• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rojnivîska Cizîr û Cûdiyê – 1

Rojnivîska Cizîr û Cûdiyê – 1


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Adar 1, 2015, 2:25


Li dolmişê li nik gundiyeke Dêrşewê me, ber bi Cizîrê ve diçim… Navê zilam Mistefe ye, piştî silaveke bibişirîn dest bi rojên xwe yî zaroktî ya gund dike. Tiliyê nîşaniyê ji rexê çiyayê Gebarê ve kil dike.

– ‘Eha!.. Ew cihê radarê dibînî ne li ser serê Gebarî, ber siya tehtan, nîvê serê çiyê bi xwe… Qarçikên me hebîn, sêvên me, gîlyazên me… her cûre giya li axa wê çêdibû. Hinde gir bûn hirmiyên wêdê, li her derî darê behîvan hebî lê dewletê şewitand. Ewder erdê me ye lêbelê leşkerî vala kiriye ji xwe re. Tam cihê radarê, carekê leşkerê qerekolê ji bo min got ev zarok terorîste ez ê gulle berdimê. Serleşker keniya gotê ev tenê zarok e dev jê berdin.’

Min gûhdarî dikir ew jî berxwe ve dom dikir bê navber. Ez di dilê xwe de hizirîm ko derûniya gelek merivan ji cihê xwe leqiyayî ye.

  • ‘Nedihiştin em heywanên xwe bigerînin timî astengî derdixistin pêşiya me. Em demekê zêde zêde tengijîn jixwe ji wê aciziyê birê min derket, tevlî hevalan bû…’

Pêşberî min Cudiya mirazan ber bi çepê ve destê xwe gihandiye Gebarê ko bi berfê kirasê bûkaniyê lixwe kirî. Li lûtkeyên Cudiyê dinihêrim, hiznek têkîlî kêfê li hinavê min digire.

Berê xwe didim Gebarê qomitanê bi nav û dengê xwe bûye mohrek, qomitanê artêşa gerîllatiyên kurd bi sebreke nedîtî ristî, Egîdî diponijim…

(Gundiyê Dêrşewê diaxife weke ko zanibe çi difikirim)

  • ‘Egîd li van çiyayan digeriya. Nêzîkî gundê me ye cihê şehadeta wî…’

Bêdeng lê guhdarî dikim. Dolmîş ber rê disekine hinek kesên din lê siwar dibe li dorhêla Cizîrê him difitile, him nêzîngî bajêr dibe dolmîş wek perwaneya li dor êgir. Ev ne cara yekem e lê hercar heman kelecaniyê têm vêdê. Axa me ye lewma bi dilê min bi wê xweşiyê dide nizanim lê kêfxweşim.

Ez û pismamê min Seîd em hevdu dibînin, biskek sohbet, bêhnvedanî pêda em derdikevin raserî bajêr, li pêşberî Cudî, li qambilî Gebarê…

dîtin: 384

Pêveker:

rojnivîska cizîr û cûdiyê