên min, weke fîlm, kin û şêlû di ber çavên min ra derbas bûn.

Sal 1985…

Ez li zanîngeha Îstenbolê xwendekar im.

Piştî darbeya 12ê Îlonê xebata ji bo avakirina komelên xwendekaran dest pê kiribû.

Di nav xwendekaran da sîyaset ji nûva gurr bibû.

Çepgirên kevneşop û yên radîkal ketibûn berebazîyê.

Alîyekî reş bigota, yê din sipî, sipî bigota yê din reş digot.

Di wan salan da pirtûka Milan Kundera ya bi navê „Varolmanın Dayanılmaz Hafifliği- Sivikatîya Nakêşa Hebûnê“ li Tirkîyê jî hatibû çapkirin.

Xwendina vê pirtûkê jî qasî mijara komelan di rojeva xwendekarên çepgir da cîg digirt. Çepgirên radîkal ew kesên ku pirtûka Kundera dixwendin, ew wek revizyonist û dijberê sosyalîzmê bi nav dikirin. Ji ber ku mijara pirtûkê li ser kirin û kiryarên Stalîn derbas dibû.

Ez jî ji xwendevanê pirtûka Milan Kundera yek bûm û sedem xwendina wê pirtûkê bi dehan caran bi heval û hogirên xwe ra ketibûm gengeşîyên bê dawî…

Sal derbas bûn.

Di destpêke salên 90î da min xwe di nav karê çapemenîyê da dît.

Ez xwedî û berpirsîyarê Kovara Deng û Rojnama Azadî bûm.

Diwarê Berlînê hilweşîya bû.

Axaftinên Gorbaçov, weke pirtûk di hemû zimanên cîhanê da dihatin weşandin. Pirtûkên li Sovyet Rusyayê bi salan hatibûn qedexekirin, li seranserî dinyayê çap dibûn. Ji wan pirtûkan yek jî ya Anatolî Rîbakov ya bi navê „Zarokên Arbatê -Arbat Çocukları“ bû ku li Tirkîyê jî hatibû weşandin.

Di pirtûkên Gorbatçov da, di derbarê Stalînizmê da rexneyên sîyasî cîh digirtin.

Di Zarokên Arbatê da jî, wek pirtûka Mîlan Kundera kirin û kiryarên Stalîn bi awayekî edebî dihatin şirovekirin.

Gelek caran em jî bi hevalên xwe ra, li navenda kovar û rojnamê di derbarê Perestroyka ya Gorbatçov û sosyalîzmê da diketin gengeşîyê. Min ji axaftinên Gorbatçov û ji pirtûka Rîbakov hin nimûneyên balkêş nîşan dida. Hevalên min ên ku nedixwendin û ya jî yekalî dixwendin, diqahirîn û bi rexneyên tûj û tund bersiva min didan. Heta ji wan hevalan yek jî Fehmî Demir bû ku, digot; „sûc ne sûcê te ye, sucê ew kesane ku te anîne kirine xwedî û berpirsîyarê kovareke sosyalîst…“

Di dawîya salên 90î da derketin dervayî welat û li Almanyayê bi cîh bûm. Li gelek welat û bajarên Europayê gerîyam. Li wir jî rastî gelek kesên ji rewşa Sovyetê û sosyalîzmê bêhayîdar, hatim. Ew jî wek murîdên nezanên ku „çoyê şivan û qoçê bizinê.. „ digotin ji bo nimêjê nîyeta xwe dianîn, hê parastina sosyalîzma hilweşîyayî dikirin.

Hin giregirên wê demê ku, îro bûne mişk û mar, di ber xwe da hûr hûr dikenîyan. Dû ra, „me ew rewşa xirab ji salan berê bi çavê serê dîtibû, ji bo ku îmaja sosyalîzmê ya ku li cîhanê cîh girtîye, xirab nebe, em bêdeng diman…“ digotin û sûc û gunêhê xwe jî bi awayek îtiraf dikirin…

Di ser wan salan da bist sal derbas bû. Îro xêncî Koreya Bakûr û Kuba ya Castro, navê sosyalîzmê li derekî din nema ye.

Ew kesên ku di bin desthilatîya sosyalîzmê da jîyabûn, weke û mumînên ji şeytan direvin, ji sosyalîzmê, ji Lênîn û Stalîn dûr disekinin.

Lê hin kesên ku salan berê, „me ew xirabî bi çavê serê xwe dît“ digotin, hê jî ser rastîyên veşartî dixitimînin û bi derewên azad pesnê sosyalîzmê û şoreşa Lênîn û Stalîn didin û bi nivîsên dûr û dirêj sedsalîya şoreşa Sovyetê pîroz dikin, ew sovyeta ku salan berê hilweşîya û bû dîrok…

Mirov dema ku li wan dinihêre, carcaran ji xwe dikeve şikê…

Lê dema li dinê dinihêre, hê ji hinek alîyan va veşartîbe jî rastîyê dibîne û dibêje; „mirov bi xwarina yek alî va nexweş, bi xwendina yek alî va jî gêj dibe…“

29.11.2017

[email protected]

dîtin: 155

Pêveker:

rastîya veşartî û derewên azad…