• Têketin
  • Ziman
Rojek hilat

Rojek hilat


nivîskar: Siyamed Sîpan
barkirin: Nîsan 11, 2015, 2:27


Mistek roj berê, Rojek hilat di jiyana min…

Bêhna xwe kir tîrêj û ronî kir gerdûna min…

Li min nerî bi çelengî, mest kir li min dil û serî…

Xemiland hemû cîhana min, bû bendava evîna min…

 

Ku heger îro di çavê te karibim pêşeroja xwe bibînim, ji ber ku ew evîna destaniye navê te ye.

Ku karibim îro bê bask bifirim, ji ber ku hezkirina te bi xwe baskê mine.

Ku îro navê te min li ser sînga xwe niqaşandibe, bizanibe ku ew sîng bahra bêrîkirina te ye.

Ku heger îro çavên min karibe rengan bibîne, ji bîr neke ku hemû reng tu bi xwe ye.

Ku heger îro ez zindî bim, bizanibe ku tu emrê mine.

dîtin: 669

Pêveker:

rojek hilat