• Têketin
  • Ziman
Rojên Filmên Kurdî ya 6. li Hamburgê destpêkir

Rojên Filmên Kurdî ya 6. li Hamburgê destpêkir


barkirin: Rezber 17, 2013, 11:44


6’emîn Rojên Fîlmên Kurd yên Hamburgê bi nîşandana fîlmê ‘Rînga Şîn’ li salona Audîmax ya Zanîngeha Hamburgê bi tevlibûna hezkiriyên sînemeyê pêk hat.

Organîzasyona ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistan Navenda Jinan a Nujiyan ve pêk hat û diyariyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin de,  di vekirinê de wêneyên Veysî Atay yên li Rojava kişandibû hatin nîşan dan.

Bavê Leyla Şaylemez jî tevli şahiyê bû û axaftina vekirînê ji komîteya tertîp Xezal Amed û Yasîr Irmak kir.  Axaftinên bi kurdî û tirkî hatin kirin de hat diyar kirin ku hemû dahatiya bernameyê dê ji Rojava re bê şandin.

Di berdewamiya bernameyê de  koma muzîkê ya herêmî a Hamburgê  Atîlla û Îbor û hunermend Şengul Pak muzîka xwe pêşkêşkirin.

Piştre fîlmê bi navê ‘Rînga Şîn’ ya  di Mîhrîcana Fîlman a Portakalê ya Antalyayê de xelata taybet ya Juriyê girt hat nîşandan. Fîlm jiyana girtiyên kurd yên di greva birçîbûnê de û dema neqliyeta wan ya nexweşxaneyê dike vedibêje. Di dawiya fîlm de lîstikvan Bîlal Bulut bang li temaşevana kir û got ev fîlm, fîlmekê wijdanê ye.

Di çarçvoveya Rojên Fîlmên Kurd a Hamburgê de li taxa Sternschanze li sînemaya 3001’ê hefteyekê dê 13 fîlmên kurt, metraja dirêj û belgefîlm bên nîşandan. Ji bilî fîlmê ‘Rînga Şîn’ ev fîlm dê bên nîşandan; Qêrin, Faîlî Dewlet, Oxir Bê Birayê Min, Dengê Derî, Asya, Bekas, Ezman, Xortê min baş li stêrkan binêre, Salpa, Qapsûl, Min Rastî Nivîsand – Deftera Lîceyê, Xal u Xwarzê û Buka Baranê.

Daxuyaniya Birêkxerên Rojên Filmên Kurdî bi vî rengîye.

Komela Navenda Jinan „Nûjiyan „ û Yekîtiya Xwendevanên Kurdistan „YXK“ bi pêşkişkirina Rojên Fîlmên Kurdî ya 6. dilxweş in.

Hereketa Kurdî piştî tekoşînek 35 salan li Kurdistanê, ku di navbera çar dewletan de hatiye perçekirin, demokrasiyek bingehîn a herêmî û gelêrî pêşve xistiye. Ev pikhateyên demokratîk dikarin ji bo gelemperiya herêmê bibin mînakek serkeftî, ji bo ku gelên herêmê ji rejîmên zordest û gemarî azad bijîn. Gel xwe di meclîsên jin, ciwan û gel de bi rêxistin dike, ku bandora dewletên dagirker li herêmê vala derîne. Ev pêkhateyên jorîn li Rojava ne tenê alternativa Rejîma Baasê, lê belê alternatîva lîberalîzma nû (Neoliberalîzm) ye jî.

Welatên Rojava û hevalbendên wan dev ji piştgiriya El Qaîde bernadin, ji bo ku hêviyên jiyanek nû di herêm de pêş nekeve û têk biçe.

Bakûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Desthilatdariya partiya AKPê, her çiqas hêzên gerilla xwe paşve bikişînin jî, vê rewşê ji bo çareseriya siyasî bikar nayne.Rewşa îro dîsa şerên çekdarî diyar dike.

Li gel ku hîna ziman û çanda kurdî di bin bandora zordariyê de ye jî, bi helwestek şareza û pîroz bi sedan fîlm, kurtefîlm û belgefîlm ji hêla derhênêrên kurd ve tên afirandin. Derhênêrên kurd bi berhemên xwe bi hunermendiyek honandî adetên pahşverû, pêwendiyên desthelatiyê, jiyana penaberiyê û hwd. dinirxînin, li wan rexne digirin û wan pêşkêşê raya fîlmhezan dikin, jiyanek bi rûmet û serbixwe bi baldarî dişopînin.

Em dibînin, ku di fîlmên îsal de mijar zêdetirîn sûcdariyên şer, zelal kirin û ronakbîriya dîrokê,her wisa tedawî û avakirina civakê ne. Dîsa zorokên di şer de jî bi nêrînek di derza jiyanê re, bûne mijarên van fîlman. Her çiqas zarok sedemên şer ne bin jî, ew dert û kulên şer di dil û jiyana xwe de dikişînin.Pêşeroj û hêviyên me jî dîsa ev zarok in.

Em nikarin bibêjin, ka huner çend demên din bi şêweyek sînor nenas hebûna xeyal û hêviyên xwe bikaribe berdewam bike. Lê belê em dibînin, ku hunermed bi zîrekî hewl didin, ku berhemên wan bigîjin mirovên cîhanê, bi wan re werin parvekirin, ji bo ku xeyal û hêviyên wan di jiyan de gav bi gav hebûna xwe pêk bînin.

Baldarî, têkildarî û beşdariya gel di warê gotûbêj, pesin, şîrove û rexnegiriya fîlman de ji bo pêşveçûna çand û huner elzem e.

Em hêvî ne, ku bi Rojên Fîlmên Kurdî şibakeyek (pencereyek) li Hamburg ji Kurdistanê re vebe.

dîtin: 533

Pêveker:

rojên filmên kurdî ya 6 li hamburgê destpêkir