• Têketin
  • Ziman
Rêvinga gora bê term - Çîrok

Rêvinga gora bê term - Çîrok


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Sermawêz 19, 2017, 10:49


Ji dûxana Nisêbînê çîrokek

Zirîpoşên heman wekî çîroka Nisêbîniya ya hutê heftserî, her kêlî berê tifingên xwe yên kujer didane ban û eywan, derî û dikanên Nisêbînê. Di nava toz û dukel û agirê nava kolanan de êdî ne hejmara saxan, ne jî hejmara kuştiyan diyar bû. Gelek êşên ji tixubên êşê derbas dikin jiya bûn Nisêbîniyan. Ew bajarê dîrok bi xwere anîbû îro, neha jî dibû kevir, dibû xwelî, dibû ax, dibû xerca ji çerm û xwîna mirovan pêkhatî.

Wê rojê jî ciwanek ji yên Nisêbînê bi hovane, lê vê carê ne wekî çîroka zeynika zêrîn heman wekî hov û hutên îro bi hovîtiyeka tixûbê zilmê derbas dike hatibû kuştin. Nisêbînê gelek kuştin dîtibûn lê hîna jî ne dixwest hînî mirinê û kuştinê bibe. Jin û zarok, pîrik û kal li ser mezelê lawikê cangor kom bûbûn. Nedixwestin xak jî fêrî termên ciwanan bibe. Nedixwestin toz û dukela Nisêbînê fêrî laşên bêliv û xwîna Kurdên leheng bibe.

Herkesî êşa xwe di hawar û liyana dayika wî ciwanî de dijiya. Hindekan di dilê xwe de, hindekan di hiş û mêjiyê xwe de vedişart. Hindek ciwanan jî di kezeba xwe de dikire gura agir. Tenê dengê dayika ciwanê cangor hawara xwe bi ser kolanên Nisêbînê dixist. Hawara dayika Kurd ji kolanên Qamişlokê jî dihate bihîstin. Hawara hezaran mirov, di dengê wê dayikê de bilindî asmana dibû.  Tenê di ber hawar û liyanê re dengê zirîpoşên kujer, gulebarana garana serjêkeran dihat.

Lê dayikekê hew karî êşê di kezeba xwe de bifetisîne, ne karî zimanê xwe di navbera diranê xwe gez bike, ne dikarî kela dilê xwe di hinavê xwe de tepeser bike û got;

Dayika dilbiêş, eve çi qêrîn û hawara teye? Eve çi nalîn û liyana te ye? Vaye gora lawê te û laşê lawê te heye. Min kevir daniye ser vî dilî, lawê min maye di bin kevir û beton û hesinên xirbeyê xanî de. Ne karim bibînim, ne karim bêhna wî bikim, ne karim destê xwe bidim wî laşê ji vî canî vejiyayî. Ka çi xweliyê li serê xwe bikim? Ka hawara xwe li kîşan çiya û newala bikim? Gazinê xwe ji kîjan mîr û pîran bikim?, ka ji kîjan xwedayî re bêjim –Xwedawo te çi anî serê me, gunehê min çibû te ew laşê canê min êxiste bin heftqat kevir û hesinande. Te ez bi xweliya xaniyê bûyî gora kurê min ve hiştim li van kolanan. Te ez kirim evdalê rêka tirbeke bê kêlk, te ez kirim hejarê xaniyekî bê ban, bê dîwar, bê derî, te ez kirim rêvingê goreke bê laş, bê tabût û bê kefen.

De bêje dayika vî kurê palewan yê xwedî gor û xwedî term. Ez çi xweliyê li serê xwe bikim.

Û hetanî dawiya temenê xwe, vê dayikê herroj, hersibeh serdana wî xanî kir, yê ku bi erdê ve bûyî erd û laşê kurê wê di bin de tune bûyî .

 

Çîrok: M.A

dîtin: 540

Pêveker:

nisêbîn dayik şehîd

Babetên nêzîk