• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Rolê jinan di nava DAÎŞ de | Frank Gardner -BBC | Wergêr: Dêrsim Oremar

Rolê jinan di nava DAÎŞ de | Frank Gardner -BBC | Wergêr: Dêrsim Oremar


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Gelawêj 24, 2015, 12:15


Werger ji Farisî : Dêrsim Oremar

Hejmara jinên ku tevlî grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê bûne, bi awayekî berçav zêde bûye. Pirs eve ku stratêjiya (DAÎŞ) ê ji bo rakêşana jinan çiye?

Vê grûpê kiryareke du alî li hember jinan heye.

Li aliyekî jinan weke koleyên ji bo bazirganiyê dizanin û weke xelat pêşkêşî çekdarên xwe dikin.

Dîmenên şok ku ji bazara bazirganiya koleyên seksî li bajarê Mûsil a Îraqê belav bûne nîşan didin çekdarên (DAÎŞ)ê li ser buhayê keçên Êzidî nîqaşan dikin.

Di encama êrişa sala borî bo ser Şengalê hejmareke zêde ya keçên Êzidî ku piraniya wan li jêr temenê qanûnî de bûn, weke dîl hatine girtin.

Herî kêm 2000 keç û jinên Êzidî hê dîlên destê hêzên (DAÎŞ)ê ne û tenê hejmareke kêm ji wan karîne birevin.

Yek ji wan jinan ku vê dawiyê ji destê (DAÎŞ)ê reviyaye dibêje: ” wan em difirotin. Gelek çekdar ji bo kirîna me dihatin, em çiqas giriyaban û li wan pariyaban bêsûd bû”.

 

Bingeha Dewleta Nû

Li aliyê din, (DAÎŞ)ê projeyeke mezin ji bo jinên misilman ku diçine nav herêma li jêr hikûmeta wan, heye. (DAÎŞ) hewil dide ku jinan di avakirina ”Xelafet” a wan de xwedî roleke mezin bin.

Karnas a çavkaniyên îslamî li King’s College a London ê, Dr. Katrina Brown dibêje: ”(DAÎŞ) dixwaze jin tevlî wan bibin. (DAÎŞ) bi çavê bingeha dewleta nû li jinan dinêre”.

Brown dibêje: ”Xala balkêş eve ku xelk weke grûpeke mirinê li (DAÎŞ)ê dinêrin, lê ev yek berovajî wê ye ya ku ew grûp dixwaze nîşan bide…ew dixwazin dewleteke nû ava bikin…Û dixwazin jin weke beşek ji wê otopyaya siyasî tevlî wan bibin”.

 

(DAÎŞ)ê di February ya sala borî de rîsaleyek bi zimanê Erebî çap kirin ku dîsîplîna kiryaran e û dîroka wê vedigere 1400 sal beriya niha.

Armanca yekem a wê grûpê jinên Ereb li welatên Kendavê ne û bi awayekî giştîtir, jinên rojhilata navîn.

Di vê rîsaleyê de hatiye: ”zewaca keçan di temenê 9 saliyê de qanûnî ye. Gele keç di temenê 16 yan 17 saliyê de dizewicin, di halekî de ku hê ciwan û çalak in”.

 

Yek ji endamên berê ya El-Qaîdê, Eymen Dîn bawere nêrîna (DAÎŞ) ê derbarê jinan gelek ji nêrîna EL-Qaîdê û Talibanê cudaye.

”Berovajî El-Qaîdê, (DAÎŞ) hewil dide civakeke bi rîşal û berdewam ava bike. Ew hewil didin ne tenê misilmanên cîhanê ji ewropa û Amerîkayê, heta yên Asiya Navîn jî ber bi xwe ve bikşînin…Ew hewil di hewla avakirina malbatan ji bo grûpa xwene”.

 

Di June a sala 2014 ê de çekdarên (DAÎŞ)ê di rêpîvanekê de li Reqa ya Sûriyê ragehandina Xelafeta Îslamî cejin girtin.

 

Agahiyên damezirandinê yên înternetî yên wê grûpê bi awayekî berdewam û bi zimanên cuda têne belav kirin. Ew ji misilmanan dixwazin ji jiyana xwe ya ewle, lê tije paradoks a  li welatên rojavayî dest berdin û biçine welatên jêr kontrola hikûmeta xelîfe.

 

Hinek ji wan kesan weke keçên misilman yên Brîtanî yên şêniyên Londonê, ku çend meh beriya niha bi sefera bo Sûriyê çûne nav wê grûpê. Wan bi hêviya ku bi riya zewaca bi çekdarên (DAÎŞ)ê re ji bo xwe pile û rutbeyekî bidest bixin tevlî wê grûpê bûn.

Ew endamê berê yê El-Qaîdê dibêje: ’’hêviya jiyana çekdarekî, yek yan du meh e. Tişta ku diqewime eve: jinek bi kesekî re dizewice ku zêde najî û piştî demeke kurt lazime şîna hevserê xwe yê ji destçûyî girêbide’’.

’’Eger ew jin ducanî be, belkî dema şîn girtinê zêdetir be, piştî wê ew bi kesekî din re dizewice û ew çîrok cardin dubare dibe. Ev jiyaneke gelek nalebare’’.

 

Rolê torên civakî

 

Berovajî Talîban û El-Qaîdê, (DAÎŞ) iznê dide jinên rojavayî yê di xizmeta xwe de, di torên civakî de xwedî rol bin.

Belkî ji bo wê mînakê keçika 20 salî ya Glasgow ya Scotlondê, ya bi navê Eqsa Mahmood be ku xwe ’’Um Lît’’ bi nav dike.

Ew bi rênimûniyên xwe ji bo jinan navdare. Jinên ku di hizra terikkirina malbatên xwe li Brîtanyayê de ne da tevlî (DAÎŞ)ê bibin.

 

Şirovekar a Nowayî li zanîngeha Oxfordê û karnas a kar û barên jinan û propagandeyê di hikûmeta (DAÎŞ)ê de, Mahrûx Elî bawere îzna rolê navendî ya jinan di torên civakî de stratejiyeke ku (DAÎŞ) bi teybîr bikar tîne.

Bi baweriya wê şirovekarê ’’ (DAÎŞ) li gor tiştên ku me ji Taliban û El-Qaîdê dîtine bi awayekî aktîvtir jinan bikar tîne’’.

’’Em rojane şahidê postkirina sed hezar Tweet’an ji aliyê alîgirên (DAÎŞ)ê ne û weke diyar piraniya wan Tweet’an ya jinên ji civakên rojavayî ye, ku tevlî (DAÎŞ)ê bûne’’.

 

Li gor gotina şarezayan hejmara zêde ya wan jinan ku bi derbazbûna ji sînorê Tirkiyê diçine herêmên jêr kontrola (DAÎŞ)ê, ji erkên  ku (DAÎŞ) dispêre wan, serxwarî dibin.

Jinên bê mêr di avahiyên ewle û bi kesên ku bi zimanê wan dizanin re têne ragirtin. Di halekî de ku ilmên olî xistne serê wan û kursên fêrbûna zimanê Erebiyê ji bo wan tê vekirin, hewil didin di demeke kurt de wan bizewicînin.

Bi vî awayî gelek zû her fikra beşdariya di meydanên şer,  yan hizûra di eniya pêşîn a şer de bi çekên Kilaşnîkofê, ji bo jinan tê ser avê.

Beşek ji wan tevlî Tabûra Xensayê dibin. Ew tabûr tenê ji jinan pêk tê û li bajarên weke Mûsil û Reqayê digerin û qanûnên zehmet li ser xelkê ferz û disepînin.

 

Dr. Katrina Brown dibêje: ’’ endamên wê tabûrê bi cezakirinên dijwar yên weke lêdana xelkê yan lêdana qamçiyan li kesên ku cilên ne li rê li xwe dikin, navdar in’’.

Brown herwiha dibêje endamên wê tabûrê ji bo cezakirina jinên ku li ber çavên xelkê zarokên xwe şîr didin, teliyên sewalan li ser memikên wan bi cîh dikin.

Lê tevî hemû kiryarên tundûtijî yên wê grûpê, rastiya bi jan ev e ku ew jin wazê ji xelafetê naînin.

Min ji endamê berê yê El-Qaîdê Eyman Deen, pirsî (DAÎŞ) li jinan weke emrazekî bingehîn ji bo mayîna vê grûpê dinêre?

Wî di bersivê de got: ’’di rastiyê de cîhê nîqaşê nîne ku jin niviya civakê ne. Jin di gelek beşan de xwedî rolên girîng in. Weke mînak di beşên pijîşkî, fêrkarî û heta di beşa komkirina bacê de rolê jinan berçav e, bi wî awayî jin di parastina (DAÎŞ)ê de xwedî rol û pêwîstin’’.

 

 

* Frank Gardner: Peyamnêrê beşa ewlekariyê ya kanala BBC yê

dîtin: 386

Pêveker:

rolê jinan di nava daÎŞ de frank gardner bbc wergêr dêrsim oremar