• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rizgarkirina Kobanî li gelê Kurd pîroz be û aqubet li Şengalê be

Rizgarkirina Kobanî li gelê Kurd pîroz be û aqubet li Şengalê be


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Befranbar 28, 2015, 4:23


Ev nezî pênç meha ye ku şoreşgerên kurdan di Kobanê de dinava şerekî bê hempa, bê qıyas û dijwar de li hemberî dijminekî wekî hov û wahşên ku hîna nehatine ser rûyê dinyayê de li berxwe didin û wisa xuyandike ku ev şer û berxwedan wê hîna jî berdewam bike. Hawîrdorên Kobanê ji terefên dijminan ve hatibû dorpêçkirin, ev şer a şere kî wisa bê edalet û bê rûmet bû, bi tu şêwazan ujdanê însanan nedihilgirt û qabûl nedikir, wekî ku tu însanekî dest û lingên wi ji dijminên wîya re girêbide û ji dijminên wî re bibejê hûn çi bixwazin hûn dikarin bi vî însanî bikin, ji aliyên me ve tu pisgirek tuneye. Hewqasî dijminên kurdan diserîde Recep dixwestin ku kurdan di Kobanê de bi fetisînin û wana bi temamî ji holê rakin. Kobanê xistibûn rewşeke wisa de. Ev şerê Kobanê bi şêweyeke wisa bê exlaq û bê pîvan dihate meşandin. Didestpêka şerê Kobanê de serok komarên tirkan R.T. Erdoxan li kolanan digeriya û wekî ku girêka xwe bi pişta werîs xistiye, bi kêfxweşiyekê bê axlaqî dibin simbêlên xwe de dikirkirî û digot; Kobanê ha ket û wê bikevê, bi van gotinan yekî baş dizanîbû ku Receb efendî bi hin hevalbendên xwere li ser Kobanê plan û projeyên qirêj yên ku amade kirine xistine meriyetê û meremên dilê xwe tênê ziman. Hin dewletên dinya yê jî alîkariya wan hovan û Teyib Erdoxan dikirin û hinekan jî dinava bê rûmetiyekê de li vî şerê derî însanetiye ku li Kobanê diqewimî temaşe dikirin.

Gel ê kurd yên hestiyar ev pênç mehin bi şev û bi roj çav û guhên wan li ser Kobanê bû û li bendêbûn bê wê rewşa Kobanê çawa çêbibe û berbi ku ve herê, lê wan cuwanên kurdan û ew kesên bi rûmet yên ku ev bê xîretiya ku li Kobanê di qewimîn nema tahmûl dikirin piştevani dane kurdan, dibajarê Kobanê de bi tîpên zêrîn dîrok nivîsîn, olan bi dinyayê xistin û dinya hejandin, şeref û rûmeta kurdan parastin. Em wan şehîdê Kobanê hamûyan bi bîrtînîn, bejna xwe li ber şehadeta wan ditewînin û silav û hûrmetên xwe ji wan agîd, mêrxasên berxwedêr re dişînin, em ji wan re dibejin xwedê qewetê bidê we û rê ya we ronî be.

Roja ku min ev nivîsa xwe dinivîsî mizgîniya rizgarkirina Kobanê kete ajansa, “dîrok 26.01.2015ê” Ev roja pîroz wê peve didîroka kurdan de be û tu carî ji rûpelê dîrokê dernakevê. Dive ku navenda Kobanê rizgar bûbe lê hîna Qantona Kobanê bi temamî rizgar ne bûye, nêzî sêsed û not gundên Qantona Kobanê dibin destê çeteyên DÎAŞ ê deye. Em diwê hêviyedene ku di van rojên peşiya me de şoreşgerên kurdan gundên Kobanê bi temamî ji destên wan hovan rizgar bikin û ji aliyekî dinve jî kurd dinavan çi şert û mercandebin, berdêla wêya çi dibe bilabê dive pêwendiyên Qantona Kobanê an bi Qantona Efrînê re, anjî bi Qantona cizîre re çêbibe, da carekedin tiştekî din wisa newê serê Qantona Kobanê. Piştî ku Kobanê rizgar bû, ew kesên ku ji bonî Kobanê plan û projeyên xwe yên qirêj amade kiribûn û digotin Kobanê ha ket û wê bikevê çi difikirin ez nizanim, ez bi xwe naxwazim têkevim şuna wan, gelo ar, namus bi wan re heye an na, lê gotineke me kurdan heye dibejin” sed tir û tirek li cem tirekan yeke” Rizgarkirina Kobanê serkeftina gel ê kurd û şoreşa rojavaye, ev şerê Kobanê ne tenê şerê Kurdane, şerekî li hemberî mirovahi û însanetiyê ye, jiber van sedeman şer û berxwedana Kobanê ketibû rojeva dinyayê de, kesên ku keda wan diberxwedana Kobanê de çêbûye, pişgiri dane şerê berxwedana Kobanê em wan spas dikin, silavên xwe ji wan re dişînin û dîse em hemu şehîdên Kobanê bibîr tênin, bejna xwe li ber şehadeta wan ditewînin û carekedin em dibejin rizgarkirina Kobanê li gelê kurd pîrozbe û aqubet li Şengalê be.

dîtin: 462

Pêveker:

rizgarkirina kobanî li gelê kurd pîroz be û aqubet li Şengalê be

Babetên nêzîk