• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rêwîtiya min bi kovara “Kürt Tarihi” re

Rêwîtiya min bi kovara “Kürt Tarihi” re


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Nîsan 10, 2014, 10:39


Min lampeyên hindûr girtin, deriyê kargehê jî miftekir û derketim kolanên şil û pil. Baran hûr hûr dibare îşev… Kortalên car bi car derdikevin pêşiya min bi avê tije, bi ronahiya derûdor wek awêneyan mişt dibiriqe. Yatkiya dor stûyê xwe hinekî din min dijidand, pora xwe yî nîvşil bûyî bi rexekê ve tevdam, ponijîm… Peşkên xemên min, rehma Xwedê dibare. Melodiyên eware bi fîkandinê, meşa çûnê hineke din bi kêf dike. Wextek şûn de min ferqkir ko keseke din sê-çar gav li dû min difîkîne. Koçbereke afrîkî ye… Çavên me ji yekûdu re bi hurmetî bişirîn. Dihizirîm: ‘Em Kurd jî, hûn afrîkiyan jî heman dîlên modernîzma har ya kapîtalîzmêne. Nîştecîhên qedîm in, bindestên bêçarene. Belkî lewma ez û tu ji barê hebûna xwe daf didin dilî, guh nadin banga qedera xwe, li ber guhê zemên ve difîkînin.

Otobês hat û rêwiyan bi dorê akbîlên xwe bîbandin mekîna li ber şifêro. Ez ber bi paşiyan ve cîheke tevahiya hindûrê otobêsê bibîne rûniştim. Min cîhê xwe xweşkir, çavê xwe dirêjkir li şilahiya tariya bajêr ve, hinekî ketim nav xeyalên xweşî-mest. Dû re kovara di nêv çantê de wek diyariyeke hêcanî dide disekine hat bîra min û min ji çentê deranî. Kovara ‘Kurd Tarihi’ di vê hejmarê de li ser elfabeyên kurdî disekinî. Min ew babet dixwendin; wê navberê yekî li nik min runiştekê runiştibû. Car bi car serê xwe xûz dikir alî min ve. Min di xwendina kovarê de carekê serê xwe rakir û rûkê wî şiband kesên derdora Edeneyê. Gava vegeriyam rûpela naverokê da ku babeteke din bixwînim.

Ew axivî: – ‘Gelo ew kovara destê te bi destûra komarê çap dibe, bi destûra zagonan çap dibe?’

Min hinekî aciz bûyî bandrola kovarê nîşekir, hinekî bi bêhn tengî hîskirî min berê xwe guhert.

Ew dîsa axivî: – ‘Bi min gerek qedexe bibûwa!’ Bi vê gotinê kela serê min rabû; hêrsa min dûxana hinava min rakir li gewriya min xist. Min çavsoriya serhildêrekê awirên xwe lê dirêjkir û tam min devê xwe vekira ew tîxe tîx kena xwe pekand.

Bi kurdiyeke fesîh go: – ‘Tişteke xirab nebêje kuro ez jî ji Amedê me. Min henekkir!’

Ez bişirîm û hevsara hestê xwe berdayî bersivandim: – ‘Hindik mabû ez dijînê li te bikim. Henekek bi vî rengî dibe wîî..!’

– ‘Jixwe min fêhmkir tu zêde aciz bûyî ji loma min zûka bi kurdî qisekir. Ji Lîcî me kekê, ev jî qerta min ya restaurantê ye. Ez li vê restaurantê dixebitim, heke rêya te ket were xwarineke min bixwe.’

– ‘Gelek spas…’

Rabû şipê û car din got: – ‘Heke rêya te ket were. Ez ê li vê basgehê peyabim.’

– ‘Malî ava birako!.. Şeva te bi xweşî be.’ Û duv wî demên berê ketin bîra min; ji ber zextên li ser zimanê xwe rêyên çûn-hatina kar û malê, min xwe hînî kurdiyê dikir, ziman pêşdixist. Carna hin kes li cem min rudinişt; meraq dikirin ez bi çi zimanî dixwînim. Heke fêhm bikirana ko kurdî ye ji tenişt min radbûn ciheke din rudiniştin.

– ‘Ev bi frensiye gelo?’

– ‘Na bi kurdî ye!..’

Kenşikestina wan, şaşwaziya wan ya li ber çavketina zimanê min.

– ‘Tu dizanî kurdî jî şaxeke tirkî ye!’

– ‘Na nebixêr zimanê me ji tirkî cûda ye, ne ji heman malbatêne jî! Heke tu ne qayîl bî, ka vê hevokê ji min re wergerîne li ser tirkiya xwe…’

Heman pirs, gotinan êdî erq erqa min radikir. Niho dinihêrim gelek gav me dû xwe hiştine lê gelek gav jî hîn li pêşiya me ne! Belê em yên ji nivşê bêsiûd… Gelek hevalên me dê û bavê wan bi tirkî, zarokê wan jî bi kurdî nizane…

 

Şivan Zeren 09.03.2014

dîtin: 417

Pêveker:

rêwîtiya min bi kovara