• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojnamevan û Nivîskarê welatparêz Babayê Keleş çû ser dilovaniya xwe

Rojnamevan û Nivîskarê welatparêz Babayê Keleş çû ser dilovaniya xwe


nivîskar: Pirîskê Mihoyî
barkirin: Êlûn 12, 2014, 1:28


Rojnamevan, nivîskar û helbestvanê Kurd û di heman demê de karmendê rojnameya Riya Teze Babayê Keleş çû ser dilovaniya xwe. Bi vê boneyê dost, rêheval, hezkirî û rewşenbîrên Kurdên Kafkasyayê dazanîn û sersaxîyek belav kirin. Tevahiya dazanîn û bibîranîn û oxirê wehaye;

Yazîya min yazîya gelê mine,
Xerîb û dilsar digerim li dinê,
Xwezil şehîd bûma li Şengalê,
Lê xerîb nîbûma li ser axa xelqê!..

Ev xetên rojnamevan, nivîskar û helbestvanê xweyşûret, welatparêz û xerîbdost, xêrxwez û şîrhelal, zanekî dîrok, ziman, çand û rê-rizma gelê me, karmendekî rojanama «Rya teze» BABAYÊ KELEŞ in, yê ku di 66 salên temenê xwe da 10-ê îlonê sala 2014-an li nexweşxwena bajarê Yêrêvanê ya «Êrêbûnî»`ê ji ber nexweşîya dil çû li ser dilovanîya xwe. Rewşenbîrekî me jî pişta me êşkênast, konê xwe ji nava kona bar kir û heta-hetayê xatrê xwe ji me xwest…

Kîye Babayê Keleş û ji çi malbetê ye?
Ew 3-ê nîsanê sala 1948-an li gundê Eynelûyê (naha Lênûxî) li navçeya Êçmîazînê li Ermenîstanê di maleke ocaxzade da ya Keleşê Dodoyê pîrê Îsebîyan ya malbeta pîrê êzîdîyan ji dayîkê bûye. Kalkê wî Dodoyê Baba gelek qewil û beyt, destan û çîrok, serpêhatî û qisên gelêrî dizanibû. Babayê Keleş cara yekemîn hema ji zarê kalkê xwe pîr Dodo nimûnên zargotina gelêrî dibhê û wan ra dibe nas û wan ra dibe heyr û hijmekar. Lema jî, gava ew gelek sal dû ra, gava destbi efrandarîyê dike, bi hewas û heyran li nava nivîsarên xwe da derê xeznedarîya zarbêjîya netewî vedike…

Sala 1951-ê malbeta wana bar dike û diçe gundê Emo (mehela li rex bajarê Yêrêvanê ya niha bi navê Zovûnî). Piştî dersxana 5-an ew li dibistana mehela Yêrêvanê ya Davîtaşênêye 93-an dixwîne, lê sala 1967-an dibistana gundê Baxramyanê (navçeya Êçmîazînê) ya navîn li ser hevda tîne. Wê demê mala bavê wî îdî cîguhastî li vî gundî bûbû û li wir tevî bira-pismamên xwe dima.

Hema wê salê jî Baba li beşê kurdzanîyê ya fakûltêta Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye Roholatzanîyê tê hildanê, ya ku sala 1972-an bi rûspîtî xilas dike. Li Ûnîvêrsîtêtê ew li ber destê kurdzanên navdar – profêsor Hecîyê Cindî, Şekroyê Xûdo Mihoyî, Maksîmê Xemo di nava pirsên dîrok, ziman, wêje û çanda kurdî da kûr dibe. Dîrokzanên ermenîye naskirî profêsor V. Parsamyan, G. Nalbandîyan û yên mayîn jî dersê didine wî. Çend ermenî jî li para kurdzanîyê tevî wî hîn dibûn. Hinek ji wana rojhilatnasin. Wê hênê kurdzanî li Sovîyêta berê pêşve diçû. Zanyarên gelên mayîn jî bi helalî dersbêjî dikirin. Kurdzana navdar profêsor Margarîta (Sêda) Rûdênko jî, gava bi karê fermî ji Lênîngradê dihate Yêrêvanê, herdem dibû mêvana beşê kurdzanîyê û sêmînar-dersên wêjeya kurdî yên bi taybet dida xwendekaran.
«Me, xwendekarên beşa kurdzanîyê wan salan gelek stranên şînê, xazma yên êzîdîyan li nava gel ji ber nivîsîn û dane Sêda Rûdênkoyê, ya ku dû ra di berhemên xwe da çap kir. Ew gelek zane û jêhatî bû. Me ders-lêksîyayên wê bi hewaskarî guhdar dikir», – Babayê Keleş timê bîr danî û dişêkirand…

Piştî Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê Baba du salan li gundê Baxramyanê wek cîgirê midûrê dibistana gunde navîn kar dike. Ew pirsên perwerda şagirtanva mijûl dibe. Dû ra wî li rêdaksyona rojnama «Rya teze» hildidine li ser kar.

Gere bê gotinê, wekî gelek salên Babayê Kekeş yên kar û efrandarîyê hema li rojnama «Rya teze» derbaz bûn. Rêdaksyona rojname ji bo wî jî bû wek hedadxana efrandarîyêye mezin. Ew di rojnamê da bû katibê cabdar, yanê berpirsyarê sêyemîn.

Karmendekî rojanama «Rya teze» Prîskê Mihoyî bîr tûne: «Rind tê bîra min, gava ez hatme rêdaksyona rojnama «Rya teze» û wek wergêr ketime li ser kar, berpirsyarê rojnamê Mîroyê Esed, cîgirê wî Qaçaxê Mirad, katibê cabdar Emerîkê Serdar, serwêrê para wêje Egîtê Xudo, serewêra beşa malhebûna gundîtîyê Tîtal Mûradov, serwêrê para partîyayê Elîyê Evdilrehman, serwêrê para çandê Hesenê Qeşeng, wergêr-gotarvanên genc û jêhatî Babayê Keleş û Gîrîşayê Memê, nûçevanê taybet Têmûrê Xelîl, karmendên rojnamêye mayîn ez bi dil û can qebûl kirim. Sed heyf, ji wan emekdaran gelek îro ne li rû-hewatê ne, ew çûne li ser dilovanîya xwe. Emek û keda wana tu wexta gerekê neyê bîrkirinê…Wê demê me bi hevsûdîya qenc nivîsarên hevalên xweye navsere dixwend, xazma yên Qaçaxê Mirad, Emerîkê Serdar, Egîtê Xûdo û Babayê Keleş, ku li ser wêje û çandê bûn, ji bo me rojnamevanên genc ew bûbûne rênîşa efrandarîyê… Çend sal dû ra (piştî mirina Qaçaxê Mirad) Emerîkê Serdar bû cîgirê berpirsyarê rojnamê, Babayê Keleş bû katibê rojnamêyî cabdar. Rizganê Cango û Têmûrê Xelîl jî wek rojnameger bi fermî hatne rojnamê. Me gişkan gotar dinvîsî û wergêrî dikir. Lê kî nivîsên me rojnamevanên genc serrsat dikir? Bawer bikî, berî gişkan Baba hemû gotarên me dixwend û serrast dikir, dû ra Emerîkê Serdar lê dinhêrî, lê di dawîyê da Mîroyê Esed. Gava Baba gotarê me dixwend û rast dikir, îdî Emerîk û hevalê Mîro gelek destê xwe nedidane nivîsarên me. Lema jî em diçûne li bal Baba. Eva yeka jî şadetîya şûreta Baba ya rojnamevanîyê û zanebûnên wîye mezin destnîşan dikir, zanebûnên di warê ziman û wêje da…».

Baba hela hê salên şagirtîyê û xwendekarîyê destbi efrandarîyê kir. Helbesta wîye pêşin ya bi navê «Keça kurd» bi zimanê ermenî li rojnama «Avangard»-ê derketîye, dû ra gelek gotar û serhatîyên wî dîsa bi zimanê ermenî li rojnamên «Yêrêvanî hamalsaran»-ê («Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê»), «Grakan têrt»-ê («Rojnama wêjeyî»), «Yêrêkoyan Yêrêvan»-ê («Êvara Yêrêvanê») û yên komarêye dinê çap dibin.

Salên xwendekarîyê gotar, serhatî û helbestên Babayê Keleş herdem li ser rûpêlên rojnama «Rya teze» jî têne çapkirinê, bi radyoya kurdî têne weşandinê. Sala 1968-an serhatîya wîye pêşin ya bi navê «Xaşxaşk» bi zimanê dê li rojnama «Rya teze» derdikeve. Babayê Keleş bêtirî 25 salan (ji sala 1974-an heya sala 2000-ê) li vê ocaxa netewî kar dike: di destpêkê de wek wergêr, dû ra dibe serokê parê, katibê cabdar û cîgirê berpirsyarê rojnamê. Xebata li rêdaksonêra tevayî ewî gotar û serhatîyên balkêş jî dinvîsî, ku rûpêlên rojnamê dixemilandin…

Sala 1983-an berevoka serhatîyên Babayê Keleşe pêşin ya bi navê «Nîşanî» li Yêrêvanê çap bû. Hema wê salê jî Delîlo Îzolî vê pirtûkê ji tîpên kîrîlî dughêre li ser tîpên kurdîya latînî û li Hollandayê dide çapkirinê. Pêşgotina vê berevokê nivîskarê naskirî Emerîkê Serdar nivîsîye, yê ku qîmetekî baş dide vê berhema nivîskarê cihal. Di vê pirtûkê da her tenê 14 serhatîyên Baba derketine. Mijara serpêhatîyên Baba li ser çi bû? Li jîyana li gund û zozanên Elegezê, erf û edetê kurmancî, xeyset û danûstendinên di navbera mirovên xebatkar û sade da bû. Serhatîyên «Nîşanî», «Nuxsankirin», «Qîza porqîçike dêresor», «Xaşxaşk», «Çilke xwîn», «Sehet» û yên mayîn bi hewaskarî têne xwendinê û ji hêla xwendevanan va heya niha baş têne qîmetkirin û pêjirandinê.

Xênjî vê pirtûkê, gelek serhatîyên Babayê Keleş di almanaxa «Bahara teze» da çap bûne, ku salên dirêj li Yêrêvanê ronahî didît…

Sala 2000-î Babayê Keleş jî notla gelek rewşenbîrên me ji ber rewşa aborî û nedîharîya pêşerojê ji Ermenîstanê bi malêva bar kir û derket, berê xwe da şaristanan. Ew koçberî Rûsyayê bû. Berî 10 mahan Baba bi neferê xwe va li bajarê Çêboksarî (komara Çûvaşyayê) dima. Ewledê wî–Zade û Asê îdî mezinin, bûne xwey mal û hal, Baba jî wek kalikê çar nebîyê xwe va şa dibû. Ew û xanima xwe– Porsora Misto wanva şa dibûn û bi ruhê netewî terbîyet û tore dikrin… Lê, mala nexweşîyê xirab bibe, zede Baba ket û ew kete nexwweşxanê. Taba wî nehat, go ezê herme Ermenîstanê, li ser doxtir û hekîman. Û di destpêka vê sala 2014-an tevî xanima xwe çû Ermenîstanê, çû nava bira-pismanên xwe yên li gundê Karakêrtê… Çû û îdî venegerîya Rûsayê…

Van dawîyan hevalekî me bû mêvanê wî û ji wî pirsî. Gelo ew vê gavê li ser çi kar dike?
«Min romana xwe ya bi navê «Ro di nava xwînê da» li serhevda anî, ya ku li ser şerê Şêx Mîrzayê şêxê êzîdîyane li dijî Roma reş. Bêguman, roman li ser bingeha kilam û serpêhatîyên gelêrî yên li ser Şêx Mîrza hatîye nivîsarê. Ji wan çend şax jî nivîskarê ermenîyayî mezin Xaçatûr Abovyan ji devê zarbêjên me di dema xwe da li ber nivîsîye, ku di cilda berhemên wîye 8-an da cîwar bûne. Şerê Şêx Mîrzayê şêxê Anqosîya ne ku tenê berxwedana êleke êzîdîyan bûye li himberî Reşîd Paşayê tirk, lê du re ew bûye berxwedana seranser êzîdîxanê ji bo xweparastinê. Berhema mine serpêhatîyan jî amade ye, lê ez nizanim li ku çap bikim..».

Gelo Babayê Keleş wek berê her tenê serhatî dinvîsî?
Ewî bi xwe berisva vê pirsê carekê da: «Ne ku tenê serhatîyan, lê van 10-15 salên dawî min têra berhemeke cihê helbest jî nivîsîne. Berê min ji bo hewasê helbest dinvîsîn. Salên berê bêtir kêfa min nivîsara vekirî ra dihat. Lê vê gavê min tirê serpêhatî tam dilê mirov baristan nakin, tê bêjî helbesteke bi dil sêwirandî şûna serhatîkê digre. Pirtûkake mine serhatîyan jî amade ye. Ez nizanim li ku çap bikim. Ez kar nakim, qewata min naghîjê, ku van hersê berhemên xwe biweşînim!..».

Mijara helbestên Baba, bêguman, li ser mitalên li xerîbîyê ne!.. Belê, wek ewî digot: «Li xerîbîyê dilê mirov tenik û nazik dibe, mirov dibe xerîbdost. Ez bira her kesî û her tiştî dikim…Wek helbestvanê meyî navdar Fêrîkê Ûsiv digot, heya… «mukurîyê mirîyan jî dikim…».

Lê hizkirin û hisereta berbi welat li dilê Baba da jî şax vedabû. Di nava efrandinên wî da eva hesîna notla têlekî sor derbas dibe. Tu dibêjî, wekî Xwedê ew bext nedaye wî, ku ji bo welatê xwe şer bike!

Baba digot: «Belê, min çek hilnedaye û li himberî dijminê welatê xwe şer nekirîye, lê pê pênûsa xwe mirovên efrandar gerekê methê mêrxas û şehîdên welatê xwe bide…».

Min çek hilneda ber dijminê te,
Rebê jorîn neda min ew yazî,
Lê pê qelama xwe ez va methê
Mêrxas û şehîdê te dikim gazî!..

Dibêjin, her efrandineke nivîskar li ber dilê wî da wek zarokên wî şîrîne. Heval-hogirên Baba, ku wî baş nas dikin, gava bi guhdar helbest û serhatîyên wî dixwînin, naverok û lewzê dewlemend ra tevayî tiştekî bi taybet jî texmîn dikin: tê bêjî hemû nivîsarên wî «milahîm û aramî ne», notla avên çavkanîkanyên Elegezê paqij û zelalin, nerm dikine xule-xul, dikşin û têne xarê, tîbûna mirovên kesirî dişkênin… Ew jî ji xeysetê Babayê Keleş, ji zanebûn û terbîyet-torê wî yê kurmancî diherîkî û dihat. Ew mirovekî berbihêr, maqûl û giran bû, wek dibêjin bendekî şikestî bû. Tu gotineke xirab û netê ji zarê wî nedhate xarê, bi dilrehmî û xêrxwezî ewî li benda mêze dikir. Bawerbikî di nava 66 salên xwe da dilê tu kesî ewî ji xwe nehîşt, lema jî di serhatîyên wî da mêrxasên wî jî dilrehm, xêrxwez û dûreşerin, nakevine nava dew û dozên civakîye giran. Helbestê wî jî usanin, tê bêjî xudanê wana bi xwe ra dang dike, bi xwe ra dikeve gotebêjê, dilê xwe li ber xwe vedike, lo hela gaznên xwe li ber xwe jî dike…

Meytê heval û hogirê me, rojnamevan û nivîskarê xweyşûret Babayê Keleş wê 12-ê îlonê sala 2014-an li Ermenîstanê, li gundê Emo (niha Zovûnî) bispêrine li ax û berên sar. Di goristana vî gundî da dê û bav û kalên Baba hatine defin kirin, binax kirin.

Em–heval û hogirên Babayê Keleşe pênûsê û maşoqên nivîsarên wî, bi dilkovanî serxweşîyê didine malbeta rehmetî û gelê meyî zêrandî!
Bila serê lawê Babayê Keleş, bira-pismanên wî û gelê me sax be!
Em gelê xwe didine bawerkirinê, ku mîrata Babayê Keleş ya wêjeyî wê tu caran unda nebe, hemû berhemên wî emê tomar bikin, çap bikin û raberî gelê xwe bikin!
Bila Rehma Xwedê Babayê Keleş be, bila mikanê wî li bûhuştê be!

Wezîrê Eşo, Emerîkê Serdar, Tosinê Reşîd,
Eskerê Boyîk, Feyzoyê Egît, Têmûrê Biro,
Prîskê Mihoyî, Hesenê Qeşeng, Zurbê Emir,
Kinyazê Îbrahîm, Têmûrê Xelîl, Rizganê Recevî,
Porsora Sebrî, Keremê Seyad, Rizganê Simo,
Kinyazê Hemîd, Torinê Torinî, Ezîzê Cewo,
Elîxanê Memê, Jênya Qadir, Firîda Cewarî,
Nûra Cewarî, Hesenê Ûso, Ezîzê Gerdenzerî,
Tîtalê Kerem, Mirazê Cemal, Hejarê Şamil.

dîtin: 265

Pêveker:

rojnamevan û nivîskarê welatparêz babayê keleş çû ser dilovaniya xwe

Babetên nêzîk