• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojnameya herêmî cîh da weşana zazakî jî

Rojnameya herêmî cîh da weşana zazakî jî


barkirin: Adar 6, 2015, 12:33


Li Amedê rojnameyeke herêmî ya ku bi kurmancî û tirkî weşan dikir, dest bi weşana zazakiya zaravayê kurdî jî kir.

Berpirsyarê Weşana Giştî yê Rojnameya Diyarbakir Haberê ya ku li Amedê weşanê dike Saît Bayram daxuyaniyek da. Bayram got dê nûçeyên xwe bi zaravayê zazakî jî ragihînin xwendevanên xwe.

Bayram diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê astengiyên li pêşiya kurdî rabûn û wiha axivî:

“Me bi vê yekê xwest ku em bi zimanên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn nûçeyan ragihînin xwendevanên xwe. Em di vê mijarê de ji Anadolu Agencyê gelekî sûd werdigirin. Lewra bi gelek zimanan weşanê dike. Em bi taybetî ji weşana kurdî nûçeyên girîng distînin. Xwendevanên me jî piştgiriyeke mezin dan me.”

Bayram qal kir ku dê polîtîkaya wan a weşanê bi vî awayî berdewam bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em di mijara weşana pirzimanî de bi biryar in. Rojnameya me berê niha bi du zimanan weşan dikir, me niha jimara zimanên xwe yên weşanê derxist sisyan. Heke daxwaz çêbe em difikirin ku bi soraniya zaravayê kurdî jî weşanê bikin. Armanca me ew e ku em nêrîna nûçeyên pirzimanî li Amed û herêmê bidin bicîkirin.”

dîtin: 187

Pêveker:

rojnameya herêmî cîh da weşana zazakî