• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojnamevanekî Kurd li Mehabadê hate binçav kirin

Rojnamevanekî Kurd li Mehabadê hate binçav kirin


barkirin: Rezber 14, 2015, 12:45


Hat ragehandin ku rojnamevanekî Kurd yê xelkê bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, roja çarşemeya hefteya borî ji aliyê kesên nenas ve hatiye binçav kirin.

Rojnamevan û karîkatorîst, dermansaz û berpirsê malpera Ruwange, Husên Şêx Aqayî li bajarê Mehabadê di dermanfiroşiya ku tê de dixebitî hatiye binçav kirin û heya niha nayê zanîn bo kuderê hatiye veguhestin.

Ligor ajansa nûçeyan a Mukiryanê, navbirî roja çarşemê (7’ê Cotmehê) di dermanfiroşiya xwe de hatiye binçav kirin.  Berpirsên qezayî û ewlekariyê ji malbata Aqayî re gotine dibe navbirî bo bajarê Urmiyê hatibe veguhestin.

Biryara binçav kirina Şêx Aqayî ji aliyê Dadyarê Liqa yekem a Dozgeriya Giştî û Înqilab a bajarê Mehabadê hatiye derxistin.

Piştî binçav kirina navbirî ji aliyê kesên nenas ve, Şêwira Desteya Rêvebir a malpera Ruwange ragehandiye: ’’ ji êvareya çarşemê, rêveberiya malperê ji ber sedemên teknîkî ji destê wan derketiye û wan tu kontrolek li ser malperê nemaye’’.

dîtin: 256

Pêveker:

rojnamevanekî kurd li mehabadê hate binçav kirin