• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojhilatê Kurdistanê 21 roje di grevê daye

Rojhilatê Kurdistanê 21 roje di grevê daye


barkirin: Gulan 5, 2018, 11:14


Navenda Nûçeyan/ Piştî sê heftiyan grev û daxistina dukan û bazara bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, kasibkar, kolber û dukandarên wî bajarî di 21.mîn roja grevê de berdewamin û hikûmeta Îranê jî rê û rêbazên tund yên ewlekariyê dane berxwe.

Greva dikandar û kasibkaran li bajarên Bane û Ciwanro destpê kir û piştre belavî bajarên Merîwan, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê bû.

Li bajarê Bane grev bi awayek î bê navber didome. Di 3 rojên borî de piştî ku dikandar û kasibkaran li ser cadeyên bajar kon vedan, rejîma Îranê hêzên leşkerî li nava bajar zêde kirin û înterneta bajar qut kir.

Sedema nerazîbûn û greva xelkê bajarên sersinor yên Rojhilatê Kurdistanê daxistina sinorên kulberî û zedekirina buhayê bac û gumirkê ji aliyê dewleta Iranê veye.

Ligor nûçeya KulberNewse şeva borî  Hêzên Sipaha Pasdarên Iranê liser sinorê bajarê Hewramanê 25 kulberên kurd girtine û dest danîne ser kelûpelên wan.

dîtin: 29

Pêveker:

rojhilat kurdistan kulber bane hewraman