• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojnameya Kurdî û hizrên Simkoyê Şikak | Kakşar Oremar

Rojnameya Kurdî û hizrên Simkoyê Şikak | Kakşar Oremar


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Rezber 8, 2015, 11:03


Xizmetên Çandî û Navroka Rûpelên Rojnameya Kurd

Di 25 salên jîyana sîyasî ya serdema şoreş û desthilatdariya Simkoyê Şika de, em rastî hinek karên wî yên girîng tên ku hingî cîbicîkirin û pêkanîna wan ne hêsan bû. Bihayê wan karên han bi li ber çavgirtina îmkan madî û derfên civakî-siyasî ên kêm û taybetî pir bilinde. Sala 1912-13an bi hevkarîya Ebdulrezaq Bedirxan( 1864-1918 ) kovara bi navê KURDISTAN tê weşandin. Li bajarê Xoyê komeleya bi navê GIHANDANIYÊ tê çêkirin ku tê de armanc pêgihandin û perwerdekirina zarok û ciwanên Kurd e. Dîsa li sala 1916an, xwendingeheke Kurdî ji zarokên Kurd re tê vekirin û Simko bi hemû hêza xwe ya sîyasî û madî pişta wê pêngava mezin jî digire. Di warê aborî de, malîyat ji bazirgan û dewlemendên herêma desthilatdarîyê tê standin û ew bi hemû hêza xwe dixwaze ku gel ji hikûmdarîya wî razî û memnûn bin. Helbet tevahîya van kar û xebatên weha divê li gor derfetên wê serdemê bêne nirxandin.

Rojnameya “ Kurd ”, peyvdara desthilatdarîya Simkoyê Şikak bû ku bi texmînî tenê 6-7 hejmar jê derketine. Rûpelên wê dêr bi dêr xwedî naverokeke pir dewlemend bû û peyamên sîyasî-civakî yên wê serdemê tê de cî digirtin. Bi xwendin û şirovekirina wan gotar û peyamên wê, rêyeke tijî ronahî li ber me vedibe ku em baştir bîr û ramanên Simkoyê Şikak û armancên şoreşa wî binasin. Armancên wî çi bûn û çima serî hildabû li dijî desthilatdarên nelayîq û sîstema desthilatdar ku li Îran û Kurdistanê xwedî berpisrên sitemkar û xerabker bû. Wî çend caran bi bîra wan anîbû ku her tişt: Ne bi zorê ye, belkî bi dorê ye! Û êdî dewrana wan jî divê bê dawîya xwe. Weha jî kir û di dema çend salan de nîvê axa Rojhilatê Kurdistanê azad kir. Simko wekî bazekî, nêçîra koremaran dikir; ew koremarên ku jehra xwe bi ser jiyana xelkê de belav kiribûn.

Kesên wekî Mihemed Temedon îdia dikin ku navê rojnameya serdema Simko berê: “Rojî Kurd û Şewî Ecem” bû, lê logoya hejmara yekem di destê me de ye ku roja pêncşemê, 12ê meha Şewala sala 1340î ya Hicrî-Qemerî ( 08.06.1922 a zayînî ) li Urmiyê hatiye weşandin. Rojname heftane bû û tevî ku hejmara duduyan hîn peyda nebûbû, lê divê ew hejmar jî di 15.06. 1922yan de hatibe weşandin. Hejmara sisêyan jî, ku hemû rûpelên wê di destê me de hene, roja duşemê, 28ê Zulqeideya sala 1340î ( 23.07. 922 )an hatiye weşandin. Werin em 6 rûpelên wê rojnameyê vedin ka çi tê de ye:

Rojname heftane û di nava du xêzan de bi Kurdîya naverast û bi tîpên Erebî weha li ser hatiye nivîsandin:

Rojnameke sîyasî, edebî, exbarî, sermeqale tercume dekirê be Farisî denûsê Kurdek bo hemû Kurdan.

Li alîyê rastê yê rojnameyê jî weha hatiye nivîsandin:

Cîgey îdare Wirmê

Çapxaney Xîret

Modîr: Mihemed Turcanî

Meqalatek menfeitî Kurdan tê da bê werdegîrê.

Carê le her hefte da yekek çap dekirê

12 mang Şiwal 1340.

Li vir, xala herî balkêş ew e ku birêveberên rojnameyê bi awayekî zelal didin diyarkirin ku tenê ew gotar têne belavkirin ku di ber berjewendîya Kurdan de bin.

Di naverasta rûpela yekê yê rojnameyê de, sûreta Al Umran, ayeta 103an hatiye nivîsandin:

“We i`tesimû bi heblillah cemîen we la teferreqû – واعتصموا بحبل الله جميعاً و لا تفرقوا”(1)

 

Li jêr wê ayetê jî du destên hevgirtî hene ku wekî sembola yekîtî û tifaqê hatine diyarkirin. Di nîvê rûpela yekê yê rojnameyê de jî navê rojnameyê “Kurd” hatiye nivîsandin.

Li alîyê çepê jî weha hatiye nivîsandin:

Heqê rojnamê pêşekî werdigîrê.

Bihayê rojnamê yê nav û derveyî welat jî weha hatiye diyarkirin:

” Daxile: Salek 50 Qiran. Şeş mang 27 Qiran

Xarice: Salek 60 Qiran. Şeş mang 35 Qiran

Qîmetî yek nusxe deh Şahî

Qîmetî îlanan her dêrî du Qiran.

rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej08

Nêrîn û daxwazên Simkoyê Şikak

Tevî ku ew hê ciwan û li pey kuştina bab û birayê xwe li herêmê bûye kesekî xwedî karîzma, lê mirovekî dûrbîn û xwedî ramanên Kurdayetîyê. Simko xwedî armancên pîroz û dîrokî bû. Ji hemû kar û xebatên çandî, rewşnebîrî û sîyasî yên ku di serdema serîhildana Simko de li Kurdistanê hatine kirin, mirov hingî dizane ka çima ji hêla desthilatdar û Îranîyên nasyonalîst ve ew qas rik û kîn li hemberî Simko hebû ku hîn jî ew dijberî bi dawî nebûne. Heta rewşenbîrên wê serdemê jî tevî ku baş dizanîn Riza Şahê Pehlewî dê welêt ber bi sîstemeke dîktator ve bibe, dîsa jî xwe ji vegotin û nivîsandina rûdanên rast vedidizin û bi bêşermî li dijî şoreşgerên Kurd û armancên wan ên sîyasî dinivîsin.

Rojnameya Kurd wekî yekemîn rojnameya Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê, xwedî hinek taybetmendîyên berbiçav e:

  1. Bi du zimanan, Kurdî û Farisî, hatiye weşandin.
  2. Bi du zaravayên Kurdî, anku Kurmancî û Soranî, hatiye amadekirin û weşandin.
  3. Di rojnameyê de, ji hêla lîderên şoreşê ve, rêbaz û armancên şoreşa Kurdistanê hatine şirovekirin.
  4. Rewşenbîrên navdar û sernas li dora Simko hebûn: Mîrza Ebo Elhesen Seyfulquzat ( 1876-1945 ), Mihemed Turcanîzade, Ehmed Turcanîzade, Ebdulrezaq Bedirxan( 1864-1918 ) û kesekî kêmnaskirî bi navê Mihemed Cemaledîn Elhekarî ku wekî qazîyê wî yê karên dadwerîyê bû.(2)
  5. Ji naveroka rojnameyê tê kifşê ku wan xebat kiriye da ku sîstema xwe ya desthilatdarîyê bidin rûniştandin û bêhtir bi gel bidine naskirin. Her weha pê re jî ji dijmin û dewletên biyanî re îspat bikin ku ew ne ajaweçî, talanker û tevlihevkar in, lê berevajî wê, şoreşa wan xwedî armancên bingehîn, sîyasî û civakî ye.

Di rûpela yekê ya hejmara sisêyan a rojnameya Kurd de, kesek bi navê Mihemed Cemaledîn Elhekarî bi zaravayê Kurmancî nivîsek belav kiriye. Wî di dawîya nivîsê de weha nivîsîye: Qazîyê Simko, Mihemed Cemaledîn Elhekarî.

Li vir, du pirs derdikevin holê: Ew kes kî ye û aya Simko qazîyekî wî hebû ku şêwira xwe pê kiriye û ramanên xwe pê re parve kirine ku di pey re jî di nav raya giştî de belav bike? Naveroka nivîsê xwedî hin peyamên sîyasî ye ku armancên serhildana Simko didin xuyanîkirin û ji hêla din ve jî behsa sîyaset û rêbazên çewt ên dewleta Îranê li Kurdistanê dike. Nivîs bi du zimanan û bi awayê jêr (bi Kurmamcî û li hember jî bi zimanê Farisî) hatiye belavkirin û ez jî li vir, nivîsê wekî orjînala wê, lê bi tîpên Latînî dinivîsim û radixim ber çavên we:

rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej01

Çar sal e wiqûatêt li wan serhedan waqêi dibin, bi wasita xezetêt(3) xwe bi navê şeqawet(4) îlan dikin(5). Mirovêt dûr jî çi ko ji heqîqeta şolî(6) bêxeber in, bi wî terzî dizanin, hal ewe heqîqeta şolî ne we ye. Me hêvî heye cerîda(7) Kurdan îro û paş ve rastîya dê şêt(8) wiha binivîsît da xelq heqîqetê bizanit:

Di wê babê(9) da çend xeberan ez dê bêjim:

Bal her kesî meilûm e ku di wê herba umemî(10) da, Îranê bêterefîya xwe îlan kiribû. Hal ewe miletê çi dewletêt miharib(11) hindî Kurdêt keftî di serheda Îranê da mutezerzir nebûye(12) û ewe li meydanê ye û her kes bawer neket bilan(ê) bêt bibînît. Ne nifûs, ne mal bo Kurdên feqîr nemaye. Aya ewe ji çi bû? Eger Dewleta Îranê -ku heta xwe metbûî(13) wî miletê Kurd ê feqîrkeftî di wî muhîtî(14) dizanî- miharib bû lewra miletê tabiê wî mutezerir bû. Kanê îlan(a) herb di gel kî dewletê kiriye bila bide zanîn. Hal ewe bêterefîya xwe resmen bi defeatan(15) îlan kiriye, her wekî li nik hemî (kesî) meilûm û miqeyd e.
rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej02

Eger miharib nebû, miletê tabiê wî çira hinde mehû û mutezezir bû. Elbet ewî sebeb heye bilê sebebê wê ewe ye ku Dewleta Îranê muqtedir nebû (ku) miletê tabiê xwe ji pinca(16) ecnebîyan mihafize biket. Dewletêt micawirî(17) wî ku miharib bûn, hatine nav milkê wî ehalî û miletê tabiê wî mehw û perîşan kirin. Paş ku du dewletêt xarcî ji nav milkê wî paş ve çûn, Îranê dîsa îdara xwe ya zalimane teisîs kir. Miletê Kurdan fikirî ewe ne careke herçî zemanê yek ecnebî hez ket daxil miklî dibît, miletî mehû diket, kes lê napirsît. Zêde(tir) ji wê û bi rikî û tekalîfêt mafoqeltaqet(18) û cirîmêt bêqanûn(19) hindî hez diket ji Kurdan distînît, li keyfa xwe mesref diket, ne mektebekê, ne fabrîqekê, ne rêyekê, ne pirekê, ne eczaxanekê, hasilî çu(ti) eserêt medenîyetê bo Kurdan teisîs naket, çi kesê hez diket bê siwal û cewab dikujît, digirît, ne qanûn, ne şerîet, ne sîyaset çu(ti) destûrekê emel naket(20). Roja lazim jî bît, miletê tabiê xwe nikarit mihafize biket. Belke(î) bi xwe jî hawî(21) ecnebîyan miletê tabiê xwe diherişînît her wekî çar salan ber(î) niha Kurd û Ermenîyêt (di nava) milkê Îranê da ku çend esran(22) heta niha wekî biran derbas dikirin, Îranî tehrîk kirin berdane hemû nifûsa Kurdan bi destê Ermenî û Asûrîyan wa mehû kirin. Namûsa Kurdan bi destê Ermenî û Asûrîyan ji nav birin; Ermenî û Aşûrî weke zarokên xweştivî birin nik xwe û ew hembêz kirin. Di destpêka kar de Kurdistan teşwîq û terxîb kirin û gotin: Meger Ekrad Misilman nînin, çira întiqama xwe ji Asûrî û Ermenan nastînin? Wan ser Kurdan gelek şolêt wiha kirine. Kurdên feqîr ji wê zulmê, ji wê cebirê bêtab man, êdî tehemula wam nema, mecbûr bûn îdia kirin madam Dewleta Îranê neşêt me mihafize bikit û ji xeyr(î) zulmê çu(ti-çi) muamilêt dîtir di gel me naket, bilan destê xwe ji me bikêşît em bo xwe dê îdara xwe bikin û milk û cîyê xwe jî dê mihafize bikin. Kurdên feqîr çi ku wasita neşirê, û mirovêt wan li nav meclisa dewletan tinebûn ji bo wê fikira xwe ji xeyr silahî çu wasite(yên) dîtir nedîtin, dest dane silaha xwe, Ecem hêdî hêdî ji nav xwe derxistin, ewên ku mayî jî înşelah dê dema nêzîk da ji eceman tamîz kin. Eceman ew fikire dizanî, sebebê êqdama Kurdan dizanî, belê rastî nedigot(in), digot(in) Kurd şeqawetê dikin, her dem orduyek tertîb dikir, sewq dikire ser Kurdan, belkî Kurdan temamen mehû ket, şocaeta xwe ya fitrî îzhar kirin, (lê) di hemî şeran da xalib bûn. Niha şol gehiştîye derecekê, nêzîk e Ecem bo xwe jî mexlûbîyeta xwe(23) û xalibîyet û heqanîyeta Kurdan îqrar ket, eger îqrar neket jî weqayêi dê şehadetîyê li heqîqetê bidin, mecala înkarîyê namînit. Ew wiqûatêt(24) çar sal e di wî muhîtî (de) diqewimit sebeb ew bû ku min erz kir, şeqawet nîne madfia heqî ye(25).

Qazîyê Simko-Mihemed Cemaledîn Elhekarî.”

rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej05

Para Edebî ya Rojnameya Kurd

Di beşê edebî (wêjeyî) de jî peyamên balkêş hene ku helbesteke mamosta Seyful-Quzat bi awayê jêr hatiye belavkirin:

Qismet Edebî (eser qelemî Axay Seyfu’l-Quzat)

Kurdîne, ta key ême le kêwan mîsalî dêw / Bêyn û biçîn û bo me nebê qet xudan û xêw?

Xelkî hemû le bax û le şaran a kêfxoş / Êmeş bilaw û bêsere mawîn le deşt û kêw.

Reşmal e mal û keşk û penîr e meta’î me / Qesr û serayî xelkî dî ye pir le zêr û zêw.

Jêrdestî û îta’etî bêgane ta be key? / Şerm e le bo me, hênde bijîn bênîşan û nêw.

Her mîlletê le la we heqî xoy be deste we / Kurdê ke ser helênê, delên bo te ser bizêw.

Azadî, serbexoyî, mîrî û gewreyî / Dawa biken be zar û ziman û didan û lêw.

Her kes ke pirr tewawî heqî babî xoy newê / Ew bêbeş e le Kurdî, derî ken, neyate nêw.(26)

rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej04

Ew di helbesteke xwe ya din de behsa lîderê Şoreşa Kudistanê, Simkoyê Şikak dike û ji gel daxwaz dike ku bihagiranîya wî baş bizane:

Kurdan Kurdekan be Xuda rojî xeyret e / Des deyne xenceran û pêyawane bêne lêw.

Simko (Xuda) ke dawe be me sahib û reîs / Şukrî bikeyin bezar û ziban û didan û lêw.

Meqsud(î) wî eme: Ke heq(î) me bidate me / Teklîf(î) meş wiha ye feday bîn be nêr û mêw.

Di rûpelên din ên rojnameya Kurd de, şiroveya qanûnên hikûmetê hene û bi giştî behsa sîstema desthilatdarîyê hatiye ravekirin. Li ser vê mijarê nivîsek bi farsî li jêr nav-nîşanê «  meramê ma – Armanca me « hatiye nivîsandin ku bidirêjî û elbete bi zimanekî sade li ser daxwazên xwe yên meşrû nivîsandine.

 

Emiliano Zapata û Simkoyê Şikak

Emiliano Zapata (1879-1919) şoreşgerekî Meksîkayî bû. Ew gundîyekî Çermsor bû ku li dijî kedxwarîya feodal û hakimên herêma xwe serkêşîya şoreşekê kiribû. Karkerên gundî yên di kargehan de bi rêxistin kirin û di destpêka serîhildana xwe de ji sê parên axa welêt parek rizgar kir. Di pişt re ji hemû axa Meksîkayê, hemû başûrê welêt bi dest xist. Lêbelê serokkomarê wê demê yê bi navê Carranza xwest reforma zevî û axê ya ku E. Zapata dabû destpêkirin rawestîne û bi komployekê bi merema hevdîtinên sîyasî ew lehengê xizmetkarê berjewendîyên gel, kuşt. Zapata dema ku ji alîyê hêzên dewletê ve li cihekî bi navê Cuernavacayê hate kuştin, 39 salî bû.

rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej06Xala balkêş ew e ku di awayê kuştina Zapata û Simko de wekhevî pir in. Her du jî şoreşger û di dema hevdîtinên sîyasî têne kuştin. Yek rêberê Şoreşa Meksîkayê û yê din jî serokê Şoreşa Kurdistanê ye. Dijberên her duyan jî dîktator û mirovên virek û sextekar bûn ku pişta wan ne bi hêza gel, belkî hêzdarên kedxwar bûn. Her du jî di dîroka welat û gelê xwe de wekî “qehremanên milî”, xwedî navekî xweş in.

Li pey şehîdbûna her du lîderan, ji hêla gel ve gelek stran û helbest hatine gotin û nivîsandin, lê bi qasî ku li ser Zapata filmên sînemayê, konferans û semînar hatine çêkirin û lidarxistin, mixanin li ser Simko xebatên weha kêm in. Dema Simko tê şehîdxsitin, helbesta jêr li her derê dikeve ser zarê xelkê:

“ Rijandî namerd xwênî merdanit / Tolet estênît lawî Kurdanit.”

Di folklora Kurdî de, nêzî 20 stranan ji hêla dengbêj û hunermendên Kurd ve li ser Simko û endamên din ên malbata wî hatine gotin. Kawîs Axa, Şakiro, Hecî Ebdulkerîm, Kazo û Şehram Dostanî hinek ji wan kesan in ku bi peyvên xweş li ser jîyan, qehremanî û şerê mêrxasên Kurd, kilamên xweş gotine. Di kilamên dengbêjên me de, li ser zilim û zora serdestan û hejarî û liberxwedana bindestan, bi zelalî behsa gelek rûdanên nexweş tê dikin.

 

Jêder û Têbînî

(1). Wateya wê ayetê weha ye: “Û hûn tev lepên xwe biavêjin benê Xwedê û ji hev belav nebin.”

(2). Lêkolîna min a li ser jîyan û kesayetîya wî heye lê hîn bi dawî nebûye. Bes a girîng ew ji Colemêrgê bû û kesekî pir zana û şoreşger bû. Dema dibîne ku Rojhilatê Kurdistanê azad dibe, xwe digihîne cem Simko û wekî qazîyê wî pê re kar dike.

(3). Rojnameyên

(4). Tevlihevkar, têkder.

(5). Belav dikin, diweşînin.

(6). Ji rastîya kar û şixul.

(7). Rojname.

(8). Dikare.

(9). Di vê derbarê de, li ser vê mijarê.

(10). Yanî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de (1914-1918).

(11). Dewletên şerker, dewletên di halê şer de.

(12). Rastî xisar û zîyanê nehatiye.

(13). Girêdayî.

(14). Cih, herêm.

(15). Bi caran. Çendîn caran.

(16). Ji destê.

(17). Dewletên cîran.

(18). Li derveyî sînorê hêza wan.

(19). Cezayên li derveyî qanûnê.

(20). Cî bi cî nake.

(21). Wekî, mîna, bi awayê.

(22). Çend qirnan, çend sedsalan.

(23). Şikestin û binketina xwe.

(24). Bûyer, rûdan.

(25). Parastina maf û emekê ye.

(26). Ew helbest di nava Kurdan de naskirî ye û xwedî peyamên civakî û sîyasî ye ku rewşa Kurdan a serdema Qacarî û Riza Pehlewî bi eşkeretî dide xuyanîkirin. Mamosta Seyful-Quzat, bi zimanekî wêjeyî û xweş, gilî û gazinên xwe ji dagirkerên welatê xwe vedibêje.

dîtin: 856

Pêveker:

rojnameya kurdî û hizrên simkoyê Şikak kakşar oremar