• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Romana Mîr Qasimlo ya nû “KAOS-1 KEY ARÎSTO” Derket

Romana Mîr Qasimlo ya nû “KAOS-1 KEY ARÎSTO” Derket


barkirin: Gelarêzan 7, 2014, 1:06


Ji Qasimlo romaneke nu..Romana Mìr Qasimlo KAOS-I.KEY ARÎSTO, ji aliyê wesanên J&J ve tê çapkirin..XwÎner dê bikarin romanê di 8 vê mehê de li fuara pirtukan ya Stenbolé peyda bikin.
Qasimlo da zanîn ku KAOS-I KEY ARÎSTO cilda ewil e ji pênc cildên dihizire ku lêke û wî xwestiye romanê di carek de bide çapkirin, lê ji ber tercubeya Dilya û Zalar û sebebên aborÎ, asta xwîner u deruniya xwîner ya vê serdemê neçar maye terciheke wisa bike..
Ji boneya bi du navbuna romanê jî qasimlo got:
Ew gelek li ser vê yekê hizirÎn e, lê dawî ji egera ku di romanê de ji yekÎ zêdetir lehengê sereke-santiral hene, qabul dÎtine ku ligel navé Standart KAOS, her cildek bi ber navekî din biweshînin..Bernavê cilda ewil KEY ARÎSTO’ye, dê di cildên bê de bernavên din hebin..

KAOS-I.KEY ARÎSTO
Rupel:224
Wesanên J&J/Amed

Va ye pasajek ji romanê.

“Tu dizanî, bê ka çima ez li vir, li cem te me?”
Key, bi awayekî ji xwe bi ewle:
“Erê, ji bo em sohbeteke dûrûdirêj bikin!”
Bi vê gotina wî re, Esta berê şika serxweşbûna wî kir. Lê gava hat bîrê ku pir nêzîkê hev rawestiyane û tu bêhna alkolê ji nefesa wî nayê, vêca di cihê şik û gumanan de, heziyeke nav ne diyar di dilê wê de pêkhat, hêdîka tiliyên xwe bir ser bişkoka îşlikê li ser ya herî jor û got:
“Te ez ji bo saeteke û nîv kirîm e. Deh deqîqên te çûn. Di termînolojiya karê me de, divê ez bedena te miz bidim da ku tu biteqî. Yanî tu ava xwe biherikînî. Û li gor kargerîna min gotî; Te vê carê li gel mizdanê, ez ji bo nîhandinê jî kirîm e. Saeteke û bîst deqîqên te mane!”
Ev gotinên wê, mîna biruskekê di mejiyê Key de teqiyabû. Bi vê re, ji wê halê xewnjînî davegeriya ser dika jiyana real. Lê vêca, mîna bêriya tiştekî pîroz kiribe, hestekî estetîka binyad fîlozofî raserê wî bûbû. Jixweber ber bi pencerê ve zivirî. Roj ber bi avabûnê ve diherikî. Bêhna şevê ji kolanên bajêr dihat.. Siya tarîtiyê kirasê xwe berdabû erdê û bi awayekî bi xezeb ber bi bajêr ve dihat da ku rengîniya wî ji desthilatî bixe. Bi qasî bistekê li avahiyên bilind yên jê ve xuya dibûn, nihêrî. Di dilê xwe de “Tu tişt nikare serî bi zagona xwezayê û dil re bikişîne. Zagona dil jî eynî mîna van avahiyên bilind xwedî heybet û tîpên raseriyê ye!” Got û pê re bi leza biruskê li Estayê vegeriya. Bêyî pilan bike:
“Heke qeweta te têr bikira, di vê dinya şêner de, tişta ku herî zêde te bixwesta ew vebiguherta, dê çi bûya?”
Esta:
“Ez xwefiroşekê me. Li gor pêzevengan, ez orispî me. Tu dê bi gotinên Orispiyekê qayîl bibî?”
Key bi rengekî lavayî wê bike:
“Tika dikim, tika dikim…. Jixwe her giyanî hinekî orispî ye. Tika dikim ku tu bersiva min bidî!”
Esta bi lezalez:
“Kuştina hemû cureyên tarîtiyê!”
“Nexwe, te ya dilê min got!”
“Ez jî, ji şevê û tarîtiyê hez nakim!” Sekinî, li pey hizirîna bi qasekê:
“Dema tu ber bi pencerê ve zivirî, cestê te lerizî. Dibêjim qey ji ber ku şev nêz dibe, lema tu wisa lerizî? Ligel dibetiya hin egerên din… Belkî jî ji ber ku ez ji kutabûna rojê hez nakim, min lerizîna te li gor rastiya xwe şîrove kir. Heke têgihîştina min rast be, nexwe peyta min li cihê wê gavê, erê tu jî wekî min e, lema jî bêyî bihizirim, min rastiya xwe û te gotiye!”
“Min ji vê sohbetê pir hez kir!” Pê re jî qurteke xurt ji qedeha şerabê vexwar.
Esta bêdeng ma. Wî kudand:
“Pirseke din?. Heke rojekê ji te bihata pirsîn, ka tu herî zêde ji kîjan gotinê hez dikî? Te dê çi bigota?”
Kesereke kûr venişî ser rûyê wê. Wekî ku bigirî, lêvên wê ricifîn…Dixwest mehneyeke bide vê sohbetê. Sohbeta ku ew qet ne li bendê bû û qet nedişibiya sohbetên ji malbata karê wê dikir. Axirî tu kevirekî neda ser kevirek, lê sohbeta navhatî bi dilê wê jî bû.
“Ez têlên tembûra dilê te me! Min ê ev bigota!”
Key, bi dehşetekê ve zivirî ser:
“Te ya dilê min got? Tu tiştên dilê min dibêjî. Nexwe ev raberkirina nêzbûna mirina min e!”
Bi vê sohbetê re, di Key de heyranbûnek li hemberî wê pêkhatibû û wî ev venedişart. Berê li pencerê nêrî, dû re li Esta, pê re jî lê zêde kir:
“Şev ji bo te çi vedibêje?”
“Goristaneke bêxayan”
“Ha hay.! Nuweza. Gotinekî lê zêde dikim. Erê, şev fîlozofekî kêmpeyda ye. Kêm zêde bo hemû giyaniyan zanîngeheke felsefîk e, belam ku li nik giyaniyan misqalekî jan hebe”
Ez jî felsefeya kaotîk fêm nakim Key! Ew karê te ye bawer im, noqsan be jî. Ji ber ku Arîsto tu yî, niha miheqeq têkiliya te bi Fîlozofiya Yewnan re heye”
“Naxêr. Her gotin di serdema xwe de hikimdar in û hin nav giran bin jî, carnan wek sembol dimînin, carnan jî wek mîras ji bav neqlê lawan dibin.
Esta ji van gotinên wî yên dawî fêm ne kiribû. Ya rastî tênegihîştibû bê ka Key bi vekirina mijara nav û sembolmayîna wan re dixwest çi bêje. Bi ser de jî, sohbeta navhatî di serî de li gor dilê wê jî bû, lê niha êdî jê re giran dihat. Ji ber vê bû ku wê di dilê xwe de biryar pê da ku bi kirina gotinekî sar ve mijarê felç bike.
“Key Key! Tu bi pereyên xwe dikarî serê jiyanê lêxî, lê Fîlozofiya te ne hespekî bi bez e!”
Key di dilê xwe de ji xwe re got: “Ez çîroka vê jinikê meraq dikim. Çi jineke nehs e?”

 

dîtin: 381

Pêveker:

romana mîr qasimlo ya “kaos-1 key arÎsto” derket