• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rewşa Awarte (OHAL) nikare zarokên Wanê bitirsîne

Rewşa Awarte (OHAL) nikare zarokên Wanê bitirsîne


barkirin: Êlûn 7, 2017, 12:07


Zarokên kurd, rixmê rewşa awarte û zîhniyeta qedeqeyî di bin siya çekên kujer de li kuçe û kolanan, li dijî qedexeyan stranên bicoş dibêjin.

Hukumeta AKP'ê li seranserê herêma Wanê rewşa awarte pêk tîne. Di bin navê rewşa awarte de hemû kar û xebatên çand û hunerê xedexe kirin; bi dehan sazî girtin. Bi taybetî jî kar û xebatên sazî û dezgehên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyûm ve hat rawestandin. Navenda Çand û Hunerê (NÛDA) ku xizmeta çand û hunerê dida bi sedan kesan jî hat girtin.

Kolana Cumhurîyetê ya Wanê ku mezintirîn kolana çûn û hatinê ye, sê zarok tê de stran û sirûdên xedexe dibêjin. Her çi qas stranên kurdî xedexe bin jî, rewşa awarte hebe jî, lê ev her sê zarokên kurd ên dilpola wan stranan dibêjin. 

Stranên ku zarok dibêjin wêrekiyê dide kesên ku li derdora wan kom dibin jî. Qelebalix her ku diçe zêde dibe û xwestekên stranan jî zêde dibin. Hin kes ji ber van stranan xwe didin alî û zarokan şiyar dikin dibêjin, ''Binêrin polês ê niha werin.'' lê zarok natirsin û guh nadin wan. Zarok wiha dipirsin, ''Em ê li welatê xwe bi zimanê xwe stranan nebêjin? Tên bila bên! Kî ji wan ditirse?''

ANF

dîtin: 93

Pêveker:

li wanê rewşa awarte stranên xedexe zarokên kurd