• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojnameyên Destpêkê

Rojnameyên Destpêkê


barkirin: Gelawêj 12, 2017, 7:55


Rojnameyên despêkê ne bi serûber in. Mirov nikare tiştekî wiha bixwaze jî, dê bêcih û nerast be. Serûberî jî xwediyê dîroka xwe ye. Her destpêk zêde ne bi hişmendî ye, bi vekirinekê ne zêde bi hişmendî ne. Welat û sala rojnameyên despêkê jî mîna nûçenameyan e. Cihê derketina rojnameya despêkê bi nîqaş e.

Hin dibêjin Elmanya,  hin Holanda û hinek jî Italya ye. Hin lêkolîner rojnameya *Avisa, Relation oder Zeitung* ku Johann Carolus derhêner û xwediyê wê ye û li Strasbourgê bi Elmanî sala 1609´an hefteyî derçûye, wek ya despêkê dipejirînin.  

Nûçeyên vê rojnamê li ser siyaseta derve û şer bûn. Nûçe bêşîrove, bê dahûrandin û bê cudayî bûn. Bi heman navî rojnameyeke din sala 1609´an li Augsburgê û li Kolnê sala 1610´an bi navê “Gedenk Wurdige Zeitung” du rojnameyên din hatine weşandin. Yekemîn rojnameya Ingilistanê sala 1622´an 14´ê Gulanê bi navê “The Weekly News From Italy and Germany” li Londra, yekemîn rojnameya Firensî sala 1631´ê “Gazette” hefteyî, li Parîsê, sala 1640´î li Roma yekemîn rojnameya Italî “Gazette Publica” û Li Polonya jî yekemîn rojname sala 1661´ê derketine. Yekemîn rojnameya Kurdî jî ya binavê “Rojnameya Kurdistan” 22’yê Nîsana sala 1898’an li Qahîrê dibin pêşevaniya Miqdad Bedirxan de hatiye weşandin.

Ev rojname bûye destpêkirina dîroka çapemeniya Kurdî. Wê cihekî girîng di dîroka ziman û wêjeya gelê Kurd de girtiye, ji ber ku cara yekemîn bû bi zimanê Kurdî, rojnameyek derbikeve. Piştî ku hat girtin, cihê wê ji Qahîrê hat guhertin, li London û Cinêv weşana xwe berdewam kir. 3000 jimar derêxist û dişand Kurdistanê. Li ser mijarên konevanî û çandî dirawesta; lewra di hejmara xwe ya destpêkê de, Mem û Zîna Ehmedê Xanî weşand û kir sembola rûpelê destpêkê, ji bo ku bi riya wê sembolê bala gelê Kurd bikişîne ser pejirandina endûstiryê. Ji ber ku bi wê rê pêşketina gelê Kurd didît.

Her çiqas ev rojname weke rojnameya yekemîn ya Kurdî tê pejirandin jî lê beriya rojnameya Kurdistan derbikeve li Kurdsitanê, bi taybetî li Amedê, sala 1868´an bi qasî 30 rojname û kovar derketine, belê hemû herêmî û navçeyî ne.  Her wiha li Xarpêtê jî ji sala 1883´an û bi vir ve heta sala 1957´an 13 rojname û kovarên herêmî û navçeyî derketine. Yek ji van Mamuretuleziz sala 1883 û 84´an derketiye. Sedsala XIX’an çawa bûye sedsala pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî, her wisan bûye despêka rojnameygeriya Kurdî jî. 

dîtin: 85

Pêveker:

rojnameyên destpêkê rojnameya kurdî ya yekemîn dîroka rojnamegeriyê rojnameya kurdistan